
Pêka amarekê ku rêkxirava mafê mirovî ya Kurdpayê belav kiriye, ji 14 salan berî niha ve heta 10ê Çiriya Pêşîn a 2025, zêdetir ji 926 girtiyên Kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirine û herwisa li heyama wan 14 salan de serhev zêdetir ji 8 hezar û 260 kes li seranserê Îranê de ji aliyê rêjîmê ve hatine bidarvekirin.
Amara serast a bidarvekirina girtiyên Kurd bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê de gelek zêdetir ji amarên belavbûyî ye û hejmarekî zêde ji girtiyên Rojhilatê Kurdistanê, de bi awayê nihênî ji aliyê rêjîmê ve têne bidarvekirin ku amara serast a wan bidarvekirinan hêj nehatiye zanîn.
Li heyama wan 14 salan de zêdetir ji 102 girtiyên siyasî li Îranê de hatine bidarvekirin ku zêdetir ji 37 kesî Kurd bûne lê amara serasta bidarvekirina girtiyên siyasî bi sedema bêserûşînkirina hejmarek ji wan girtiyan û herwisa bidarvekirinên nihênî, gelek zêdetir ji amara belavbûyî ye.