
N: Hesen Mukerem
Gola Urmiyê, yek ji mezintirîn çavkaniyên avê li Rojhilata Navîn û çavkaniya jiyanê ya bakurê Rojhilatê Kurdistanê bû, lê mixabin îro bûye çolistaneke şor a kujer. Ev karesat ne "bûyerek xwezayî" ye, lê berhema bêkifayetî û kiryarên bi zanebûn ên rayedarên Komara Îslamî û Spaha Pasdaran a terosrîstperwer a rejîma Îranê ye.
Biryarên ku bi armanca wêrankirina jîngehê û bêparhiştina jiyana bi mîlyonan kesan li bakûrê Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, niha rûyê xwe yê karesatbar eşkere kirine. Mirinek bêdeng lê plankirî, hişkbûna Gola Urmiyê encama salan ji derxistina zêde ya çavkaniyên avê, çêkirina bendavan, guherandina rêreva av û çem û projeyên "pêşkeftinê" yên ku di bin çavdêriya Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê û saziyên hikûmetê de hatine kirin bû. Derewên belavbûyî yên li ser "vejandina golê" tenê perdeyek bûn ji bo veşartina niyeta rastîn a vê rêjîmê.
Çolake şor û bêmirov di dilê herêmekê de diafirîne ku her tim ji bo Kurdan û komên din ên etnîkî bingehek berxwedana siyasî û civakî bûye. Bahozeke Xwêyê; Bombeyeke Kîmyaî ya Xwezayî Îro, gundên li dora golê piranî têne valakirin. Bahozên şor ne tenê pişik û çermê mirovan dişewitînin, belku di heman demê de axa çandiniyê û jiyana her zindiyekê jî wêran dikin.
Ev bahoz di rastiyê de "çeka bêdeng" a rejîmê ye ku dê hêdî hêdî lê bi bandor jiyanê li beşên mezin ên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, û heta deşta navendî ya Îranê ne gengaz bike. Spaha Pasdaran a terorîst û wěranker a Rejîmê : dema ku em bi dû sebebkarê Mirina Golê digerin, di hemî projeyên ku çavkaniyên avê yên Urmiyê wêran dikin de, navê Spaha Pasdaran ya terorîst xuya dike, saziyek ku bi avakirina bendavên bêplan, planên veguhastina avê yên wêranker û monopola li ser peymanên mezin îradeyek hişmend nîşan daye ku golê biçikîne û hişk bike.
Armanc ne "pêşxistina çandiniyê" ye, lê tam berevajî vê ye: Wêrankirina çandiniyê û wêrankirina ekosîstema deverên ku xelkê wan dengê xwe yê nerazîbûn û azadiyê ji yên din bilindtir diqîr in. Koçberiya bi zorê; endezyariya demografîk di bin navê hişkesaliyê de Pêla zêdebûna koçberiya gundan û valakirina bi zorê ya bajarên derdorê nîşan dide ku karesata Urmiyê ne tenê jîngehparêzî ye, lê di heman demê de bi zanebûn weke amûrek ji bo guhertina pêkhateya demografîk û qelskirina bingehên civakî yên Kurd û welatiyên herêmê hatiye çêkirin. Bi wêrankirina çandinî û xwedîkirina heywanan re, bi mîlyonan mirov dê neçar bimînin ku koçî derdora bajaran bikin din ên dûr bikin.
Tam ew e ku siyasetmedarên rejîmê dixwazin: nenavendîkirina deverên marjînal û komkirina xizanî û tepeserkirinê li metropolan. Gola ku hat kuştin, Gola Urmiyê ye, "nehişk bû; wan ew hişik kir." Ev cudahiya sereke ye. Komara Îslamî û baskê wê yê leşkerî, weke Spaha Pasdaran, bi çavên vekirî û niyetek taybetî, pêşeroja biyolojîkî ya herêmek berfireh ji bo berjewendiyên siyasî û armancên xwe yên qirêj feda kirin. Tiştê ku îro weke"krîza jîngehê" tê pêşkêş kirin, di rastiyê de sûçek rêxistinkirî li dijî mirov û xwezayê ye. Hişyarî û daxuyaniyên rayedaran li ser "gefa tenduristiya giştî" an "pêdiviya çalakiya lezgîn" ji pêşandanek derewîn wêdetir ne tiştek e. Rastî ev e ku Komara Îslamî bi xwe sedema sereke ya vê karesatê ye.
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û welatiyên herêmê niha şahidê wê yekê ne ku hikûmetê bi zanebûn ne tenê jiyana mirovan, lê di heman demê de av, ax, hewa û pêşeroja nifşan jî wêran kiriye. Gola Urmiyê îro sembola heman siyaseta demdirêj a Komara Îslamî ye: bikaranîna jîngehê weke amûrek ji bo tepeserkirinê. Ev gol hate qurbanîkirin da ku xelk neçar bimînin bêdeng bimînin û koçber bibin. Lê wêrankirina golê ne tenê xelk bêdeng nekir, belkî di heman demê de hêrs û hişyarî jî anî. Hikûmetek ku bi zanebûn golek kuşt, dê zû yan dereng li ber dadgeha dîrok û gel bersiv bide.
Di vê pêywendiyê de Dr. Mehdî Zar`i, profesorê jeolojiyê, nivîdsiye ku: "Wêneyên Gola Urmiyê ku di nîvê Xermanana 1404`ana Rojî de bi tevahî zuwa dibe, cihê heyrîmanê ye, û pirsek derdikeve holê ku divê em di encama vê bûyerê de çi hêvî bikin? Bandora herî berbiçav wêrankirina biyolojîk a bêhempa ya golê ye.