Zêdeyî 2300 kesayetiyên zana û mamosteyên zanîngehên Amerîkayê û herwisa kesayetiyên xwediyê xelata Nobel û xwediyên nîşana zanist û medala Fîldezê di nameyekê de ji serkomarê wî welatî “Jeo Biden” daxwazkirin ku, pêşî ji serkutkarî û kuştina xwandekarên nerazî yên Îranê, ji aliyê rejîma ve bigirin.
Di vê nameya serwerkirî de hatiye: “Dîroka tevgera xwandekarî li Îranê dewlemend e û ev tevgera di rêza herî pêş ya hewlên xelkê Îranê bo azadî û demokrasî de bûye”.
Herwisa wan zana û kesayetiyên naskirî yên Amerîkayê ev yek jî pejrandine ku: “Her cure êrîş li dijî azadiya civaka zanîngehekê, êrîş li ser azadiya giştî ye”.
Di dawiyê de, vejokerê wê nameyê, bi îşarekirin bi hêzên ewlehî li ser nerazîbûnên zêdeyî 170 bajarên Îranê û 100 zanîngehên Îranê û serkutkirina wan hişdarî dan û gotin: “Di demekê de ku bi sedan welatî hatine kuştin û bi hezaran welatî jî hatine binçavkirin, lê, serkutkariyên rejîmê tuntir bûne”.
Ji aliyek din ve, 40 parêzerên dadweriya Îranê di daxuyaniyekê de, li ser navê, “piraniya xelkê Îranê êdî wê rejîmê naxwazin, ji parêzer û mafnasan daxwaz kirin e ku weke zarokên wî welatî derkevtin”.
Her di vê pêwendiyê de, zêdeyî 500 lêkoler di kempêynekê de ji rejîma Îranê daxwazkirine ku tev lêkoler û xwandekarên hepsî azad bike û ji civata zanist a cîhanî jî, daxwaz kirine da ku bibin dengê xelkê Îranê.