Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûpelek nû

11:34 - 13 Kanûna pêşîn 2022

Selîm Zencîrî
 

Serhildana dîrokî û bêhempa ya gelên Îranê li dijî dîktatoriya rejîma terorîstî ya Îslamî ya Îranê bi durûşma ‘’Jin, Jiyan Azadî’’ bi qaweta xwe berdewam e û di 80’mîn roja vê serhildanê de, rûpelek nû ji hevxebatî û hevpêwendiya di navbera xelkê Îranê hate vedan. Hevxebatî û yekîtiyek ku serbarê rewşa mîlîtarîstî û tepeserî, gef, çavsorî, propagende û pîlanên curbicur yên rejîma Îslamî ya Îranê di şeklê gireva giştî a sernaserî de xwe derxist. Metodek medenî, şaristanî û cîhanpesend ji xebatê ku kêmtêçû, lê di heman demê de bibandor û karîger e, hêviyên serkevtinê vedigeşîne. Ji berku civak bi parvekirina nexş û rol û herweha têçûya serhildanê di navbera xwe de, şoreşê giştgîr û rîşedartir dike û herweha fokûsa rejîmê û hêzên tepeserkar ên wê li ser dever û texek cuda ji serhildêran têk dide.

Eve ye ku em dibînin serbarê hemû kumpilo û senaryoyên qirêj ên rejîmê bona fetisandina serhildanê û tirsandina xelkê ji parçebûna Îranê û herweha cehdên afirandina dubendî û nifaqê di navbera gelên Îranê û girêdana vê serhildanê bi fakterên derekî re, lê şoreş riya rastîn a xwe dipîve û gav bi gav dîwarê bêbawerî û netifaqiyê ku rejîma hov endazyar û afirînerê vê ye, diherifîne û guriya xebata li dijî rejîmê geş dike.

Ezmûna vê serhildanê, durûşm, hevxebatî, hevpêwendî û gireva ku di 80mîn roja serhildana Jînayê di seranserî Îranê de hat dîtin, tirs û wehşetek mezin xistiye nav dilê rejîma hov û xedar ya Îranê de. Tirs û nîgeraniyek ku hemû sermayeguzariya ku di 43 salên derbasbûyî de bona ji hev veqetandina refên civakê, pûç û vala derxist. Rejîmê bi tepeseriyên hovane li Kurdistan û Belûçistanê de, xwast ku dever û netewên din çavtirsayî û wan li kuncên malên xwe de asê bike, lê gireva giştî ku li 14ê Sermawezê li piraniya bajarên Kurdistan û Îranê de pêk hat, xincî wê ku rûyek piraktîk da durûşmên manadar ên paytexet û bajarên din bona piştewanîkirina ji deverên gevzandî di nav xwînê de, û herweha ew Hene (Xenê)ya ku rejîmê bona tenêhiştîn û tepeserkirina wan her du gelan girtibû, rengê xwe ji dest da, û girîngtir ji wê jî, serhildana li dijî rejîmê derbasî qonaxek nû kir ku alîkariyek mezin dide pêvajoya herifîna rejîmê, ger ku wusa berdewam bike. Lewma hewce ye ew ruha hevxebatî, tilorans û yekîtiya ku her roj zêdetir xwe nîşan dide, wek deskevt û sermiyanek mezin were parastin û pêngavên mezin û micid bona xurt û bihêzkirina wê bihên avêtin.

Bi giştî rejîm li vê qonaxa çarenivîssaz a serhildana gelên Îranê de, hewil dide bi girtin, kuştin û gef, çavsorî, propagende, mûşekbaran û ...hwd, çeka bibandor û herifîner a yekîtî û hevxebatiyê ku xwe li gireva giştî a seranserî de nîşan dide, ji serhildêran bistîne û pênaseyek nerênî û têkder bona dirêjkirina temenê xwe bide vê serhildana pîroz ku keça kurd (Jîna) remza wê û Kurdistan û jinên Kurd jî alahilgir û pêşengê vê serhildanê ne, lewma hewce dike tevî parastina cewhera aştîxwazane a serhildanê, tevgera siyasî û serhildêr tevî berdewamîdana bi xebat û berxwedana li ser şeqaman, girîngiyek zêdetir bi gireva giştî weke çeka herî bihêz û karîger a serdem bidin, ji berku him têçûya mirovî a serhildanê kêm û li ser tex û qatên curbicur ên civakê parve dike û bargiranî û tepeseriya li ser tex yan neteweyek cuda û diyarîkirî ji civakê sivik dike. Herweha bala hemû tex û qatan bo beşdariya di serhildanê û lîstina rola xwe zêdetir dikşîne. Herweha çavkaniya aborî û dahata rejîmê û hêzên tepeserkar ên wê weke Spaha terorîstî a Pastaran ku xwe di liv û tevgera bazarê ji riya qorix û monopolkirina wan de dibîne, kor dike. Tevî wê ku zirarê dide xelkê asayî jî di van girevan de, lê têçûya serhildanê li ser hemû xelkê parve dike. Di encama berdewamiya vê metoda xebatê de ye ku pêlên yekîtî û hevxebatiyê bihêz û refên civakê jî yekgirtîtir dike. Bêguman rejîm jî îzoletir û şeqar û werînê dikeve nav refên hêzên tepeserkar ên wê û hêviyên serkevtinê geş û geştir dike.