Welatiyekî Belûç ê bi navê “Mihemedarif Şebexş” ku bi tohmeta “bexî û miharibe” bi awsyekî nedadperwerane li dadgeha rêjîmê de hatibû dadgehî kirin û sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li sibêdeha roja Şemî 7ê Çiriya Paşîn li girtîgeha navendiya rêjîmê li bajarê Zahidanê de hatiye bidarvekirin.
Dadgeha rêjîmê tohmeta êrîşkirina bo ser pasgaha Qel`ebîd a bajarê Xaşê û kuştin û birîndarkirina çendîn kes ji hêzên hov ên întizamiya rêjîmê û endametî li “Ceyşul-Edil”ê bi vî hevwelatiyên Belûç dabûn.
Rojnameya Mîzan a ser bi dezgeha dad a rêjîmê bilî belavkirin a nûçeya bidarvekirina vî hevwelatiyê Belûç ti zanyariyeke serast li derheq hûrdekariyên dosya vî, berevanîkirinê vî li dadgeha rêjîmê an destpêragihştina vî bi parêzer ti zanyariyek belav nekiriye.