Rojnamey Şerqul Ewset belav kiriye ku zêdebûna armancên milîsên çekdar ên ser bi spaha pasdaran a terorîst li Îraqê, nigeraniya bêmînak a berpirsên dewleta Îraqê bi egera tûşbûn bi şerê li navbera Amerîka û rêjîma Îranê gelek zêde kiriye.
Vê rojnameyê îşare bi vê yekê kiriye ku Elî El-Zeydî, Serokwezîrê Îraqê daxwaz ji rêberên çarçoveya hevahengî kiriye ku li kontrolkirina girûpên ser bi rêjîma Îranê de hevkariyê digel dewleta Îraqê bikin.
Çavkaniyên ewlehî jî dane zanîn desthilata zêdetir bi fermandeyên artêşa Îraqê hatiye dan ku li hember kiryarên wan milîsan bisekinin û çavdêriya sînorî jî zêdetir bikin.
Pêka rapora Şerqul Ewset, spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst ferman daye wan milîsan ku şerê bê sînor digel kesên ku bo wan dujmin tê hisêb û ew milîs jî vê fermanê bi rê ve dibin.
Niha nigeraniya Serokwezîrê Îraqê bi wan kiryarên milîsên ser bi rêjîma Îranê gelek zêde bûye ku Îraqê rakêşe nav şerê li navbera Amerîka û rêjîma Îranê.