Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji serhildana li dijî Komara Îslamî heta avakirina civakek hişyar

13:46 - 31 Çirriya pêşîn 2026

N. Sîmîn Rûhanîzade

 

Nifşên “Z û Alfa” yên Kurd li hemberî du qonax û pirsgirêkeke dîrokî de ne: nifşa Z ku tama serhildanê li dijî nîzama serdest ceribandiye û nifşa Alfa ku hîn jî mijûlî nexişandina wêneyek ji cîhan, nasname û pêşeroja xwe ye. mesele tenê ciyawaziya temen di navbera wan du nifşan de nîne; pirsa sereke ev ye ka civaka Kurdistanê dikare hêza nifşa ciwan bike bi hişmendiya siyasî û hişmendiya siyasî jî bike bi hêzeke domdar ji bo guhertinê, an na deselata hakim derfetê peyda dike û hişyariya wan nifşan berî gihîştina encamekê bêdeng dike.

Tevgera Jin, Jiyan, Azadî di sala 1401an de nîşan da ku nifşa ciwan a Kurdistanê, bi taybetî jin û ciwan, êdî amade nîne ku nîzama sepandî ya Komara Îslamî wekî qederek neçar a xwe qebûl bikin. Herçend netirsiya wan li ser şeqaman hewce û karek dîrokî bû, lê bi tenê ji bo guhertina hevsengiya hêzê bes nebû û nîne. Deselat û hikûmet tenê bi serkutkirina nerazîbûnan zindî namînin; ew ji mandîbûna civakê, nemana pêwendiya di navbera nifşan de, bêhêvîbûn ji guhertinê û ji guherîna kerib û kîna siyasî bo bê emeliyê û neçalakiyê jî dikare zindî bimîne. Ji ber vê yekê, ceribandina rastîn a nifşa “Z” tenê hebûna wan li ser şeqaman de nîne; belkî ew e ku bikaribe pêwendiyan ava bike, hizir û bîrek hevpar biafirîne û biparêze, ramana siyasî biafirîne û torên civakî û çandî yên domdar ava bike ku di navbera du pêlên nerazîbûnan de ji hev belav nebin û berdewam berhemên xwedî bandor bidin civakê û bixin ber destê nifşa Alfa.

Ji aliyekî din, nifşa “Alfa” ku di cîhaneke nû de mezin dibe û beşeke mezin a perwerde, ziman û têgihiştina wê ya jiyanê bi rêya dibistanê, mobayîl, torên civakî û elgurîtimên dîcîtal tê şekildan. Di rewşek wiha de, deselata hakim serweriya xwe tenê bi qedexe û serkutê nade sepandin; gelek caran bi riya asayîkirinê bernameyên xwe birêve dibe. Mînak bo vê yekê dema ku zimanê dayikê ji perwerde û zanistê bê dûrxistin, çanda Kurdî di qada dîcîtal de hebûneke sînordar hebe û zarok ji bo derbaskiria dem, fêrbûn û nasîna cîhanê neçar bimîne naverokên ku tê de ziman û nasnameya wî nîne, bikar bîne rastî hin valatiyan tên û ev valatî jî wan rastî pirsgirêkên nasnameyî û xwe bi kêm zanînê û rastî kirîza nasnameyî dike, Ji ber vê yekê, parastina çand û zimanê Kurdî divê tenê di çarçoveya dirûşmêm rojên taybet de nemîne. Ziman divê zimanê zanistî, lîstikê, teknolojiya, henekê, muzîkê, perwerdeyê û karên rojane be. Heke nifşa “Alfa” nikaribe cîhana nûjen bi zimanê xwe biceribîne, nikare di paşerojê de bi tenê berpirsiyariya parastina nasnameya xwe be.

Li vir berpirsiyariya nifşa “Z” zelal dibe: avakirina ev tiştên ku nifşên berê, di bin givaşa serkut û bêparbûnê de derfetek zêde ji bo pêşxistina wan nebûn. çêkirina naverokan bi zimanê Kurdî, fêrbûna şiyanên dîcîtal, girêdana zanist û teknolojiyayê bi hewcedariyên civakê, tomarkirina dîroka devkî û ezmûnên têkoşînan, û avakirina pêwendiyê di navbera ciwanên di nava Kurdistanê û diyasporayê eva dikeve ser milê nifşa Z ; eva beşek ji siyaseta rizgariyê ne. Her qadeke ku tê de ciwanekî Kurd bikaribe bi zimanê xwe fêr bibe, bifikire, biafirîne û bi cîhanê re pêwendiyê çê bike, beşek ji qada berxwedan li dijî asîmîlasyonê ye û rêya wan nifşan vekirî dike û siyasetên deselata hakim red dike.

Ev beşên ku me baskirin,nabe weke têkoşîna çandî bê dîtin. Siyasetên cudakariyê, pêşketina newekhev, bêparbûna aborî û wêrankirina jîngehê, derfeta man û avakirina paşerojê ji hin beşên civakê distînine. jinavbirina çavkaniyên xwezayî û wêrankirina ekosîstema Kurdistanê ji pirsa hêz û dadweriyê nayên veqetandin; herwisa bêkarî û koçkirina neçar a ciwanan jî tenê pirsgirêkên şexisî nînin. Nifşek ku dixwaze paşerojê biguherîne, divê bikaribe di navbera mafên zimanî, dadweriya aborî, parastina jîngehê û mafê diyar kirina çarenûsa xwe de pêwendiyekê ava bike; ji ber ku rizgarî bê îmkana jiyanek baştir, kar û biryardana li ser pêşeroja xwe, weke têgehiştinek natewaw dimîne û nifşan rastî hin tevlîheviyan dike.

Lewma nifşa “Z” nabe rola weliyê nifşa “Alfa”bileyize; divê ji bo wê nifşê ku hîn di pêvajoya avabûnê de ye, derfeta pirsîn, fêrbûn û hilbijartinê pêk bîne, derfetê bo vê nifşê ava bike ku bikare bipirse û baş û xirab, siyasetên deselata hakim binase û bixwîne û li hember de bertek hebe. Çimkî pêşeroja Kurdistanê tenê di bîranîna serhildanan de nabe bê kurt kirin, belkî di şiyana civakê de tê avakirin, di demekê de ku bikare dîrokê û serhatiyên civakê veguherîne bo zanîn, sazî, çandeke zindî û îradeya siyasî.

Carek din dibêjim Komara Îslamî dikare şeqaman bigire, perwerdeya bi zimanê dayikê sînordar bike û têçûya nerazîbûnê zêde bike; lê bersiva domdar a li hemberî wan givaşan, kerib û kîna zêdetir nîne, belkî avakirina civakeke hişmendtir, xwedî ramantir û bihêztir e. paşeroja Kurdistanê wê demê ji destê hêzên serkutkar der dikeve ku nifşa ciwan ne tenê ji bo nerazîbûnê, lê ji bo avakirina mêkanîzmekê ku bikare wan nerizayetiyan bike dînama guhartinan û avakirina civakek azad ku jêhatiyê her mirovekê be.

Rohin kirin : nifşa “Z” bi gelemperî kesên di navbera salên 1377’an heta 1391’an rojî de hatine dinyayê, û nifşa “Alfa” jî kesên ku nêzîkî navbera salên 1389’an heta 1403’an de hatine dinyayê. Ev her du nifş ji aliyê temenî ve nêzkî hevin, lê di şert û mercên cuda de mezin bûne. Nifşa “Z” pêvajoya derbasbûnê bo cîhana dîjîtal û ezmûna kirîz û tevgerên nerazîbûnan yên weke Jin, Jiyan, Azadî dîtine; lê nifşa Alfa ji salên yekem yên jiyana xwe de di bin bandora teknolojiyên dîcîtal û elgorîtima medyayê de mezin dibin.