Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Dêmokrat û siyaseta realist

08:30 - 7 Çirriya paşîn 2026

N. Omer Balekî

 

Demek e ku, basek li ser çemka «Entegrasyona Dêmokratîk» wekî çareseriya pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatiye rojevê û di navbera alîgir û neyaran de nîqaşek mezin çêkiriye. Ez şîrovekirina wê têgînê bi du sedeman pêwîst nabînim: Ya yekem, pirsa neteweyî bi têgîna «entegrasyonê» re bi temamî ji hev cuda ye, ya duyem, kesên pispor di wê babetê de bi qasî pêwîst li ser naveroka wê têgînê axivîne. Di heman demê de hemû kes û aliyek azad e ku nêrîna xwe li ser tevahiya pirsên taybet bi civakê re bîne ziman û parêzgariyê li nêrîna xwe bike. Lê dema anîna ber basa babetekê û hewldana ji bo çespandina wê, ziyanê bigihîne civakê, wê demê derbirîna wê nêrînê nakeve çarçoveya azadiya derbirînê.

Di rewşa îroyîn de ku cîhan û bi taybetî navçeya Rojhilata Navîn wekî mencela ser agir dikele û guhertinên mezin li navçê û nava Îranê de bi rê ve diçin, xistina xistine ber basa babetekî wekî «entegrasyonê» bi paşgira dêmokratîk ve bi armanca çareserkirina pirsa Kurd, ne tenê alîkar nabe ji bo pêşveçûna wê pirsê û çareseriya wê, belkî bi dehan gavan wê li paş ve vegerîne.

Tiştê ku li vir pêwîst e şirovekirin li ser bê kirin ev e ku alîgirên «entegrasyonê» ji bo parvekirin û parastina nêrîna xwe, hewl didin bi anîna belgeyên curbecur li ser gotinên rêberên şehîd, dîrok û siyasetên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bixin bin pirsyarê û «entegrasyonê» bêxne nava raya gelê Kurd û bêjin: Ew e pêştir armanca Hizba Dêmokrat jî bûye bo çareseriya pirsa Kurd heman «entegrasyona dêmokratîk» di nava Îranê de bûye! Bê guman ew kes û aliyên ku wan pirsan dikin, yan dîrok, bername û helwestên siyasî yên Hizba Dêmokrat nexwendine, yan di rastiyê de ew hewldana wan ji bo veşartina têkçûna wan e li qada têkoşînê ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên neteweya Kurd.

Bi gotineke din, em dikarin bibêjin nimûne nîşandan bi Hizba Dêmokrat ji aliyê alîgirên «entegrasyona dêmokratîk» ve ji vir tê ku ew bingehê rastîn ê gelêrî yê Hizba Dêmokrat li Rojhilatê Kurdistanê dizanin, di heman demê de agahdar in ku Hizba Dêmokrat wekî partiya herî bi temen a Kurdî ku heta niha ji rêbaza neteweyî ya xwe derneketiye û di her çar parçeyên Kurdistanê de cihê rêzê û nîşana têkoşîn û berxwedanê ye, lewma hewl didin bi mifahwergirtina pêgeha rêberên Hizbê, rewayetiyê bidin projeyekê ku nikare pirsa neteweyî ne tenê li Îranê, belkî li beşên din ên Kurdistanê jî çareser bike.

Ew babeteke sepandî ye ku pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pirseke neteweyî ye û bi temamî cuda ye ji pirsa têkelbûna bi civakeke din re yan heman «entegrasyonê». Ji ber ku neteweya Kurd bi dirêjahiya dîrokê li ser wê axê jiyaye ku Kurdistan e. Li gor pênaseyên navneteweyî, Kurd netewe ye ji ber ku li ser axa xwe dijî û xwediyê ziman, dîrok û çandeke serbixwe ya xwe ye. Lewma divê em bînin bîra xwe ku têkoşîna neteweya Kurd di dema sed salên derbasbûyî de ji bo wê nebûye ku di nava netewe û civakeke din de bê «entegrekirin», belkî ji bo wê bûye ku bibe xwediyê serweriya xwe û karibe biryarê li ser çarenûsa siyasî ya xwe bide û wekî neteweyeke cuda pênase ji bo wê bê kirin.

Hizba Dêmokrat li ser destê Pêşewa Qazî Mihemed hat damezrandin û bi rêberiya Dr. Qasimlo bû xwediyê pêkhateyeke partiyeke modêrn û 81 sal e pêşengê têkoşîneke xwînavî ye ji bo bidestxistina mafê neteweyî yên neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê. Lê ji destpêka avabûna Hizba Dêmokrat ve, rêberên wê Hizbê li ser wê bingehê meşiyane ku di siyasetê de realîst bin û ew mîratek e ji Pêşewa Qazî Mihemed ve maye.

Realîzm bi wê manayê ye ku rêberên siyasî yên partiyekê aşina bin bi şiyana leşkerî, malî û piştevaniya gelêrî ya dost û dijminên xwe, di heman demê de şiyanên partî û neteweya xwe jî di hemû waran de bizanin, wê demê ew rêberitî dikare bibe xwediyê siyaseteke serketî. Dema ku Hizba Dêmokrat hat damezrandin, Kurdistan demek bû ku di navbera çar dewletên «Eraq, Tirkiye, Sûriye û Îranê» de hatibû dabeşkirin û Kurd li ser axa xwe ji mafên neteweyî bêpar mabûn, tewî çêbûna dewlet-neteweyan li wan welatan, hewldana desthilatdaran ew bû ku ziman, dîrok û çanda neteweya Kurd di nava neteweya serdest de bihelînin. Lê bi damezrandina Hizba Dêmokrat, ragihandina Komara Kurdistanê û çêbûna nîşanên neteweyî, pêşî li rêka helandina neteweya Kurd di nava neteweya serdest de hat girtin.

Em dikarin bibêjin damezrandina Hizba Dêmokrat piştevaniyeke mezin bû ji bo geşebûna zêdetir a hesta neteweyî di nava civaka kurdewarî de û aşinabûna zêdetir a takê Kurd bi mafên xwe. Lewma ger em li dîroka Hizba Dêmokrat binêrin, em bi wê rastiyê re rû bi rû dibin ku rêberên wê Hizbê ji destpêkê ve hewl dane rastiyên cîhana siyaseta navneteweyî û navçeyî li ber çavan bigirin û li gor wê daxwazên xwe formûle bikin.

Felsefeya damezrandina Hizba Dêmokrat li ser bingehên Komeleya J.Kaf, têkoşîn û xebat e ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên neteweya Kurd. Her ji roja ewil ve bingehê mafê diyarkirina çarenûsê ji bo Hizba Dêmokrat yek ji wan prensîban bûye ku hertim wekî eslekî neguherî di bernameya xwe de parêzgarî li ser kiriye. Lê mafê diyarkirina çarenûsê têgeheke berfireh e û şêwazên cûrbecûr dixe nava xwe wekî: «Xudmuxtarî, federalîzm, konfederalîzm û serxwebûn». Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê wekî partiyeke berpirs li hember tevgera mafxwaz a xelkê Kurdistanê û wekî partiyeke realîst, bi berçavgirtina rewşa siyasî û erdnîgariyê ya Îranê û navçeyê di qonaxên cûda de hewl daye rêkareke nû bigire ber.

Demek ku tevgera rizgarîxwaz di nava neteweyên Îranê de hîn pêşve neçûbû, Hizba Dêmokrat şêwaza Xudmuxtariyê pêşniyar kiribû, lê dema ku bloka sosyalîst hilweşiya û hesta neteweyî ya neteweyên pêkhatên wê blokê careke din serî hilda û bi dehan dewlet li ser bingehê neteweyî hatin naskirin, di heman demê de li nava Îranê jî hêdî hêdî dengê nerazîbûna neteweyan li dijî Komara Îslamî bilind bû û rêxistin û aliyên neteweyên Îranê bi nihênî û aşkere dest bi têkoşînê kirin, Hizba Dêmokrat gihîşt wê baweriyê ku federalîzm pergala desthilatdariya herî guncaw e ji bo Îrana pêşerojê û kir dirûşma xwe ya stratejîk.

Li gor wê, Hizba Dêmokrat piştî ew qas xwîn û qurbaniyê ne tenê di armancên neteweyî de paşvekêşî nekiriye, belkî li gor guhertinên nava Îranê gekekî jî çûye pêş. Ew jî bi wê manayê ye ku rewş û qonaxa têkoşînê di her serdemekê de helwest û siyaseta xwe ya guncaw dixwaze, bêyî ku destberdarê armanca sereke bibe.

Di dawiyê de hewce ye em bînin bîra xwe ku li Îranê bêyî cîgîrbûna pergaleke dêmokratîk û federal, mafê neteweya Kurd û neteweyên din ên pêkhatî nayê bidestxistin, bi heman awayî jî, bêyî dabînkirina mafên neteweyî yên Kurd û neteweyên din, ti pergaleke dêmokratîk li Îranê ser nagire û pêk nayê.