Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nemana ewlehiya rêjîma Îranê

13:49 - 31 Çirriya pêşîn 2026

N. Azad Kurdî

 

Her tişt û pêngavek ji bûyerên 7’ê Oktoberê ve guherî. Piştî 47 salan ku taboya hêrişên rasterast bo ser rêjîma Îranê ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve hate şikandin, tişta ku herî balkêş bû, têkçûna ewlehiya rêjîmê bû di encama van hêrişan de ku bala hemû karnas û şirovekaran bo aliyê xwe rakêşand. Bi kuştina Xamineyî û dehan fermander û kesên pilebilind û desthilatdarên rêjîmê û zanayên Etomî di hêrişên Îsraîl û Amerîkayê de, êdî ev têkçuna ewlehiyê gihîşe lûtkeya herî bilind. Niha pirs ev e, çima û çawa rêjîm rastî valahiya ewlehî û ji nav çûna asayîşa navxweyî hat?

Parastina ewlehiyê yek ji fakterên girîng û sereke yên her desthilateke siyasî ye.  Ji roja ku rêjîma Xomêynî di sala1979’an de hate ser kar, şandina şoreşa Îslamî ya rêjîmê bû yek ji bingehên siyaseta vê rêjîmê. Têkdana ewlehî û asayîşa herêma Rojhilata Navîn bi rêya avakirina grupên taerorîst yên girêdayî bi rêjîmê bona rêvebirina vê armanca bingehîn a rêjîmê bû projeya sereke. Rêjîmê li piraniya welatên Devera Rojhilata navîn de, dehan girûp û taqimên terorîstî çêkirin, bi serwet û dirafê xelkê Îranê, ev girûpên terorîstî teyar û pirçek kirin û hay dan ku şer û alozî û kiryarên terorîstî ku pilan û nexşe û biryara wan li Tehranê dihate kêşan û danê, li wan welatan de cîbicî dikirin. Rewş geheşte cihekê ku ne tenê welatên deverê, belku her derê cîhanê kiryarekî terorîstî û alozî çêbiba, rast destê rêjîma Îranê tê de hebû û hemî welatan û bi taybet welatên nawçê û zilhêzên ku berjewendiya wan li nawçê hebû, ewlehiya wan keftibû ber metirsiyê, hemî cehda rêjîma Îranê jî eva bû ku her derê ne-ewle bike bo evê ku xwe ewlehî hebe.

Me encamên vê yekê di van 48 salên borî de dîtine ku piştî 7’ê Oktoberê her tişt guherî.

Rêjîmê herdem bi rêya propagandayê îdeaya vê yekê dikir ku Îran di warê ewlehiyê de bê hempa ye û çi kes, alî û welatek nikare vê ewlehiyê bixe metirsiyê û zirarê bigehîne wan. Lê serkevtina Mosada Îsraîl û CIA ya Amerîka bo nav mêjî û pileyên herî bilind ên rêjîmê, karî derbe û şokên wisa mezin li rêjîmê bide ku nekarî êdî pişta xwe rast bike. Mosadê bi rêyên cuda cuda û taybet karî agahiyên baş û girîng li ser liv û tevgerên kesên payebilind ên rêjîmê bidest bixe. Di kêmtirî yek demjimêrê de serokê Olî Elî Xamineyî û dehan fermanderên payebilind ên rêjîmê hatin kuştin. Kesên ku darêjer û rêveberên sereke yên hemî teror û têkdanên li herêmê bûn û heta di asta navdewletî de jî piranî jinav birin. Ev yek bû şoka herî mezin û bi bandor a 47 salên borî ku li rêjîmê ket û rêjîm tevlihev kir.

Rêjîma Îranê hewil daye piştî vê têkçûna ewlehiyê, ji vê şoka mezin derkeve û vê valahiya asayîşê kêmreng bike, lê kar ji kar derbas bûye. Qeyranek ku rêjîm ligel lêgerên micid berbirû kiriye û çiqas hewil didin ku vê valahiyê veşêrin û çareser bikin, nikarin. Rast e ku rêjîma Îranê kariye bi rêya bernameya mûşekî û dronan şîyaye astengan bo Amerîka çê bike, lê li hember vê têkçûna ewlehiyê û çûna dezgehên sîxorî yên Îsraîl û Amerîkayê heta nav mêjiyê rêjîmê, vê yekê nekariye vê xala herî lawaz a rêjîmê kêmreng bike. Gelek pisporên ewlehiyê dibêjin destpêka vê valahî û têkçûna ewlehiya rêjîmê bi kuştina bi guman a Serkomarê rêjîmê Îbrahîm Reîsî li bûyera ketina helîkoperê hate destpêkirin. 

Her desthilateke siyasî ku di warê ewlehiyê de tûşî têkçûneke wiha mezin bibe, bi awayekî nerasterast hatiye hiloşîn. Gelek car jî dibe kirîz û qeyran bo vê deshilatê. Mirov vê yekê ji rewşa niha ya rastî rêjîmê bûye, bi eşkere dibîne ku pirûpagande û îdeayên rêjîmê pûç û vala kir. Di mehên pêş de emê encamên vê têkçûna ewlehiya rêjîma Îranê zêdetir bibînin…