Roja pêncşemê, 15î Xezelwerê, li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê, 4emîn Civîna Helbestan a "Wêreyên Xezelwerê" bi serkevtî hat birêvebirin. Ev çalakî ji aliyê Encumena Wêjeyî ya Baneyê ve hat organîzekirin û helbestvanên ji gelek bajarên mezin ên wekî Seqiz, Serdeşt, Mihabad, Kirmaşan û Sineyê beşdar bûn. Xelkê Banê yê wêjedost jî bi germî pêşwazî li vê festîvalê kir.
Di bernameyê de sê kesayetiyên diyar ên wêjeyî û civakî hatin xelatkirin; helbestvan û wergêr Mamoste Hêrş Bêtûşî, helbestvan û çalakiya jîngehê Hesen Rewêş "Parêzer", û nivîskar Mamoste Hacî Ebdullah Hemze. Herwisa ji bo ked û hewldanên wan, rênîşanderên encumanê Elî Mehmûdî (Awdêr) û Îsmaîl Xemgîn hatin xelatkirin.
Bername bi sitrîna sirûdekî neteweyî ji aliyê zarokan ve dest pê kir. Di navbera xwendina helbestan de, hunermendan stranên folklorî pêşkêş kirin û coşeke mezin dan civînê. Ev kor bi bexşîna bawernameyên rêzgirtinê ji bo helbestvanan bi dawî bû.