Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li pey kirina sîstema berevaniya esmanî ya S 400 ji Rûsiyê ye

12:08 - 7 Çirriya paşîn 2026

Rojanmeya Têlêgraf belavkiriye ku rêjîma Îranê û Rûsiye li derheq firotina sîstema berevaniya esmanî ya S 400 danûstandin kirine û pêka îdiaya berpirsekî rêjîmê, egera vê heye Viladêmîr Pûtîn firotina wan sîstemên berevaniya esmanî erê bike.

Pasdarê terorîst Muhsin Rizayî li hevdîtina digel Viladêmîr Pûtîn de îdia kiriye ku peyama Mucteba Xamineyê rêberê wehmî û nexuya yê rêjîmê bi navbirî gihandiye û ev peyam li derheq ewlehiya deverê û dawîanîn bi şer bûye.

Li halekê de ne Rûsiyê û ne jî vî pasdarê terorîst îşare bi sîstema beravaniya esmanî ya S 400 nekirine, pêştir jî Rûsiyê firotina wan bi rêjîma Îranê erê kiribû lê ev bi rêjîma Îranê nefirotibûn.

Rojnameya Fayneşnal Taymz jî belav kiribû ku Rûsiyê firotina 90 alavên cihê avêtina mûşekên hilîkopterên cura Mî-28 erê kiriye.

Vê rojnameyê li sal par de jî belav kiribû ku rêjîma Îranê digel Rûsiyê girêbesteke 500 milyon Euroyî bo kirina 500 rakêtên Verba û 2 hezar û 500 mûşekan wajo kirine.