N :Azad kurdî
Gelekê ku şiyan û karînên xwe nas kir û bawerî bi xwe peyda kir û nîrê zordarî û dîwarê tirs ji dîktator şikand, êdî çi hêzek nikare dereqeta wî gelî bihê û xwe li ser ferz bike. Ji sala 1979’an vir de, cîhan rûbirûyê rêjîmeke Îslamî ya herî hov di dîrokê de bû ku Xomêyniyê cinayetkar serkêşiya wê kir xîm û bengeha wê rêjîmê li ser hovîtî û tund û tûjiyê ava kir û 43 sal in bi kuştin, îşkence, îdamkirin û binkêkirina mafên mirovan bi awayê herî berçav û berfireh, astengkirina hemû azadiyên demokratîk xwest bi tirsandina gelên Îranê, desthilatdariya xwe ya gemar bidomîne.
Di van 43 salên borî de Rojhilatê Kurdistanê nirxên herî zêde dane, ji ber ku Kurdistan take navçe bûye li Îranê ku heta roja îro jî xebat bi hemû awayên mumkin li dijî vê rêjîmê û bidestve anîna azadiyan berdewam dike. Dibe ku rêjîma Îranê bikare heta demeke kurt temenê tejî hovîtî û cinayetkirin a xwe bidomîne, lê ev îrade û hêza xurt û şorişa ser rê û cadeyan ku piştî şehîdkirina Jînayê hate destpêkirin, bi hêsanî nayê komkirin. Ya ku mirov ji serkevtina vê şorişê piştrast dike, yekdengî û yekîradebûna gelê me li Kurdistanê ye ku tilismê xofçêkirin û hovîtiya rêjîma Îranê bi dawî anî û îro keç û lawên kurd bi xwîna xwe dara azadiyê av didin.
Gelên Îranê têhniyên azadiyê ne û rêjîma Îslamî ya Îranê jî dijbereke sereke yê azadiyên takekesî û demokratîk e. piştî 43 salan, ne tenê bo gelên Îranê, lê bo van kes û koman jî ku di eçnd qonaxan de dilê xwe bi şano û senariyoyên refomîstî yên hindek rayedarên rêjîmê xweş dikirin, niha êdî ev taqim û kes jî gihîştin vê baweriyê ku rêjîma Îranê nikare qet guhertinan di navxwe de pêk bîne û ev şano jî zêdetir hewildan bona dirêjkirina temenê rêjîmê bûne. Lewma encam dibe ev ku gelên Îranê ku bi xurtî têhniyê azadiyê ne, dê vê rêjîma hov têk bişkînin û dawî bi desthilatdariya wê bînin
Misogerbûna vê têkçûn û nemana rêjîma Îslamî ya Îranê û hilatina roja ronak û asoya geş demekê mirov hêvîdar dike ku ev rêjîm di asta navxwe de xwedî çi pêgeheke civakî nîne û nemaye. Belkî demeke dirêj van bi derew û fîlbaziyan hewil dida ku raya giştî ya cîhanê bi vê yekê bixapînin ku ev rêjîm xwedî pêgeheke qahîm e di nava civaka Îranê de û qaşo siyasetên wê tên hezkirin û qebûlkirin! Lê bo raya giştî li derveyî Îranê eşkere bû ku ev yek hemû derew bûn û pêgeha wan bi qasê poldifankeke hewa bû. Ji ber ku rayedarên cinayetkar ên rêjîmê difikirîn ku bi kuştin, îdamkirin û îşkence û girtinan û binpêkirina mafên mirovan, dikare wan bitirsîne û xwe li ser gelan de ferz bike, ev siyaset belkî bo demeke kurt bersivder bû, lê domkirina vê rewşê, nebûna çi azadiyeke siyasî û demokratîk , aboriyeke herifî û kavil, bihabûna xeyalî ya pêwîstiyên jiyanê û pêkhatina kirîzeke aborî ya herî dijwar di 40 salên borî de, gel anî ser vê baweriyê ku bi îradeya xwe dibe ji vê rêjîmê derbas bibin û jiyan û çarenivîseke nû ava bikin. Em êdî wan rojên geş bi çavên xwe dibînin.