N: Selîm Zencîrî
Yelda ku tê wateya rojbûn yan jidaykbûnê, piştqahîm e bi felsefe û dîrokek dirêj li nav gelên deverê û bi taybetî Kurdan. Roj ku dema kar, kesabet, cotkarî û çandiniyê bû, bi avaker û pîroz dihat dîtin, lê şev ku tejî bû ji bêdengî û tarîtî û herweha talan, dizîn û kuştinan, weke nehs û biyom dihat meyzandin. Şeva Yelda jî ku dirêjtirîn şeva salê ye, xelk neçar dima bona verevandina nehsî û xweparastin ji bela û felaketan şiyar bimînin û bi hilkirina agir û ronahîkirina malan, bi ser tarîtiyê de serbikevin.
Bi derbasbûna demê, Yeldayê rengek siyasî jî bi xwe girtî ye. Wate di felsefeya siyasî ya gelên Îranê de, hêza serdest û dîktatoriya îslamî, temsîl û nûneratiya tarîtî, cinayet, zulm û felaketan dike. Herweha xebat û tekoşîna gelên bindest ji bo maf û azadiyê jî, girêdayî hêzên roj û dilovaniyê dikin ku li dijî mirîhizrên tarîtiyê ye û bi derketina rojê û serkevtina ronahiyê, jiyan jî asayî dibe.
Kurd û gelên din yên Îranê îsal di rewş û kavdanekê de ber bi pêşwaziya şeva Yeldayê ve diçin ku tarîtiya şeva tarîhizran, bi awayek rijd şerê derketina ronahî û roja azadiyê dike. Şer û berbirûbûna du hizrên dijîhev ku çarenivîsa Îran û deverê diyarî dike. Lê cewhera hizra ku di dilê yeldaya me de veşartî maye, niha pitir ji her demekê xwe dide eyanê û mizgîniya serkevtinê dide.
Pêşiyên me li xwe re negotine ku ‘’Her tiştek li ziraviyê de diqete, lê mirov di stûriyê de’’. Li ser vê bingehê jî, zulm, cinayet û hovêtiyên rejîma terorîstî a Îranê jî ewqas zêde û berfireh bûne ku êdî sebra xelkê ji dest derketiye û dixwazin vê zordariyê ji reh û rîşal ve hişik bikin. Jiber ku li gor felsefeya sirûştê be jî, her tarîtî û bêdadiyek li dawiyê de li hember dilvovanî û germahiya rojê ku gewhera hertim herman a çanda me ye, şikestê dixwe.
Yelda cuda ji sermiyan û mîrata kultorî, girîngî û buhayek menewî jî bo me kurdan heye, jiberku şeva jidayîkbûna rêberê şehîd, Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye. Rêberê ku peyamhînerê aştî, azadî û wekheviyê bû. Têgeh û nirxên ku piştî sê dehsalan bi ser terorkirina wî re, îrorojê xwe di durûşma ‘’Jin, jiyan, azadî’’ de nîşan dide û tevî derbaskirina sînorên Kurdistan û Îranê, cîhanî dibe. Rêberek ku di rêbaza xwe de zîndî ye û wane û şîretên wî bûne bi çirayê ronahîdere riya rêvîngan û dengvedana siloganên ‘’Qasimlo Qasimlo riya te dirêjî heye’’ li şeqam û kolanên Rojhilta Kurdistanê de, guhê dujmin kerr û koşka dîktatoriyê jî dihejîne. Lewma niha riha rêberê şehîd pitir ji her demekê aram û şad e ku navê wî bûye bi remza xebatê, wane û şîretên wî bûne bi sermeşqa jiyanê, û raman û rêbaza wî jî bûye bi rêbaza milyon kurdan. Niha riha yeldayî a Dr. Qasimlo şad e ku dibîne keç û law û welatparêzên nîştimana wî weha bi coş û hemas ve meşxel û şemalka xebat û serhildana li jêr navê Jînayê de bi qîrandina durûşma ‘’Qasimlo Qasimlo riya te dirêjî heye’’ didomîn in.
Serhildanek bêhempa ku serbarê hemû hovîtiyên rejîma terorîstî a Îranê derbasî meha çaremîn a xwe bûye û roj bi rojê xurttir û têhn û germahiya agirê wê jî gurtir û peşqelên wê jî ronahîtir dibin û hêvî û moralek mezin dide serhildêran bo serketinê. Hêviyek bi tam û felsefeya Yeldaya serhildanê, Yeldaya hêvîdarî, geşbînî û ronahiyê. Yeldaya hêviyên pengurî di dilê dayîkên kezebşevitî bo tolhildanê, û Yeldaya nûkirina peymanê bi şehîd Qasimlo û hemû şehîdên doza maf û azadiyê re. Yeldaya ku berejanên jidayîkbûna roja azadî û dadvaniyê li xwe de cih daye.
Azadiya ku bi salan e zewtkirî ye û bûye xewn û hêviya azadîxwazan. Azadiya ku tirs û wehşetek mezin xistiye dilê şevperest û tarîperestan. Daxwaziyek rewa ku xala hevpare hevpêwendî, yekîtî û hevxebatiya gelan e. Lewre hewce ye bi felsefe û ramana Yeldaya serhildan û hêvîdariyê ve em ber bi pêş ve biçin û nehêlin dirêjî, zulm û xofa şeva tarîperestan bandorê li morala hêvîdariya me û şervanên roj û ronahiyê bike. Tenê bi şiyarmanê, gurttirkirina agirê xebatê, hevxebatî û yekîtiyê, û bi berdewamiya hizûra li şeqam û kolanan de ye ku emê bibin şahidê dawîhatina şeva bêdadiyê û hilatina tîrojkên roja azadiyê bo esmanê welatê xwe, ku ew roj, ne dûr e.
Ev gotara li hejmara 436`an ya Rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.