N: Areş Salih
Piştî şoreşa Jînayê derkevt neteweyên bidest çawa dikarin di nav siyaseta Îranê de rol bilîzin û bibin hevênek ji bo guherîkariyan di Îranê de. Lê, tiştek din jî xuya bû ku em mîna hêza siyasî ya gelê Kurd dibe ku nirx û girîngiyê bidin bi vê yekê. Û ji bo me jî derkevt ku em mîna gelê Kurd û neteweyên bidest nikarin bi tena serê xwe bi bê amadebûna Tehranê rejîma Îranê biherifînin. Herçend ku rêberê me yê mezin pir caran ev tişta gotibû, lê, bo me bi kiriyar û di nav emel de îspat bû ku ev gotina Dr. Qasimlo heta çi astekî rast û bi çi awayî drust e. Lê, cudahiyek din di navbera heqîqeta serdemê ku Dr. Qasimlo û vê gotina ku gotiye digel heqîqeta serdema me de heye.
Di serdemekê de ku Dr. Qasimlo ev gotina aniye ziman, arîşeya herî sereke hişyarbûna neteweyên din û bi taybet neteweya Fars bûye. Di serdema Dr. Qasimlo de tenê Kurd mîna neteweyek ev hişyariya siyasî hebûye ku bi awayek berfireh dijberiya Komara Îslamî kiriye. Neteweyên din yên Îranê di serdema Dr. Qasimlo de ne xwediyê vê helwesta siyasî bûn û ne jî xwediyê vê hişyariya siyasî ya niha. Bi zimanek din eger em bixwazin bibêjin di dehikên destpêka temenê Komara Îslamî de, rewayî a rejîma Komara Îslamî di nav neteweya serdest û piçek jî di nav neteweyên din de di asta gelek bilind de bû.
Loma, ji bo Dr. Qasimlo di vî serdemî de arîşeya sereke hişyariya siyasî ya neteweya serdest û neteweyên din yên Îranê yên mîna Tirk, Ereb û Belûç bû. Loma, Dr. Qasimlo dixwast alîkariya hêzên Îranê ji bo zêde kirina vê hişyariyê top bike, heta nerazîbûnên xelkê li bajarên mezin bi taybet li Tehranê zêde bikin.
Lê, di serdema me de, rewatiya rejîmê bi awayekî xuya qut bûye û kevtiye kirîzeke herî mezin de. Dujiminî û berxwedanî di navbera hikûmet û tevahiya gelên Îrana îroyî de di rewşekê de ye ku, nikare paşve bizivre. Hikûmeta îro tenê bi zora tundûtîjî, îdam û kuştinê, jiyana xwe didomîne. Lê, niha jî Tehran û bajarên mezin yên Îranê nikarin rola xwe bilîzin. Me dît ku pişta şoreşa Jînayê, di nav çend tax û kolanên Tehranê de xwenîşandan gelek girîng bûn. Herçend ku li Tehran û bajarên mezin gelek kesan canê xwe gorî kirin û gelek kes jî hatin girtin, lê, vê xebatê nekarî weke bajarên Kurdistanê giştgîr bibe. Bi rastî wan serhildanên Tehranê nikarîbûn alingarîyek herî mezin bo hikûmetê çê bikin. Ji aliyek din ve eger em mêze bikin di rastiyê de rêjeya beşdarbûyên Tehranê nikaribû bigihîje asta herî girîng. Hîn berî vê ku li Îranê şoreş çê bibe li sala 1357`an de, ji sedî 11 heşîmeta Îranê tevlî vê şoreşê bibûn.
Di anv te`oriya şoreşê de jî dibêjin ku, ji bo serhildanê eger bixwazî serkevtina xwe misoger bikî, divê ji sedî 3 xelkê tevlî vê şoreşê bibin. Eger em mêze bikin ji sedî 3 parêzgeha Tehranê 420 Hezar kes dibe. Em naxwazin bibêjin ki rêjeya beşdarbûyan kêm bûne an bi vê rêjeya beşdarbûyan, serhildan sernakeve. Lê, em dixwazin ku têgihîştina ji bo vê serhildanê û encama vê têgihîştinek be li ser heqîqeta civakê.
Loma, ev heqîqeta ku divê em girîngiyê pê bidin eve ku, em weke gelê Kurd divê me bername û pirojeyek ji bo xwe hebe. Piştî vê serhildanê gelek ciwanên Kurd hatine kuştin û gelek jî hatine bendkirin.
Aboriya Kurdistanê gelek xirab bûye û rewşa karûkasibiya xelkê pir xirabtir bûye. bajarên Kurdistanê niha gelek sermayeya civakî û mirovî û aboriya xwe ji dest da ye. Encama vê jî, lawazbûna zêdetira civaka me ye û pitir hebûna newekheviya civakî û aboriya di navbera me û gelê serdest de ye.
Encama zêde bona vê newekheviyê eve ku, zerfiyet û hêza civaka me ji bo berxwedan û daxwazkirina mafên xwe kêmtir dibe. Loma, dibe em bi vê siyaseta xwe re pê de herin an şûndaviyekê di siyaseta xwe de bikin. Hewce ye ku em vê rastiyê bibînin ku çarenivîsa gelê Kurd di Rojhilata Navîn de girêdayî bi Îranê ye û hinek car dibe me bo çarenivîsa xwe bername û planên taybet hebin. Sedem her tiştek be, Tehran nikare mîna Kurdistanê û pêngav bi pêngava Kurdistanê were, loma, dibe me jî planên xwe yên stiratîjîk cihgîr an ev tişta ku dibêjin plan bo hebe.
Plan hebe bo wegeriyana ser pontanseyêl û zerfiyeta xwe di Kurdistanê de. Vê zerfiyetê berî her tiştekê, zerfiyeta leşkerî û pêşmerge ye. Riyalîsm û nûrîna riyalîstî ji me re dibêje ku, her neteweyek di vê cîhanê de dibe bi tenê û dibe bixwe alîkariya xwe bike. Piştire dîsan ji mera dibêje ku, hêza leşkerî û çekdarî stûna yekem e bo her ekterkê ku bixwaze di vê cîhana me de berjewendî û me`inewiya xwe bidest bixe. Loma, ez li ser vê baweriyê me ku îro rojeke ku dibe em bi hizra zerfiyeta xwe bin. Ev zerfiyrta dikare me bike bi hêzeke bandordar, hêzek ku em bo xwe pê çalakiyan encam bidin, ev jî netenê hêzek ku bi hizra vê yekê be ji bo me li holekê de ku wir bo me bilîze.
Ev gotara li hejmara 436`an ya Rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.