N: Nuran Koyuncu
Tê zanîn ku li gorî mît û baweriyên kevn ji Sumeriyan vir ve heta ola xiristîyanîyê navê Lîlîthê di baweriyên wê demê de derbas dibe.Herweha li gorî baweriyan Lîlîth beriya Havvayê jin û rêhevala Adem a bihûşta rengîn bûye.Xwedayê mezin û pîroz ji bo rêhevaltî û hevserokatiya Adem ew afirandiye.Şêweya afirandina Lilîthê wek afirandina Adem e.Xwedayê mezin herdu jî wekhev ji axê afirandiye. Lîlith û Adem rêhevalên hev in bi heman tiştî afirîne lewre li gor wê jî wekhev in.Ango ji hev ne zedetir û ne jî kêm in. Lê wekhevbûna wan bi demê re Adem aciz dike. Adem xwe ji Lîlîthê mezintir dibîne. Dixwaze her tişt li gorî xwestina wî bibe û Lîlîth jê re rêzê bigre. Lê, Lîlîth jî tim doza wekhevbûnê dike û dibêje em heman tiştî afirîne. Bi demê re têkiliyên wan yên zayendî jî bi ser de tev xirab dibin. Her dîsa Adem wisa dizane ku Xwedayê mezin Lîlîth tenê ji bo xizmetkarî û rêzgirtina wî afirandiye lewma, tênagihêje çima Lîlîth doza jiyaneka hevpar û wekhevbûnê dike û çima daxwaz û xwesteka xwe û şert û mercên xwe yên derheqa jiyanê derdixîne li pêş wî. Dawiya dawî Lîlîth û Adem li hev nakin. Têkiliyên wan tev xirab dibin. Lîlîth bîryar dide û ji bihûşta rengîn derdikeve diçe li dinyayê. Tê bawerkirin ku şikefteka di rojhilata nêzîk li nêzikî Behra Sor de bi cî û war dibe. Li wê derê jî bi cînan û Samael( şeytîn) re dikeve têkiliyên zayendî, ji wan gelek zarokên wê çêdibin. Dibe ku rojê bi sedan zarok jê çêdibûn. Vî yalî Adem li bihûştê tenê ye li ber xwe dikeve xema tenêbûnê dikşîne. Sibê heta êvarê ji ber xema tenêbûnê lavayan ji Xwedayê dike ku wî tenê nehêle û Lîlîthê bi şûn de bîne. Li pey lavayên Adem Xwedayê mezin sê firişteyên xwe yên qasid(Senoy, Samseloy,Semengelof) dişîne li pey Lîlîthê ku ew bi wan re bê û dîsa di bihûşta rengîn de bibe rêhevala Adem. Lê, lîlîth venagere. Ji ber ku Lîlîthê seba azadiya xwe ji firêqetiyê dûr sekiniye li bihûşta rengîn terikandiyê. Herçiqas firişteyan gefên kuştina zarokên wê ku ew zarok ji şeytîn û cînan peydabûne bikin jî ew bi wan re naçe. Firîşteyan ji ber wê gotina xwe dikin ji pey re gelek zarokên wê dikûjin û kuştina wan jî dibe berdêla bîryara wê ya azadiyê.Lîlîthê piştre dê tola kuştina zarokên xwe hilde. Li gorî baweriyên li nav xelkê tola xwe hê jî hildide. Lê, li vir qala tola wê yê neyê kirin.
Gava Lîlîth ku ligel firîşteyan venegere îca Xwedayê mezin bona rêhevaltiya jîyana Adem a bihûşta rengîn bîryara afirîdeyeka jin da. Da ku Adem bextewar bibe, daxwaza wî bê cî. Rojekê dema Adem di xewê de ye Xwedayê mezin bi parsûyekî wî ve Havvayê diafirîne. Havva ji der ve jineke mîna Lîlîthêye,dişibe wê, lê, xiset û kesayetiya wê ne wek Lîlîthê ye. Ji ber ku Havva serê xwe li ber Adem ditewîne, wî ji xwe mezintir dibîne ango jineke li gorî her daxwaza Adem e. Adem wisa têdigihêje ku ew Lîlîthtê êdî rêya rastiyê dîtiye mezinbûna Adem dipêjirîne. Tu carî jê şik nake, nayê bîra wî ew jineke din e .
Em vê hişmendiya Adem a li ser Lîlîthê dikarin bişibînin rêbaza dewletên li ser bingehîna hêza pederşahiyê avabûne. Dewletên pederşahî ku pirraniyên dewletên zordar yên ku li ser civakê û li ser tevahiya xelkê zextan dikin bi vî awayî xwe rêve dibin. Civakê wek yek ya mêran yek ya jinan dikin du ber. Jinan jî wek Lîlîthê dibînin û tawanbar dikin û sedemên guherînkariya civakê dibînin û wek şeytîn(ehrîmen)pênase dikin. Hîmê vê hişmendiyê bi zagonan ve qewîn dikin, ev dibe rê û rêbazeka zordestan.Welêt û xelkê bi vê rêbazê bi rê ve dibin. Mixabin roja îroyîn hema hema seranserê cîhanê ev hişmendî kêm û zêde aşkera an veşartî bi kîjan olan bawer bibin wek rêbazeka hêzên dewletan li ser xelkê tê meşandin. Dixwazin li vê derê bi bîrdoza Psîkanalîz Hanz Joahim Maas ve vê hişmendiyê zelal bikin. Maas vê hişmendiyê wek"Pirsgireka(komplexa) Lîlîthê”bi nav dike. Li gor wî jin bi hebûna xwe,bi kiryarên xwe bi her aliyê ve azad e, ne mêr zêdetir e nê jî kêmtir e ango ew wekhev in. Zayendiya wê,zarokanîna wê tiştên xwezayî ne. Lewma tawanbariya wê û gunehkariya wê ne asayî ne reva ye. Herweha dêtîbûn dilrehmî ye, dilovanî, aramî û hemxemî ye. Ne sedemên kiryarên xirab û pîs in. Pêşniyar dike ku ji bo aramîyê li hev kirina civakê ev taybetiyên dêtiyê bibe hîmê têkiliyên hemû civakê da ku civak bi hev re bi aştî bijîn. Hişyariyê dide û balê dikişîne ser û dibêje "Heke civak jînê û dêtiyê tawanbar bike û mafên jinan bin pê bike û tu carî rizgar nabin herweha yên ku wisa dibînin jî nexweş in divê bêne pak kirin."Mixabin bi taybet rejîmên li rojhilata nêzik û navîn wek rejîma li Îranê bi zanetî rêbaza xwe li ser vê hişmendiya xirab avakirine.
Îro destûra li xwe kirina cil û bergan bigire heta heqê jiyanê wan hemû mafên jinan tên binpêkirin. Hezkî wek hişmendiya mêtinkaran bi nav bikî hezkî wek hişmendiya pederşahiyê bi nav bikî serwerên dewletan naxwazin ne jin ne mêr wekhev bin, azad bin. Dizanin wekhevbûna jin û mêran, hemû kesan dê bibe dawiya pergala wan. Lê, zexta zorî li ser jinan tê kirin. Niha li Îranê rejîma mollayan 40 salî zêdetir e bi vê hişmendiyê ve xwe rêve dibe. Naxwazin niha yeko yek zagonên wan, rêbaza wan bi hûrgilî binirxînin. Dibe ku careke din.
Lê gorî bîrdoza Maas em dikarin bibêjin nexweşên wisa bûne Serwerîya Îranê bi vî halî kedên hemû însanan, xelkan,neteweyan dixwin. Mafên wan bin pê dikin. Rêya azadî û li hev kirina civakê digrin. Armanca rejîma Îranê ya bi vê hişmendiyê ew e ku xwedêgiravî dilê mêran bike û li wan bike rêheval û piştgiriyên xwe ewqas zextê jî bi vê piştgirî û zagonan ve li ser jinan bimeşîne. Civakê bêdeng bihêle jinan jî tenê. Wekî her kes dizane û dibîne ku vê gavê zêdetir berbiçav e, zexta wan ne tenê li ser jinan e, xeynî çîna olîgarşiyê li ser her kesî ye. Mixabin em ê dîsa bi lêv bikin zêdetir li ser kurdan e. Dikûje, binçavî dike,direvîne bi darve dike, dixe zîndanan û li wir tehdeyan dike. Her çiqas rejim xwedêgiravî li gorî şert û mercên îslamê bibêje û bike jî ev hişmendîya ku jinê tawanbar dike,sedemên gunehkariyê dibîne spasdarî ne ku tu carî li nav kurdan cî negirtiye. Ji berê de heta niha kurdan tu carî bi vî çavî jinan nenihêrîne.Tim û tim bi hev re jiyaneka hevpar avakirinê wisa jî jiyîne. Bingehîna bîr û bawerîya kurdan ne tenê li ser wekhevbûna jinan e li ser wekhevîbûna hemû zîndeweran e; çi jin, çi mêr çi ajal, çi hewa û çi gîya û ... whd. Bawer û hêviya me ew e ku di pêşerojê de jî wisa bimînin. Di haman demê de dê bibin serkêşên xelkên li Rojhilata nêzik û navîn û li wan jî rizgar bikin.
Ji ber ku kurd neteweyekî bi dehan împaratorî û şaristanî ava kirine. Xwedî çandeka zengîn in; Herçiqas dagirkeran ji vê çandê dizîne û kirine para xwe jî yên mayî dê têra kurdan bike. Ew sedemên serbilindiyê ne. Dê bibe hêza serxwebûnê û azadiyiyê û xwedî dewletbûnê jî.
Bi rêzdarî hemû cangoriyên Kurdistanê bi bîr tînin. Bi hêviya serkeftina Rojhilat û bi tev de her parçeyên din.
Ev gotara li hejmara 436`an ya Rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.