N: Areş Salih Nûnerê PDKÎ li Washingtoon
W: Hesen Mukerem
Piştî destpêkirina şoreşa Jînayê li Îranê bas ji pêkhatina yekîtiya di nav opozisyoneke gerimtir ji berê hatiye gorê, di vê pêwendiyê de civaka Kurdistanê û aliyên Hizbî ji berê zêdetir dilnîgeraniya xwe li derheq şêwaza lihevkirina Hizbê digel opozisyona Îranê nîşan didin û her kes û aliyek bi hişmendiyekê bas ji çarçêveya kiryar û kar kirin di vê pêwendiyê de dikin, ya herî balkêş ev e ku eger beraxwe bidin bi vê hişmendiyê, her yek ji wan heta asteke kêrhatî tên ber çavan û basên wan balkêş in, lê, hevdem encamên wan di piraniya deman de pir ji hev dûr in, wate aqilmendiya her yek ji wan aliyan ku çi li dij û çi di berjewendiyên nêzîkbûn bi opozisyonê de diaxvin, û xwediyê lojîka xwe ne, û heta asteke xuya tevî cudahiyan piraniya wan drust tên xuya kirin, ev yek bixwe nîşana alozbûna rewşê ye, di vê gotarê de di despêkê de bas ji wan fakitoran dikin ku rewş aloztir kirin, piştire bi bê axavtin li ser vê yekê ku kîj ji wan hişmendiyan dirust in, ev pirensîpên han tên bas kirin ku weke hizb hewceyeli ber çavên me bin.
Di detpoêke de hewce ye ku bê gotin yekem faktor bo alozbûna arîşeyê hebûna dîwareke bilind di nebûna baweriya di navbera me de weke gelê Kurd û neteweya serdest de ku heye. Di wan çend dehkên derbasbûyî de, neteweya serdest netenê ku dengê xwe nexsitiye kêlega dengê Kurd û netenê serkuta bêrehmane ya gelê Kurd ji aliyê Hikûmetê ve şermezar nekiriye belku di piraniya deman de tevî dijîberîkirin digel hikûpmetê, rewatî dane bi vê serkutkirinê û piştevanî ji vê hikûmetê kirine bona serkutkirina tevgera rizgarîxwazî ya gelê Kurd, û çavnhêriya vê yekê ye ku ev dîtingeha bişevek, mehek, salek û deh sal guherînkarî bi ser de hatibe, ev ne çavnhêriyeke hişmendiye û ne jî li ser esasa rastiyê ye.
Faktora din ya ku vê mijarê aloztir dike mijara opozisyonê ye ku hilgirê ti şêwaz li erêkirina mafên gelê Kurd nine. Ti yek ji ev hêlên giştî yên ku aliyên opozisyon bas jê dikin hilgirê wan xalan nine ku, nîşana pejrandina piloralîsma etnîkî bin û mafê pêkhateyên cuda bitaybet neteweyên di nav wan de erê bikin.
Hinek basên giştî an bi gotina Farsan gotinên giştî ku hilgirê şiroveya vê gelek cuda bin, nikarin bo me bibin pêwer û milak ji bo vê ku li ser daxwazkariyên opozisyonê biryarê bistînin. ji bo mînak em nikarin li ser vê biryar bistînin ku kesek an aliyek bêje me bawerî bi demokrasiyê heye ji ber vê ku desthilata demokratîk di cîhana îroyî de, aliyeke gelek berbelav di sîstema desthilatdariya cuda ji xwe digire, ku li aliyeke teyfê, ev hikûmetên han in ku hatine hilbijartinê tenê merca dabînbûna demokrasiyê dibînin.
Herwisa têgeha mafê mirovî têgeha berbelav ya ku tenê wan belgeyan ji xwe nagire ku di çarçêveya saziya Neteweyên Yekgirtî de û li ser navê mafê mirov hatiye pejrandin an mafê mirov weke mijarê dibîne. Ev mafên aliyê kêm wan mafan ji xwe digire ku heta Komara Îslamî jî, beşek zêde ji wan perjrandiye. Mafê mirov bo mînak di çarçêveya Yekîtiya Ewropayê de gelek pêşkevtîxwazanetir ji vê mafê mirovî ye ku di çarçêveya Neteweyên Yekbûyî de û ev jî ji ber vê ye ku rejîmên nademorkatîk yên di nav Saziya Neteweyên Yekbûyî de, ti carî rê ji wan re nehatiye dan ku bêjin ji bo me mafê mirov rohn bikin ku gelo ev mafê mirov hilgirê wan xalan ku Yekîtiya Ewropayê wan bi fermî nas dike? Gelo hilgirê mafê gelê Kurd weke netewekê bo birêvebirina xwe û diyarîkirina çarenivîsê heye an na?
Ji aliyek din ve û tevî wan nezelaliyên ku aliyên Farsan hene ku bi awayek berdewam mejûlî vê ne ku neteweyên bindest yên Îranê bidin sondê ku parêzerê yekparçeya Îranê ne. Ev yeka di halekê de ye ku bernameya siyasî ya hêzên Kurdî ji bo mînak ev ye ku di çarçêveya Îraneke demokrat û federal de mafên gelê Kur dabîn bikin. Xwe ev bernameya pêş merca parastina yekparçeya Îranê ye. Û di rastiyê de li ser vê yekê tekez dike ku yekparçeya xaka Îranê dane sondê û sivikatîkirin bi neteweya wan li ser vê esasî bo bas dike ku ev alî dixwazin partiyên nû yên Kurdî ku dikarin pêş bi zêdexwaziya desthildatê ji aliyê wan ve bigrin û di panhiya siyasetê de derbixin û wan dûr bixînin her ji ber vê yekê ye ku hewcey partiyên Kurdî ji vê yekê fedî nekin û bêjin bernameya siyasî ya me hilgirê parastina yekparçeya Îranê ye û me ti dijberiyek digel vê axavtinê nine.
Faktora sêyem bo aloztir bûna arîşeyan heqîqeteke ku em weke gelê Kurd û bitaybet siyasiyan li hundr de lê fêm dikin herçend ku hindek ji me xwe lê gêl dikin. Ev mijara jî eve ku guherîna rewşa gelê Kurd hevterîbê guherîna rejîmê nine. Guherîna rejîmê di dema niha de weke pêş merc bo guherînkariya xwazyara me ye, lê, ya ku merca tevawkere an mercan be nine. Di heqîqetê de, pêwendiya serdest û bindest ya di navbera neteweyan de girêdayî rejîma siyasî nine belku girêdayî rewşa yekgirtî an welat û şêwaza forma girtina vê wilayetiyê ye. Û ev yeka tenê damezravên siyasî yên weke damezraveya popolîstî, perwerde ne, zimanê fermî yê welat û … hwd, ji xwe digire. Belku damezravên exlaqî û hizrî ku wate bexişin ji xwe digire her ji ber vê yekê ye ku, ev guherînkariyên ku em di nav hundrî xwe de dixwazin gelek kûr e ji guherîna rejîmê. Her ji bo vê mebestê me hewcehî bi yekê heye ku ji bo me zelal be ku ji aliyê opozsiyona fars ve di heqîqetê de û di kûrahiya fêmkirina wan de digel wan guherîkariyan hene, rastiya vê eve ku ew berewajiyê vê nîşan daye ku em jî dizanin herifîna rejîmê bi wateya herfîna rewşa siyasî nine tevahiya damezravên polîsî û leşkerî, zimanê fermî perwerde û hemû ji wan herfîna rejîmê dimîne û dikeve destê her hereketeke fars ku piştî herfîna rejîmê bikare bizmarê xwe li Tehranê zûtir daliqîne. Û piştire Tehran bi hebûna navenda siyasî û rejîma siyasî û bi parçebûna wan hemû damzraveyên nerim û dijwar yên serkut dubare tê bo serkutkirina Kurdistanê û diyarîkirina yaku çawa ber bi pêş ve here.
Li hember de ev axavtinên ku em berî her tiştî weke pirensîp hewce ye li ber çav bigirin eve ku yekemîn û girîngtirîn tişt bo partiyeke siyasî pêgeha civakî ya vê partiyê ye. Opozisyona fars ji xwedê dixwaze ku em bi mercên wan razî bibin û ne ji ber vê ku ev wisa dizanin ku bi hev nerînbûna me rejîm zûtir diherife. Ev ji hemiyan baştir dizanin ku li destpêkê de me bi bê wan li dijî vê rejîmê tekoşîn kiriye û herwisa baş dizanin ku girîngitirîn faktor ji bo herfiandina rejîmê her fars û Tehran e. Ev bi mebesta cuda kirina partiyên Kurdî ji bestênên civakî li peyî hev hevaltiya me ne. Ev wisa dizanin ya ku arîşeya Kurd nûneratî dike ev partî ne û eger ev partiyane pêgeha civakî ya xwe ji dest bidin, û nekarin nûneratiya gelê xwe bikin, ya ku girîngî nedin bi li hundra civakî ya xwe û bi bê li berçavgirtina wan vê bedenê biryarê bistînin, vê demê bende jî dev ji wan partiyan ber didin. Her ji ber vê yekê dikarin bêjim ku yekemîn û demokratîkitirîn esasa ku me hewcehî pê heye daku niha me di vê pewendiyê de berçav bigirin mana digel bedenê ye û pêgeha civakî ya me ye. Bi bê bedene em weke partiyên fars ji me tê û dibin bi çend aliyên cuda ji civaka xwe.
Mijara duyem ku dibe li berçav bigirin zelalbûn li hember bedena me bixwe de ye, û daxwaziyên me diyar in. Û eger ji ber her danûstandinekê bo gihîştin bi vê qenaetê ku tevlî bin an nebin hewceye ku bi tevahî û bi zelalî heta vê astê ku derbê ji ewlehiya partiyê nede cemaweriya xwe di mikanîzima gihîştin bi vê biryarê agehdar bikin.
Piresîpa sêyem ku hewceye di vê pêwendiyê de li berçav bigirin eve ye ku niha dema vê ye aliyeke pirofeşinal û hişmedî ya me di rû bi rû bûna digel opozisyona Îranî me hebe. Ev dîtingeha li ser esasa berjewendiyan hatiye damerzadin. Dostî û dijmntiya ti aliyekê ji bo dostî û dijmnatiya hertmî û heta hetayî nine. Ya ku faktora sereke ji bo me dana berhev a destkevtan û mezaxta di pêwendiyên digel berjewendiyên partî û Rojhilat de. Wate em dikarin digel hemû kesî pêk bên dema ku di berjewedniyê me de bin.
Pirensîpa dawî û girîng doza gelê me ye. Felsefeya hebûna me gelê Kurd û bernameya mer ji bo çareseriya arîşeya gelê Kurd e. Her pêngavek ku vê mijarê pişt guh bixe, felsefeya hebûna me dibe jêr pirstarê. Herçend ku em dikarin hinek karên hevpar digel hinek aliyan encam bidin, lê, nikarin tevlî pêwendiyekê bin ku me berprisyarê mijarekê dike ku li dijî felsefeya hebûna me ye. Wate em nikarin tevlî yekîtiyekê bin ku aliyê kêm nikare piloralîsma etnîkî ya weke eslekê erê neke. Bikar anîna peyva piloralîsma etnîkî herçend ku bedene hilgirê hemû çarçêveya hizrî ya me nine, lê, ev peyva vê derfetê dide bi aliyê hemberî me ku bikare hêsantir li hember daxwazkiriyên me kurt bên, û di encamê de, ev kurthatina heman bandor hedibe ku erêkirina edebiyata me ye. Ev yek bi vê wateyê nine ku em di edebitiya xwe de ku pir neteweyîbûna Îranê ye dev jê ber didin. Lê, bê vê wateyê ku xalek bo aliyê hemberî xwe pêşniyar dikin ku erêkirin ji bo wan hêsantir be û di encamê de em bi bernameya xwe ku birêvebirina me bixwe bi destê me bixwe û mafên gelê Kurd di çaçêveya Îranê de nêzîk dike.
Di dawiyê de hewceye bêjim ku, tevlînebûn bi yekîtiyê bo herfîna rejîmê ji dest dana derfeteke ecêb nine. Her di destpêkê de ezmûnan nîşan daye ku egera vê ku ev yekîtiya serbikeve gelek kême, wate rengê vê yekê nade ku yekîtiya wiha encama vê hebe û bikare pêgeha civakî ji xwe re peyda bike. Duyem piştî herfîna rejîmê yekîtiys han nikare bimîne, û hevkêşe bi tevahî tên guherîn û vê demê alî li şûna hevalgirî û yekîtiyeke micidtir digerin. Sêyem çi ev yekîtiya serkevtî be û çi jî serkevtî nebe, egera zêde heye ku em weke gelê Kurd li şûna herfîna rejîmê neçar bin ku pişt bi hêz û pêgeha civakî ya xwe girê bidin bona ber bi pêşve birina bernameyên xwe. Û her ji ber vê yekê ye hewce ye ku agehdar bin di lîstikên siyasî yên niha de bi biryarek bilez mezaxteke civakî bi ser xwe de nesepînin û neçin nav lîstikekê ku sermayeya xwe ku pêgeha me ye ji me bistîne. Hewceye agehdar bin ku fars gotinî “Ji ber helvalê nekevin di nav beroşê de”.
Ev gotara li hejmara 438`an ya Rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.