Seîd Veroj
Ez dê bi hemû dinyayê bidim dîyarkirin ku
Di Komara Kurdistanê de bi zilm û terorê tiştekî çareser nabe.”
(Qazî Mihemed)
Di roja 22.01.1946an da damezirandina Komara Kurdistanê li meydana Çarçira ya bajarê Mehabadê hate ragehandin. Damezirandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, ne bexişandina hêzên navneteweyî bû, berhemê pêşkevtina fikra neteweyî ya gelê Kurdistanê û têkoşîna wan a dîrokî bû. Alaya Kurdistanê bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” hate bilindkirin û Pêşewa Qazî Mihemed bi tevî komek rêvebirên PDK, serokeşîr û giregirên Kurdan li hemberî zêdetirî 20 hezar Kurdistanîyên li wê meydanê bi şehamet û tewazîyek tejî evîn sekinî û weha axivî:
“Kurdistan xwedî cihekî stratejîk û erdnîgarîya taybet e ku gelê Kurd hertim û bi bê wê hindê ku netewe û milletekî din di navbera wan de mesafê çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û têde xwedî malîkîyeta xwe ya millî ne. Serbihûrî (biserhatî) û dîroka wan a derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. (Kurd) xwedî adab û adet û nêrîtên netewî yên wisan e ku bi ti rengan sedemên cur bi cur û ti bûyerekê nekarîye sistîyekê di nava bingeh û binaxê millîyeta wan de peyda bike.
Kurd ji kevin de xwedîyê hezaran paşa û desthilatdar û rêkxistinên xwe yên millî bûne. Hema di Kurdistana azad a niha de, malbata emîrên Mûkrî ku destpêkerê wan Emîr Seyfeddîn bûye, heya 1020ê Hetavî/Şemsî (1641-ê zayînî) bi awayekî serbixwe yek li pey yê din: Emîr Seyfeddîn, Sarim Beg, Şêx Heyder, Emîr Beg, Emîr Paşa heya digehe Qûbadxan bi desthilat û hêza xwe ve (bi awayekî serbixwe) hukimdarî kirine. Milletê reşîd û xwedî xîret e. Kurd di hemû dewr û çaxekê de herkesê ku xeyala desthilatdarîya nîştimana wan kiribe, dijayetî û berengarî wan bûne û li hemberî wan dijayetî (berberakanî) kirine û ji kirina ti fîdakarîyekê jî kêmasî nekirine. Piştî ji destçûyîna seltenet û desthilatdarîyê jî, ji bo bi destxistina serxwebûn û azadîyê, bi milyonan qurbanî fîda kirine, ji bo ku hertim di halê xebat û berxwedanê da bûn, ti cure zehmetî û azarek nemaye ku di jîyanê de nekişînin û nebînin. Bi vîya re jî hemû bextreşî, kurewerî, kuştin û talanên ji alîyê neyaran ve tehemûl kirine û qet ji bo bi destxistina armanc û xwezîyên xwe newestîyane û di rîya bidestxistina azadîyê da nesekinîne (bêhina xwe nedane), bi dilekî hind bi hêz û îradeyek wisa mezin xebat û têkoşan kirine ku heya nûha hêzek wiha peyda nebûye ku bikaribe bi hev re (têkda) wan bixeniqîne. Mîrê Kor kuştine, Babanîyan serî hildane, Babanî bêdeng kirine Erdelanî hestane, ew li erdê dane, Bitlîsî rabûne û hezarên din yên mîna wan.
Heta di van dawîyan de piştî Şerê Cîhanî yê berê ku dîktatorîya Îran û Tirkîyê hatine ser kar, ziman û adet û mezheb û taybetmendîyên Kurdan yên neteweyî bi carekê lawaz û hejar û bêqîmet kirin, ji kirina ti wehşîyet û hovîtîyekê nesekinîn, xwendin û nivîsîna zimanê kurdî jî yasax (qedexe) û liberkirina cil û kincan (kincên kurdî) jî qedexe bû.
Nedihiştin em xwedîyên qencî û di ti mafên mirovayetîyê de pişikidar û xwedî par bin. Rîya hînbûna zanist û teknolojîyê ji me qût kiribûn, her rojê bi hêncet (behane) û herdemê bi teşqeleyekê kom bi kom û desete-deste Kurdên hejar û bextreş heps û sirgûn dikirin û ew dikuştin û ji beyn dibirin. Destkeft û hatina vî miletê perîşan û bêçare ji xwe re dibirin û ew jî birçî û têhn û tazî dihiştin.
Heya ku di Şehrîwera sala 1320-an (Augusta 1941an) de firîşta azadîyê desthilatdarîya dîktatorî û faşîstî ya Rizaxan herifand (têkşikand). Serê Kurdan ji hemû zext û nerehetîyan, hinekî azad bû û di cih de hiss kir ku çawa divê ji derfetê mifayê bistîne û rîya rastî û bi destxistina azadîya vî miletî çi ye û yê çi bike?
Zilam û mirovên bi bîr û xwedî hiş û bi şeref ku pir ji mêj da bû xwîna dilê xwe vedixwarin û ji bo zelîlîya vî milletî dûkel û bêhna şewatê ji hundurê wan derdiket, gelek zû dan xuyakirin ku dema kar û xebatê ye û divê ji vê derfetê feyde bê standin û ev dem bi temamî ew roj e, ku yên berîya me jî pir çav li rîya wê bûn. Bi yekcarî û zû, bêwestan û rawestan, dest bi kar û xebatê kirin û (Hîzba Dîmokrat a Kurdistanê) pêkanîn û bi destekî pêt (muqîm) mijûlî kar û barê xwe yê millî bûn û bi çavekî hûr û bi dîqet pêwîstî û pêdivîyên Kurdan dan xuyakirin û cî bi cî kirin.
Berîya hemû tiştekî dubendî û nakokîyên êlî û eşîretî ku bi dek û hîle û fitneyên kedxwar û dîktatoran ji bo mêtin (kedxwarî) û xwarina maf û çemandin (tewandin)a vî milletî wek ew bi xwe dibêjin: “Tefreqê bîyendaz we hukumet kûn/Dubendîyê bixe nav û ji xwe re desthilatdarîyê bike”, xistibûn nava me û heya radeyekê ev agir belav û berfireh bûbû ku birayên ji dayik û bavekê ji hev qetandin ku yekîtî û hevgirtina wan jî, ji navê rakirin.
Me heya niha çend xwendingehên keçan û kuran (xortan) vekirine, me xwendingeha şevane damezrand û pirtûk bi zimanê kurdî wergêrandin… Xort û keç û zilamên mezin di xwendingehên şevane û rojane da bi zimanê kurdî dixwînin û li cihê wê hinde ku şeş-heft salan mijûlî xwendin û hînbûna zimanê farsî bibin, di mehek-du mehan de dibine xwenda û hemû tiştekî dixwînin û dinivîsin.
Ji bo nasandina lîyaqeta millî û derxistina jîyana çandî, kulturî û edebî ya Kurdan û ji bo gehandina hewara xwe bi guhê cîhana mirovanetî û edaletê, pêwîstîya me bi tiştên weşan û belavkirinê hebû. Weşanxaneyek gelek baş hat çêkirin û di bajarê me (Mehabadê) bi xwe de bi zimanê me û bi weşanxana me bi xwe kovar û rojname derdikevin û bîr û ray û daxwazên me di cîhanê de belav diken.
Destkeft û berhemên me ku pareke zêde û bi qîmet bû bi hîle (dek) ji destê me derdixistin û destê kedxwarîyê barajek li pêşberî me û bazara cîhanê dirust kiribû. Me rîya çareserîyê peyda kir û ticaret û aborîya Kurdistanê pir baş hat temînkirin.
Di çaxê dîktatorîyê de ku hemû cure malîyat ji me distandin, bi kêmî û zêdeyî ne aletên saxlemî û dermankirinê, ne doxtor, derman û ne jî nexweşxane ji me re sazkirin. Em bi xwe nexweşxaneyek pir baş di pêşerojek nêzîk de vedikin û saxlemîya hevwelatîyên me temîn dibe.
Me hêzek millî pêkanîye ku bi cesaretek temam amedeye ji nîştimana me re parêzvanîyê bike. Xuyaye ku serkeftina me seraser di hemen rîya demokrasîyê de û di netîceya çalakîyên Hîzba Dîmokrat a Kurdistanê û bi piştgirîya cîhana demokratîk e, ji bona wê jî em dibêjîn: Bijî pêkhênerên Dîmokratî.
Gelê Kurd! bi hezaran sede û astengîyên dijwar di rê de hebûn, kom û îdareyên dîktatorîyê bêrawestan li hemberî kar û xebata me hertim karşikênî dikirin û ji kirina ti namerdîyekê nedisekinîn. Duberekîyên di navbera êl û eşîretan de, di hundur de jî ji me re pirsgirêkên mezin bûn. Lê hîç yek ji vana nekarîn berîya me bigirin û me bi dilekî bihêz li berxwe da û me çalakî û xebatên xwe berdewam kirin heya ku serxwebûn û azadîya netewa Kurd me bi dest xist.
Xuyaye ku hinek bermayîyên van xeter û tehlûkan çi di hundur de û çi li derve hê jî mane, gelê Kurd bi me re li dijî wan yê xebata xwe berdewam bike û bi piştigîrîya Xwedê, dê serfiraz û pîroz bibe. Îro ji nûnerên hemû herêm û navçeyên Kurdistanê bi bê li ber çavgirtina cûdahîyên çînî (sinifî) çi ji axa û reiyet, mezin û biçûk tev bi hev re civîyane û bi yekdil û yekziman hawara demokrasîyê dikin û di rêya Partyaî Demokratê (PDK) de dimeşin û hêza Demokratê didin xuyakirin.”
Pêşewa Qazî Mihemed di dawîya axaftian xwe da li beramberê milletê berhevbûyî û welatîyên Komara Kurdistanê vê sondê dixwîne û weha dibêje:
“Ez bi Xwedê, bi kelama ezîm (mezin) a Xwedê, bi nîştiman, bi şerafa netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa xwe ya dawîyê û rijandina dilopa xwîna xwe ya herî dawîyê, bi can û mal di rîya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û nisbet bi Komara Kurdistan û yekîtîya gelê Kurd û Azerbaycanê ve, girêdayî û wefadar bimînim.
Piştî “Nutqî cenabî Pêşewa û Reîsê Cimhurî berzî Kurdistan”, mitînga ragehandina komarê bi axaftina şexsîyet û nûnerên din yên li meydana Çarçirayê dewam kir. Navê hinek şexsîyetên ku di mîtînga ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê de nutiq dabûn ev in: “Mele Hisên Mecîdî, Hacî Baba Şêx, Mihemed Hisên Xanî Seyfî Qazî, Şairê mîllî Hejar, Şairê mîllî Hêmin, Seyid Mihemedê Tezade, Şêx Mihemed Şemsedîn, Emer Xan, Seyid Ebdulezîzê Şemzînî, Îbrahîm Edhem, Ehmedê Îlxanîzade, Mihemed Qadirî….”
Piştî axaftina Pêşewa Qazî Mihemed, axaftinek pirr balkêş jî, ji alîyê Seyid Ezîzê Şemzînî ve hatîye kirin. Seyid Ezîzê Şemzînî, bi nûneratîya binemala Nehrî, di roja ragehandina Komara Kurdistanê de li Mehabadê, di axavtina xwe de bal dikêşîne ser vê çendê û ji gelê Kurd dixwaze yekdil û yekgirtî li jêr sîwana rêberîya Qazî Mihemed bicivin û hewl bidin ji bo rizgarkirina Kurdistana mezin.
Seyid Ezîzê Şemzînî (Serbazê Leşkerê Kurdistan)
“Birayên min! Mezin û axayên Kurd, binemala Nehrî, bi mezin û piçûk, jin û mêr, kiç û kurên xo ve gelek bi serbilindî pîrozbahîya vê cejna pîroz; bi rayêkê li meqamê paye bilind, Serokkomarê hêja dikin ku di rêka vê azadîyê da çi kêmasî nekirîye û bi himet û pêdagirî û ruhekî mezin û hikmet û karîna xo, şîya evê azadîyê bo me destve bînît….
Ey birayê min ên Kurd! Bizanin şehîdên binemala Nehrî, ku di rêka vê azadîyê da xûna xo rijandine û hatine şehîdkirin û perên dîroka xo pê ava zêrîn nivîsîne, nûha li me kêfxoştir û geştirîn e û nûha cejna wan e. Belê cejna wan e, çuku zanîn ku xûna wan bi xorayî neçûye û gelê wan bi vê azadîya pîroz şad bûn. Evê jî bizanin ku rihê wan şehîdan nûha li vê derê amade ne û bi yek dengî pîrozbahîya cejnê li hemû birayekî Kurd dikin û tewawî kesên binemala Nehrî bi mezin û piçûkên xo ve bi rûyekî sipî û serbilind tikayê li her Kurdekî dikin ku bo xatirê Xudê, dilêşîyên rabihûrî û kevin ku encama kiryarên dagîrkeran bûn, ji bîr bikin. Serdestîya tayîfeyî û dijminatî û berjewendîyên maddî û manewî yên kesî taze nekin. Mezintî û piçûk bûnê, axatî û gedayîyê di nav xo da rakin û wek bira destê hev bigrin, bixûnin û yekgirtî û yekdil, canfida bin ji bo vê azadîyê ku paş hezar sal xebat û têkoşînê ketîye destê me, cardin ji dest nedin û payedar û bihêztir bikin.
Birayên min; hûn dizanin, gelek birayên me hene ku niha jî dîlbûna di bendên îstîbdad û dagîrkarîyê dinalin û bi çavên hesretê, çaverêyê hîmet û camêrîya we ne. Ji ber hindê jî nabît çi Kurdekî xudan şeref bi vê azadîya piçûk razî bit. Belkî li ser her Kurdekî xudanşeref ferz û pêdivî ye, rabihûrîya reş ji bîr biket, bi biratî û tebayî û bi hêza xo ve li jêr sîwan, serwerî û sergêrîya Serokkomarê me Qazî Mihemed da amade bin, ewan birayên Kurdên dî yên ku vê gavê jî ji dîlbûna di bendên zorbêjî û dagîrkarîyê dinalin, rizgar bikin û xûna xo di vê rêkê da birêjin.
Nabît em bêjin, em azad in, heta ku em Kurdistana mezin bi tîrêjên azadîyê ronahî nekin. Em ji binemala Nehrîyan her yek hazir û amade ne, bi rih û can û ser û malê xo ve, bi dilekî pak li vê rêkê da xizmet û fedakarîyê bikin.
Li dawîyê, ji Xudayê mezin û bêheval lavayî dikim ku Xudê bo xatirê meznatîya xo temenê rêber û Serokkomarê me Qazî Mihemedî dirêj û payedar biket, ku bikarît vê risaleta pîroz û mezin ku dest pê kirîye tewaw û berqerar biket û Kurdistana mezin azad biket. Û bi dengekî bilind em dikine hewar û dibêjin: Her bijî rêberê me; Serokkomarê Kurd Qazî Mihemed û her bijî Kurd û Kurdistana mezin! …”