Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê cehdê dike pêşiya dorpêçên navneteweyî bo ser xwe bigre

16:11 - 23 Îlon 2025

Piştî evê ku dema ku weke derfet ji aliyê Ewropayiyan ve bi rêjîma Îranê hatibû danê vê berbi dawiyê ve diçe, rêjîma Îranê bi hemî avayekê cehdê dike ku pêşiya çalakbûna mikanîsma maşê bigre.

Ebas Êraqçî wezîrê derve yê rêjîmê li hevdîtina xwe digel Rafaêl Grosî yê serokê Ajansa navnetewî a wizeya navokî de got: Helwêst û kiryara Îranê li bernama Navikî de, berpirsyarane û niyet pakiye.

Heyamekê berî niha Alman, Firanse û Birîtaniya li danûstandina digel nûnerên rêjîma Îranê derfeta mehekê dane rêjîmê ku hekî îznê nede çavedêrên Ajansê serdana binkên etomî bikin û Îran pabendê hemî sozên xwe yên dema Bercamê nebe, dê tev dorpêçên navnetwî ku hatibûne sekinandin, dê ji nû ve dîsan li ser Îranê çalak bikin.

Ajans û Îranê li dawî rûniştinê de lihevkiribûn ku Îran dê îznê bide ajansê ku serdana binkên vê bikin, lê roja piştre Îranê ev yêk qebûl nekir û ragihand ku ajans tenê dikare serdana binkê Bûşêhrê bike.

Niha media û berpirsên rêjîmê basê hindê dikin ku Îran dê bi temamî ji hemî rêkkevtina û sozên xwe yên berê wekêşe, vê yekê jî egera wegera dorpêçan zêde kiriye.