
Piştî derbasbûpna 3 salan bi ser “Îna bi Xwîn” a bajarê Zahidanê, Elî Muwehidîrad serokê giştî yê dadgehên rêjîmê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, îdia dike ku dê tawankarên teqekirina bi xelkê bi 10 sal girtîgehê siza bide, li halekê de kuştina her kesek li Îranê, kuştina bikerê vê tawanê ye û li rastiyê de ev yeka mezintirîn bêrêzîkirin bi kirameta mirovî û canê mirovan e.
Li “Îna bi Xwîn” a Zahidanê de zêdetir ji 100 kes ku hejmarek ji wan jin û zarok bûn, ji aliyê hêzên hov ên rêjîmê ve hatine komkujkirin.
Rêjîm îdia dike ku dê xwînbihaya milyardek û 600 milyon tumenî bide malbatên wan kuştiyan û wan wek şehîd binav bike û erdekeî 400 metrî bide wan malbatan, lê xelkê Belûç amade bi firotina xwîna kesên xwe nînin û bi tenê daxwaza sizakirina bikerên vê cinayetê kirine.
Pêştir “Mewlewî Ebdulhemîd” ê pêşnimêjê Mizgehvta Mekî, Elî Xamineyî bi bikerê bingehîn ê vê cinayeta hovane binav kiribû û xelkê belûç jî amade nîne bêdeng bimîne û ev îdiaya sizakirina bikerên vê cinayetê ku ev jî hêşta nerohn e, erê nake û vê sizakirinê bi perdepoşkirin a cinayeta rêjîmê binav dike.