
i hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 502 a Agirî de ev mijar hene:“Yêkitî û hevxebatî remza serkeftinê ye” Manşêta hejmara 502 an a Agirî ye.
Rûpelên 2 de 2 peyamên Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokarat a Kurdistana Îranê bi 2 boneyên cuda hatine cihkirin ku ev peyam jî ewin
Bi hilkefta 26ê Xermananê, salvegera terorkirina Dr. Şerefkendî, û bi hilkefta Sêyemîn salvegera şoreşa Jîna yê.
Rûpela 3yê de Daxuyaniya Desteya Kargêrî a PDKÎ bi hilkefta 33 mîn salvegera terora Dr. Şerefkendî û hevalên wî hatiye çapkirin.
Rûpela 4 ê de Daxuyaniya Desteya Kargêrî a PDKÎ, bi hilkefta sêyemîn salvegera şoreşa Jîna yê.
Rûpela 5 – Peyama Desteya Kargêrî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bo kongira 9 an a Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê.
Rûpela 6ê de nûçeya bidawîhatina serkeftiyane a Kongireya 9 mîn a Yêkitiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê, û herwisa Daxuyaniya Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat ên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya dawîhatina kongireya 9 an a vê rêkxistinê dikevne ber çavê xwênerên hêja ye Agirî.
Rûpela 7 ê de – gotara - Şoreşa Jînayê, Dengê Kurdistanê li dijî Faşîzm û Kolonyalîzma Îranê, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 ê de gotara - Şerefkendî, rêberê rewșê, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî hatiye weşandin.
Rûpela 9 ê de – gotara - Bîranîneke kurt ji Dosiyeya Mîkonosê, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpela 10 – gotara - Ne tenê rejîma Îranê mafên mirovan binpê dike, belku hebûna vê
rejîmê bi xwe binpêkirina mafên mirovan e, ji nivîsa Elî Munezemî.
Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 502 a Rojnama Agirî,Postêreke bi diruşma “Jin, Jiyan,Azadî” ku temsîl û yadawerê sêyemîn salvegera vê şoreşê ye, ev postêr ji aliyê Serbest Urmiye ve hatiye terahî û dîzayînkirin.
Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.