Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêlekî berfireh bo bi fermî naskirina Felestînê û nerizayetiyên li vê derheqê de li cîhanê

16:13 - 23 Îlon 2025

Hinek welatan biryar dane ku Filestînê wekî welat û dewlet bi fermî binasin, hevdem li hember wê helwêstê de jî xelkê wan welatan li hember vê biryara welatên xwe helwêst girtine û nerizayetiya xwe dane xuyakirin.

Ev helwêst û biryar bêtir li welatên Ewropa de têne xuyakirin.

Welatên Birîtaniya, Kanada, Ustiraliya û hinek welatên din, bi fermî ragihandine ku dê Filistînê bi fermî binasin.

Serkomarê Firansê got: Divê em gorî rewşê bi fermînaskirina Dewleta Felistînê, dê bibe destpêka guhertinekî siyasî û gelaleyekî aştî û ewlehiyê bo hemî aliyekê, û qonaxa piştre dê bibe yêkalîkerê pirsa agirbestê û rewşa Xezê û berdan barimteyan û destpêka qonaxekî nû a mirovdostiyê.

Hevdem li hinek welatên Ewropayê de xelkê nerizayetiya xwe daye xuyakirin û neyarê bi fermînaskirina Filistînê ne.

Îsraîl vê helwêsta hinek welatan li wê derheqê de bi zerera xwe û hebûna xwe dizane û daxwazê dike ku Filistînê bi fermî nas nekin.