Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê demkî yê Sûriyê ragihand ku milîsên ser bi rêjîma Îranê li Sûriyê hatine derxistin

12:02 - 23 Îlon 2025

“Ehmed El-Şer`i” serokê demkî yê Sûriyê ragihand ku milîsên ser bi rêjîma Îranê ji deverê hatine derxistin û îşare bi navê Hizbullahê jî kir û herwisa ragihand ku Serkomarê Amerîkayê pêngavên mezin bo Sûriyê hilgirtine û dê li hevdîtina xwe digel Serkomarê Amerîkayê de li derheq pêwendiyên li navbera Sûriye û Amerîkayê de gotûbêjan bike.

Pêştir “Es`ed Hesen Şêybanî”, Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihandibû ku bo hilveşandina hertimî ya dorpêçên Amerîka bo ser Sûriyê dê serdana Amerîkayê bike.

Herwisa li vê derheqê de Senator “Lîndsî Giraham” jî ragihandibû biryar e digel çendîn senatorên din ên Amerîkayê digel wezîrê Derve yê Sûriyê hevdîtinê bikin.

Dewleta Sûriyê dixwaze lihevkirinek ewlehî digel Îsralê wajo bike ku derbek herî giran bi pîlan û fitneyên rêjîma Îranê li deverê bi taybet li Sûriyê û Lubnanê ye.