Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cêjna evîndarên azadiyê

19:27 - 22 Kanûna Paşîn 2023

N: Nûredîn Sofîzade

2 yê Rêbendanê di dîroka gelê Kurd de, rûpelekî zêrîne ku netewa Kurd şanaziyê pêve dike, û hemî Kurdekî welatparêz û rizgarîxwaz bi a xwe dizane.

Di roja 2 yê Rêbendana 1324an a Rojî, di hemberî 22 yê Kanûna Paşîn a 1946an a Zayînî, bi berçavgirtina rewş û derfeta hatî pêş, jialiyê Hizba Demokrat a Kurdistnê ku 5 meh bû ev Hizb hatibû avakirin, li Rojhilatê Kurdistanê de, Komara Kurdistanê hate ragihandin û xweziya dîrokiye Kurdan hasil bû.

Navend û paytextê vê hikûmeta moderne Kurdan bajarê Mehabad ê li Rojhilatê Kurdistanê bû û Pêşewa Qazî Mihemet ku rêberê Hizba Demokrat jî bû, bû serkomarê Komara demokratîke Kurdistanê.

Di vê nivîsînê de ez naxwazim biçme ser hûrgiliyên dîrok û derfet û çavaniya damezrîna Komara Kurdistanê, belkî dixwazim amajê bi hinek xal û mijarên girîng bikim ku ev Komara çavan a hemî Kurdan bû, û çima heya nihajî gelê me xweziya çêkirina ji nûve ye komarekî hevşêweya Komara Kurdistanê ye û heya niha jî xebat ji bo wê yekê tête kirin.

Hemî aliyek dizane ku xêncî destkevtên netewî û rizgariyê û avakirina Komarekî demokratîk û pêkanîna statoyekî bi navê dewlet û deshilata Kurdî ku hebxwe qedera xwe bidestve girtin, Komara Kurdistanê xwediyê hinek taybetmendiyên girîng bû ku lewmaye heya niha jî gelê me xebatê dike bo bidestveanîna wan destkevt û mafane ku mînaka herî başe wê Komara Kurdistanê bû.

Ev xalên girîng çine?

1 – Di jêr deshilata Komarê de bû mafê Civakî, Çandî, Siyasî, Baver, Olî, Qatî, Regezî bi avayekî herî demokratîk bo hemî hevwelatiyên nawçên jêr deshilata Komarê de hatibûne berçavgirtin û dabînkirin.

2 – Di Komara Kurdistanê de û bi hegera wan maf û azadiyên demokratîk bû ku hem astê hişyariya xelkê çobû serê, hem heta nîştmanperwerî û netewî zêde bû û geşe kir, bi avayekê ku hemî kesê xwe xwediyê Komarê û destkevtên vê dizanî û amade bû li pêxema parêzgarî ji nîştman û komarê, canê xwe jî gorî bike.

3 – Heya îro rojê jî bo gelê me û hemî dost û dujminan re eyan bûye ku rolê bi rêkxistin kirin û birêve birin û damezrandin a Komarê ji aliyê Hizba Demokrat ve bû, lewra em dibînin ku di demekê de hinek kes û alî cehdê dikin ji bona kêmreng kirina rolê pêşengayetiya rêkxistin û Hizban, lê di dîroka dûr û dirêje piştî jinavçuna Komarê heya niha, gelê me, carekê bo hemî caran ev êke dane kivşê ku hekî hiviyek hene ku di pêşerojê de destkevtekî hevşêweya komarê hebin, bê guma divê dîsan her ev erkê avakirin û birêvebirin û parastinê li ser milê Hizba demokrat û sîstema hizbayetiyê be.

4 – Serederî û teamola Komarê di gel pirs û kêşeya pêkvejiyana hemî cudahiyan û bi taybetî di gel netewên xeyrî Kurde cîranê Kurdan û Axa Kurdistanê, hevkarî û hevahengî û hevpeymaniya Kurd û Turkên Azerî û Komara Kurdistanê û Hikûmeta Demokratîke Azerbaycanê, di serdemê Komarê de, baştirîn mînak û çareseriye ku hertim dikare bo me ders û mînak û ezmûnek be bo jê fêrbûnê ku em bikarin di pêşerojê de bikar bînin.

Ger li wê demê ve heya niha xebat û berxwedan bi taybetî ji aliyê Hizba damezrênerê Komarê ve bê rawestiyan berdewam bûye û ev Hizbe “PDKΔ xwe warisê Komarê û wan xalên serve hatinî baskirin dizane, di resaleta xebata xwe de heya niha jî xwe berpirsyar dizane li hember wan destkevtane de û sozdare ger li pêşerojê de Kurd û Kurdistan bigîje mafê netewiye xwe, hemî ev xalên hatinî baskirin wek şanaziya di deshilata Komarê de bêne cîbicîkirin û parastin, Hizba Demokrat jêveye bi derbasbûna zeman, netenê ev rêkar û mijarane evn nebûne, belkî rêkar û xalên herî girîngin ku niha jî dikare bi avayekî herî pêşkevtî û modern û demokratîk bo birêveberiya statoya Kurdistana azad bêne bikaranîn.

Şoreşa niha a Kurdistan û Îranê “Şorişa Jîna” yê bi dijî dîktatoriya Îslamiya Îranê, hekî bo xelkê dinêye seranserî îranê tenê bo ji navbirina dîktatoriyê û bi destve anîna azadiyên siyasî û civakî û yên dinê be, bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hinek armancên dinê jî hene ku li ser hemen resaleta mîrasên Komara kurdistan ye ku bi nemana Dîktatoriyê Îran dûrbe ji Îdolojîkekî taybet, li destê neteweyekê û ziman û çandekê de, belkî Îran a hemî xelk û netewên cuda cudaye Îranê be, û Kurd jî bikarin li Rojhilatê Kurdistanê de qedera xwe bigirne dest xwe û wan maf û azadî û destkecvtên hevşêweya Komara Kurdistanê bidestve bînin.

Xwedîkirin û geşandin û vejandina vê hesta netewî, welatparêzî, êkitiya netewî û êk gotariya siyasî bo bidestve anîna wan destkevtan jî li Kurdistanê de, mirov dikare bibêje ku ji a heçî nawçe û neteweyekî dinê ye Îranê zêdetir û piştir be.

Hemî ev xalanene ku bûne cihê şanaziya Kurdan ku îro rojê hemî xelkê Îranê Kurdan û Rojhilatê Kurdistanê û Hizbên vê û bi taybetî PDKÎ wekî xwedî ezimûn û cihê lêfêrbûna xwe dizanin û bio pêşengê vê şoreşê û olgu û cihê hivya xwe dizanin, eva jî şanaziya herî mezine.

Bingeha vê şanaziya Kurdan û PDKÎ jî vedigere bo ezmûn û destkevtên damezrandina Komara Demokratîke Kurdistanê û gelê Kurd jî baş dizane ku wê hizbê hemî qonaxên dijvare xebatê bihorandine bona careke dinê ji nûve bidestxistina destkevtên hevşêweya Komara Kurdistanê û li wê rêkê de jî gelek nirxên giran dane û rêberên mezine xwe her ji Pêşewa Qazî Mihemedî serkomar ve bigre heya digîje Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî û hezaran Kadr û Pêşmergên Kurdistanê, eva jî bûye sedemekî baş bo evê ku gelê me wê Hizbê bi pêşengê xwe bizane û xwe jê cuda nezane û xwe erkdar bizane ku tewawkerê wê xebatê bin, lewmaye ku em dibînin îro rojê xort û keç û kurên Rojhilatê Kurdistanê çawan li ser şeqaman sîngê xwe didne ber çekên rejîm, hemî ji bona bidestve anîna wan daxwaz û armancane.

Cêjna Îsal a 2 yê Rêbendanê salvegera damezrandina Komara Kurdistanê, cêjna şehîdên wê şoreşê ye, Pîroz be ji malbatên serbilinde şehîdan û bi hivya bidestve hatina armancên Komarê.