
Serokê ofîsa baştirkirina xwarinan a civakê ya wezareta tenduristiya rêjîmê ragihandiye ku her salê derdora 400 heta 420 hezar kes li Îranê de canê xwe ji dest didin ku 1 li ser 3 a wan mirinan bi sedema pirsgirêkên xwarinê ne.
Axaftinên wî berpirsê rêjîmê dide xuya ku çendîn pirsgirêkên din ên bi sedema nebûna xwarina hewce û tendurist li Îranê de bi lezgînî rû bi zêdekirinê ve diçin û pêka gotina wî berpirsê rêjîmê, nêvinciya bejinkurtiyê li Îranê li derdora %5 e û ji her 5 zarok û nûgihanan, yek tûşî kêşa zêde û qelewiyê bûye û xwarina seraneya goşt li Îranê ku dibe 90 girem be, gelek kêmtir ji 50 giremî ye.
Herwisa Zanîngeha Zanistên Pizîşkî li bajarê Têhranê belav kiriye ku zêdetir ji %80 a xelkê Îranê yên ku temenê wan zêdetir ji 50 salî ye, tûşî pirsgirêka hestiyan hatine û zêdetir ji %63 a bitemenan li Îranê, madeya kelsiyoma hewce naxon, anku dest van nakeve.