
Xelkê bajarê Şinoyê bi sedema nebûna alava “CT Scan” li nexweşxaneyên bajarê Şinoyê, neçar in bi xerckirina dirafek zêde û hatin û çona derdora 100 kîlometran, serdana nexweşxaneya bajarê Pîranşarê bikin ku alaveke “CT Scan” livê heye.
Li bajarê Pîranşehrê jî hem avakirina nexweşxanê û hem dabînkirina alava “CT Scan” bi tevavî ji aliyê xwebexş û xêrxwazên wî bajarî ve hatiye dabînkirin û rêjîmê bilî azardan û çêkirina astengî û pirskirêkan, heta niha ti alîkariyek bi wan nedaye.
Tevî ku rêjîmê çendîn sozên avakirina nexweşxane û anîna alavên pizişkî yên hewce bo wan bajaran dane, heta niha tevaviya sozên wan bi direv derketine û pêka gotina xelkê, rêjîma Îranê bizanebûn ti karekê bo xelkê nake û dixwaze ku jêrxanên tenduristî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ji nav herin, hawara xelkê ji nebûna îmkanatên pizîşkî û sozên çewt ên rêjîmê bilind bûye.