N: Jêhat
Ev serê pitir ji 4 mehane ku şoreşeke seranserî bi dijî dîktatoriya Îslamiya Îranê dest pê kiriye, bi berewajiyê hemî carên derbasbûyî, vê carê hemî qat û texên seranserî yên Îranê û hemî Ol û Netewe û cudahiyên Îranê de, ev şoreş bi awayeke yekgirtî û yek deng bi dijî dîktatoriya wilayeta Feqîh dest dane hev û yekîtî û yekrêziya vê carê bûye sedem ku hem rejîma Îslamî seh bi sernixûniya xwe dike, hem ev yekrêziya bûye sedemê rakêşana piştewaniya berfireh a navdewletî û hem hêz û aliyên siyasî yên dijberên rejîmê seh bi yekrêzî û hevdengiya xwe kirine.
Ez dixwazim di vê nivisê de li ser xala herî dawî anku hewcehiya yekrêziya opozîsyonê rawestim û aliyên cuda yên vê mijarê, bixim ber çavên we xwînerên hêja.
Altirnatîv anku deshilata piştî nemana rejîma Wilayeta Feqîh, mijareke ku ev heyama 4 mehan e bûye basa nav hêz û aliyên siyasî yên dijberên rejîmê, û hem xelkê yekgirtî û yêkdeng ên navxweyî welat benda çêbûna altirnatîvekê ji aliyê opozîsyonê ve ne, hem jî ev hêz, sazî û welatên ku piştgîriya şoreşa xelkê Îranê bi dijî rejîma Îslamî dikin bendê ne, herweke xelkê navxweyî Îranê û opozîsyon jî yekgirtî be daku ev jî bizanin dê digel çi aliyekê bikevin danûstandinê û alîkariyê.
Herweke hemî aliyek haydar e, Îran welateke fire reng, fire kultûr, fire Ol, fire netewe ye û xelkê navxweyê welat bi hebûna wan cudahiyan dest dane destê hev û şoreş kirine da ku belkî piştî nemana rejîma Îslamî, hemî ev aliyên cuda bikarbin bigihîjin bi maf û azadiyên xwe ku di heyama deshilata 2 dîktaroriyên Paşayetî û Îslamî de hemî mafeke wan li jêr navê yek Milet, yek Ala, yek Xak, yek Omet, yek ziman û yek çand de, mafê wan jê hatiye zevtkirin.
Xelkê Îranê bi hemî cudahiyên xwe ve, hest bi vê yekê kirine ku Îrana piştî nemana rejîma Îslamî, divê Îrana hemiyan be, divê hemî xwediyê mafê wekhev bin, sîstema hikûmeta dahatî divê hemî cudahiyan bibîne, divê sîstema birêveberiya giştî ya welat ji aliyê hemî cudahiyan ve bê îdare kirin, nabe ku carek din welatiyên pile yek û pile dû û sê hebin.
Bitaybetî Îran pêkhatiye ji çendîn neteweyên cuda yên wek: Kurd, Belûç, Ereb, Tirkemen, Turkên Azerî, Fars û gelek etnîkên din, ku ev neteweyên han ji bilî Farsan çi yek xwediyê mafê neteweyî yê xwe nebûne, belkî ziman, çand, dîrok, xaka wan ji aliyê hikûmetên navendî ve hatiye înkar kirin.
Îzina îdarekirin û birêveberiya navçên wan, bi wan nehatiye dan, xaka wan hertim weke xakeke dagîrkirî hatiye dîtin, ziman û nasnameya wan qedexe bûye, baskirin ji çand û dîroka wan netewan tawan bûye.
Îro hemî ev neteweyên han bi dijî dîktatoriyê serî hildane, li serîde bona bi destveanîna maf û serweriya neteweyî ye.
Bi berçavgirtina wan rastiyan divê hemî hêzên opozisyonê li devra pilatformekê kom bibin ku wan rastiyan qebûl bike.
Xêncî totalîteriya rejîma Îslamî li warê civakî û sinfî û Olî û …. hwd, rejîma Îslamiya Wilayeta Feqîh jî wekî rejîma berî xwe a Paşayetî, ti cudahiyek di nav Îranê de nedît û heçî deshilatek li navenda Îranê de qorix kir.
Niha ku pitir ji %70 xelkê Îranê xeyrî Fars in û ji neteweyên Kurd, Belûç, Turkên Azerî, Tirkrmen, Ereb û yên din in, û bi awayeke herî radîkal pêşengê wê şoreşê ne, asta hişyariya wan ji bona zevtkirina mafê xwe biqasî çûye serwe ku bê guma ewqas hêz hene ku bikarin peyama xwe bigihînin bi opozisyona derweyî welat ku ti hêz û aliyek êdî wir şûda nikare hilgirê wê xevn û xeyalê be ku careke din hemî deshilatê li navenda Îranê de di destê kite dîktatoreke îdolojîk an malbat û neteweyekê de qorix û zevt bike.
Hemî neteweyên Îranê cehdê dikin ku bighîjn bi maf û azadiya netewey ya xwe û her hemî jî xwediyê hêz û aliyên siyasî yên pêşeng ên xwe ne ku ev hêz nûneratiya xebata wan ya netewî dikin, lewma ti hêzeke opozisyona seranserî bi tenê nikare bibe altirnatîv, meger ya ku bi awayekê demokratîk û sikolar îtirafê bi mafê hemî netewan bike û hakimiyeta dahatî ya Îranê bi beşdariya nûnerên wan netewan îdare bike û deshilata birêveberî û hemî mafê neteweyên cuda cuda bê dabîn kirin.
Ev hizr û teoriya pêşniyar û mijara herî bi cihe ku bikare wan netewan razî bike, hekî ne Îrana yekparçe ku dilê parek ji opozisyonê jêre lêdide, aliyê kêm dê bibe 6 parçe.
Renge ev dabînkirina mafê çarenivîsiya neteweyên Îranê li Îraneke demokrat û federal de, aliyê herî kêm mafê wan netewan be, û dikare wan aliyan jî ji nigeraniya perçe bûna Îranê bi 6 welatan, ji nigeraniyê der bixe.
Heçî aliyeke siyasî û opozisyon, hekî niha jî negihîştibe wê qinaetê ku Îran dibe ya hemî Îraniyan be, bêguman di fikr û mejiyê xwe de ji herdû dîktatoriyan xirabtir û dîktatortir e û bi destê xwe neteweyên bê maf yên Îranê pal dide ku xwe amade bikin bo şereke giran digel navendgeran, an bo heta hetayî tiştek bi navê welatê Îranê li ser xerîta cîhanê namîne.
Tenê serkevtina şoreşa JÎNa yê bi ser dîktatoriya Îslamî de, yekîtî û yekrêziya opozisyonê û hevdû qebûl kirine.