N: Nûredîn Sofîzade
Vê carê şoreke cuda ji carên pêşda, bi şiklê cuda, diruşmên cuda, armaceke cuda, ev nêzî 4 mehane ku li Îranê de bi dijî dîktatoriya rejîma Îslamî destpêkiriye û keya niha jî bi awayê cur bi cur dom dike.
Vê şoreşê li Rojhilatê Kurdistanê destpêkir, ev jî xwedî derkevtina gelê Kurd ji kerameta keça Kurd a bi navê Jîna Emînî xelka bajarê Seqizê bû ku li Tehrana peytextê Îranê kevte ber êrîş û lêdana hêzên cinayetkar yên rejîma dijî mirov ku vê keça Kurd bi vê sedemê canê xwe ji dest da.
Lêreda naxwazim basê bûyerên di vê heyamê de bikim, belkî dixwazim cudahiya vê şoreşê û xalên serkevtinê yên vê bikim.
Di destpêka vê şoreşê de heya niha gelek destkevtên girîng hebûne ku ev jî nîşana serkevtina bi ser dîktatoriyê ye, wirda dixwazim amaje bi çend xalên girîng ji wan serkevtinan bikim.
1- Yekitiya di astê seranseriya Îranê de çêbûyî ku di heyamê deshilata reş a wê rejîmê de bê mînak bû.
2- Pêşengiya Jinan li her qad û çalakiyeke wê şoreşê da, ku ev jî bê mînak bû, dengê pêşengiya jinan di vê şoreşê de bona rizgarî ji destê dîktatoriyê û bidest ve anîna mafê xwe û li ser xwe wêde birina sitema sîstematîka çend qat li astê dûnyayê de deng veda û karî bala hemî xebatkar û parêzer û bervankarên mafê jinan û deshilatdarên zaf welatan û sazî yên navnetewî bo aliyê xwe rakêşe.
3- Yekitî û hevdengiya hemî netewên pêkhînerên Îranê, ku heya niha bêmînak bû û rejîmê di heyamê derbas bûyî de karîbû bi sedema nebûna hevahengî û yekrêziya di navbera wan netewan de, dirêjiyê bide bi dîktatoriya xwe û bo vê armancê jî rêjîmê hertim cehda çêkirina kêşe û tevdaniya di navbera netewan dida.
4- Yekitiya di navbera hemî Ol û ayînên cuda ye di nava Îranê de, bi hemî cudahiyên baweriya xwe, lê, vê carê hemî xelkê girêdayî bi heçî baver û olekê, karîn vê çeka cudahiya olan ji dest rejîma dîktator bistînin ku ev 44 sale bi dijî hemî xelkê welat bikar tîne.
5- Yekitî û hevdengiya di navbera hemî qat û texên cuda cudaye di Îranê de, wek bazarî, bajarî, gundî, esnaf, kirêkar, xwendikar, mamostayên olî û mamostayên zankoyan, perestar, hunermend, sînemakar, werzişvan û ... hwd ku di heyamê deshilata reş a vê rejîmê de bê mînak bûye.
6- Yekitî û yêkdengiya di navbera şoreşa navxwe û hemî çalakên Îranî û opozîsyonê li derveyî welat ku bê guman çalakiyên derve yên Îraniyan û girse û xwenîşandanên wan kariye bala civatgeha navneteweyî zêdetir bo aliyê wê şoreşê ve rabikişe.
7- Piştevaniya welat û deshilatdarên zaf welatan ji vê şoreşa vê carê ye Îranê bi dijî dîktatoriya rejîma îslamî ku li dîrokê de bêmînak bûye û bitaybetî li heyamê deshilata vê rejîmê de bê mînak bûye.
8- Hevdem digel vê şoreşê netifaqî û xwe cuda kirina pareke berçav ji deshilatdarên rejîmê ji deshilata dîktator û heta li asta malbata Elî Xameneyî yê dîktator bixwe û kevtina digel pêvajoya şoreşê.
Belê ev xalên serwe û renge gelek mijar û xalên din jî hebin, hemî ev mînakan in ku em dikarin pê piştrast bin ku ev şoreşa zû yan direng dê serkev.
Renge hevdem digel wan xalên erênî, hinek xalên nerênî jî xuya bin, lê, bêguman îrada serkevtin û berxwedanê zêdetire û hemî nîşana eyana serkevtina vê şoreşê ne û serixûniya dîktatoriyê gelek nêzîke.
Ev gotara li hejmara 437`an ya Rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.