Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qetlîama Li Parîsê Rûda û Helwesta Kurdan

10:23 - 8 Kanûna Paşîn 2023

N: Mustefa Oziçelik

Roja 23yê Çileya Pêşîn a 2022yê, kesekî Fransiz ku temenê wî 69 sal e, li Parîs a paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Piştî vê êrîşê, gelek çalakî û xwepêşandanên cûr bi cûr hatin li dar xistin. Lê ya herî balkêş ew bû ku, hinek  Kurdên têkder, xerabker, vandal, li Parîsê bi navê nerazîbûnê êrîş birin ser dukan û cîh û war û otomobîlên xelkê û park û baxçeyan û gelek der şewitandin.

Ew kesê Fransiz yê ku êrîşî kurdan kiribû, xwe wek kesekî nîjadperest pênase kirîye, wek psîkolojîk kesekî  nexweşbûye û berê jî ji ber kiryarên nîjadperestî cezaya hefsê xwarîye, hatîye girtin.

Herçiqas ev kiryara wek kiryareke takekesî hatibe nîşandan jî, tecrubeyên heta îro nîşan dane ku, di kiryar û êrîşên bi vî rengî da destên hinek dezgehên îstîxbaratê û hêzên tarî her hene.

Cîhê mixabinîyê ye ku,  yên di wê êrîşê da hatîne qetil kirin û birîndar bûne, yên mexdûr jî kurd in; yên ku di encama wan êrîşên bi navê kurdan li cîh û war û otomobîlên xelkê Fransayê hatîye kirin da, wek prestîj zerar dîtine jî her kurd in.

Wan kesên ku bi navê kurdan ew êrîşên terorî, nemirovî , xerabker  birine ser cîh û otomobîlên xelkê Fransayê, bi kîjan armancê û li ser navê kîjan partîyê, rêxistinê û dezgehê ew kiribin jî, di encamê da ji dijmin û xêrnexwazên miletê kurd ra xizmet kirine.

Ev êrîşa li Parîsê li kurdan hatîye kirin û êrîşên terorî yên hinek kesan li ser navê kurdan li cîh û war û otomobîlên xelkê Parîsê kirine, di demeke weha da rûdaye ku,  Dewleta Fransayê di derbarê kurdan da sîyaset û helwesteke erînî  dimeşîne û di raya giştî ya Ewropayê da di derbarê kurdan da piştgirî û sempatîyek berfireh çêbûye . Ev jî cîhê balê ye. Di encama herdu kiryaran da yên zerar dîtîne Dewleta Fransayê û gelê kurd e. Ev encama jî nîşana wê yekê ye ku, yên êrîş birine ser kurdan û yên li ser navê kurdan êrîşên têkder, terorî kirine ji yek armancê,  ji dijminên Fransayê û ji dijminên kurdan ra xizmet kirine. Ma gelo ev dikare tesadufek be? Mixabin, qaîdeyên zanistê û tecrubeyên heyî,  ji me ra nabêjin ev kiryarna  tesaduf in.

Helbete ku em bangî rêzdar Macron dikin da ku  di demeke kurt da sebebê vê êrîşê û yên li pişt vê êrîşê ne bêne dîyar kirin û êrîşkar jî bê ceza kirin. Lê divê em bibînin ku, piştî vê  êrîşa li Parîsê li kurdan hate kirin, Serokê Fransayê Rêzdar Emmanuel Macron di derbarê vê êrîşa çekdarî da hevxemîya xwe dîyar kirîye û gotîye kurd bûne armanc. Ev helwesteke erênî ye. Herweha Seroka Beledîyeya Parîsê seredana cîhê bûyerê kir. Beledîyeya ku bûyer lê rûdaye Alaya Kurdistanê hilda û wek tazîye û rêzgirtinê Alaya Fransayê li wê beledîyeyê nifs kirin.

Divê em  alîyên erênî û neyênî yên Ewropîyan bi hev ra binirxînin

Piştî kesên ku bi navê kurdan ew êrîşên terorî, xerabker  birin ser cîh û otomobîlên xelkê Fransayê, hinek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurdan, piştgirîya van kiryarên terorî kirin û gotin ‘’Ev kiryarna, li dijî durûtîya Fransayê û Ewropîyan kiryarên meşrû ne, berteka însanî ya hinek ciwanên kurdan e’’.

Helbete gava em Fransayê û Ewropîyan dinirxînin, nabe ku em bes bi yek alî binirxînîn û şîroveyan bikin; divê em bi alîyên wan ên erênî û neyênî  nirxandineke du alî bikin.

Gava ku em behsa hinek helwest û sîyaset û kiryarên erênî yên Fransayê û yên Ewropîyan dikin, divê em helwest û sîyaset û kiryarên wan ên di dîrokê da jî jibîr nekin.

Em baş dizanin ku ji destpêka sedesala 19ê heta destpêka sedsala 20ê,  li gel Dewleta Osmanî û Îranê,  dewletên wek Fransa, Brîtanya, Rûsya,  Almanyayê jî  di rêlibergirtina dewletbûna Kurdan da bûne aktorên esasî. Herweha em baş dizanin ku Fransa û Brîtanya  bi Peymana Lozanê aktorên sereke ne ku Kurdistan kirine çar perçeyan.

Em baş dizanin ku Emerîka, Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê ji roja îmze kirina Peymana Lozanê heta destpêka salên 1990î, hema hema tu carî piştgirîya kurdan nekirine, gelek caran rê li ber kurdan girtine, piştgirîya dewletên dagirkerên Kurdistanê kirine.

Di van salên dawî da jî, di kuştina herdu Serokên PDK Îranê, şehîdên Kurdistanê Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî da, di kuştina jina kurd Sakîne Cansiz û herdu hevalên wê yên jin ên Kurd da, dewletên Awûstûrya, Almanya û Fransayê mixabin lêkolîn û lêpirsîneke ewlehî, hiqûqî û dîplomatîk ya pêwîst nekirine; an ev êrîşna û qesasên wan  nedarizandin, an jî bi helwesteke gelekî sist çûne ser van êrîşan.

Ji alîyekî din ve jî, bi taybetî ji sala 1991ê ve heta îro, di derbarê kurdan da, li gel hinek helwest û sîyasetên Emerîkayê yên neyênî jî, em şahidê piştgirî, helwest û sîyasteke erênî ya Emerîkayê û Fransayê ne jî.

Helbete ku yê şikil dide sîyaset û helwestên dewletan, berjewendîyên wan ên dewletî ne. Di van 30 salên dawî da, car caran berjewendî û sîyasetên hinek dewletan, rê ji bidestxistina mafên neteweyî, niştimanî yên miletê kurd ra jî vekirîye. Nimûneya vê yekê ya herî berbiçav jî, helwest û sîyaseta Emerîka û Fransayê ya di derbarê Sedam Huseyîn û rûxandina Rejîma Beasê ya li Iraqê ye. Di sala 1991ê da bi pêşkêşîya Fransa û Emerîkayê, ji alîyê hêzên hevpeymanîya navdewletî ve,  li ser beşeke asîmanên Başûrê Kurdistanê biryara qedexeya firîna balafiran hat girtin. Vê biryarê bingeha rizgar kirina Hewlêrê, Silêmanîyê û Dihokê û bingeha Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ava kir.

Bi taybetî Fransa û herweha Emerîka( ji xeynî helwesta wê ya li dijî referandûma serxwebûnê û çavlêgirtina wê ya di 16ê cotmeha 2017ê da dagir kirina Kerkûkê û navçeyên ku mijara madeya 140î ne), li Başûr Kurdistanê ji bo piştgirîya kurdan, ji bo yekgirtina hêzên pêşmerge, sîyaset, alîkarî û helwesteke erênî dimeşînin. Herweha di destkeftinên  ku îro li Rojavayê Kurdistanê da hene û di hewlên ava kirina tifaqa Kurdî-Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê da roleke gelekî girîng ya Fransayê û Emerîkayê  heye.

Fransa û Emerîka li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di şerê kurdan ê li dijî DAIŞê  da jî piştgirê kurdan bû.

Fransayê li himberî Referandûma Serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê helwesteke neyênî nîşan neda.

Fransa li himberî sîyaseta Tirkîyeyê  ya li dijî Rojavayê Kurdistanê jî, piştgirîya kurdan dike.

Tirkîye ji helwest û sîyaseta Fransayê ya piştgirîya kurdan dike gelekî aciz e.

Divê em li cîhanê dijminên xwe kêm, dostên xwe zêde bikin

Piştî kuştina keça kurd Jîna Emînî, raperîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê, di qada navnetewî da û di raya giştî ya gelên Ewropayê û gelên din ên cîhanê da ji bo kurdan piştgirî û sempatîyeke mezin bi xwe ra anî. Bi taybetî li Fransayê jî ev piştgirî gelekî baş bû.

Gava ku em vê sîyaseta Fransayê ya  ji bo piştgirîya kurdan ya van salên dawî didin ber çavan, meriv baş têdigihîje ku Tirkîye, Îran, Sûrîye çima ewqas ji Fransayê aciz in. Û meriv baştir têdigihîje ku, wan êrîşên terorî, xerabker  yên  hinek kurdan birin ser cîh û otomobîlên xelkê Fransayê, çiqasî di berjewendîyên Tirkîye, Îran  û Sûrîyeyê da ne, çiqas zerarê dide kurdan.

Mixabin, gava ku meriv encamên wan êrîşên xerabker û terorî dide ber çavan, ne mimkune ku meriv van êrîşan bes wek êrîşên çend  ciwanên ku bi hîsîyat tevgerîyane, wek bertekeka çend kesên ji Fransayê acizin pênase bike. Aşkereye ku destên hinek îstîxbarat, dewlet, hêzên tarî, organîzyon û dijminên kurdan tê da heye.

Di demeke ku rûdanên li her çar perçeyên Kurdistanê bi xweşî û nexweşîyên xwe ve tesîrê li hevdu dikin da, divê hemû kurdên cîhanê di her helwest, gotin û sîyasetên  xwe da bi berpirsyarî tevbigerin, rê ji xerabîyên xêrnexwazan ra xweş nekin. Divê hemû kurd ji hevdu ra bibin alîkar, piştgir.

Herweha divê hemû kurdên cîhanê dest bidin hevdu da ku li cîhanê dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin. Divê em rê nedinê ku hinek kes li ser navê kurdan, bi provokasyon û sîyasetên xerabker, wan şaxên darê yên ku di bin lingên kurdan da ne bibirin.

Yekgirtina kurdan her zerûrî ye; lê piştgirîya dewletên mezin û ya gelên cîhanê jî bi qasî wê girîng e.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Ev gotara li hejmara 437`an ya Rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.