N: Vênûs Fayîq
W: Hesen Mukerem
Li peyketina keiçka Hûyanê, bazdana ser keçikekê li Sulêmaniyê û nerhetkirina du keçikan ji aliyê kurekî li bajarê Kerkûrê, Sê nûçeyên herî balkêş ên du rojên dawî yên sala 2022`an bûn ku, van her sê bûyeran, Nemaze bûyera Hûyanê, ji aliyê xelkê ve, li ser medyaya civakî komek pirsên zêde li ser hebûn ku ji wan:
- Karê keçikê li cihekê ku ji keçan re ne guncav e û tenê xortên“nexwendevan wir in” çi ye?
- Çima wan xortan wisa û bi şêwazê neşaristanî û hovane ber bûne canê vê keçikê?
- Çima civaka Kurdistanê roj li pey rojê ber bi paremaynê ve dimeşe?
- Çi kesek li hember bûyerên wiha de berpirsyare?
- Digel pirsyarên han de jî, hûrdekariyên pir zêde kevtin ber çav, ku her yek ji wan bi şêwazên xwe êrîş dikirin û aliyek tohmetbat dikirin. Dibe ku aliyên Îslamî, partiyên desthilatdar, dezgehên ewlehî, malbat û sîstema perwerdehiyê be.
Hevalekî min got: “Ez ku xort im newêrim seredana cihên wiha bikim”. Min jê pirs kir: Çima? Di bersiva min de got: “Hemû gencên me nehatine perwerdekirin û nizimtirîn asta hişyariya civakî hene”.
Îca karesateke mezin ku di welatekê de ku, desthilatdar îda`a pêşkevtin û demokrasiyê bikin, lê, asta perwerdehiyê bi berdewamî di asta kêmitirinê de be û tevgera hişyariyê her di asta xwarê de be. Karesateke mezine ku di civakekê de festîvala Şaciwan û festîvala keçên model û konsertên stranbêjên biyanî birêve diçin, kiçî di cihek din de keç bi zileya lê bixin û weke qehbe binav bikin.
Karesateke mezine ku welatek berpirsên wê meht û pensa pêşkevtinê dikin û bajaran bi bajarên Dubayî û Parîsê dişbînin, kiçî di wan bûyeran de bilî ku baz didin ser keçikan û di cihek din de bi zile li mamoste dixin û li cihek din de keçike din bi zileyan lê dixin. Wira xemsariya desthilatê di vê yekê de dibînim ku piştî her yek ji wan bûyeran bilî ji bazdan û desteserkirina tohmetbaran, ti lêkolînîeke micid a wisa encam nadin û ti stratîjiyeke perwerdehiya kêrhatî pêşnyar nakin bona pêşî girtin ji diyardeyên wiha.
Bûyerên han biqasî aloz û dijwar in ku niqaş li ser bê kirin çimkî ya ku, di kanalên medyayî de hatiye dîtin vê îhsasê dide te ku, civaka me gelek pêşkevtiye, kiçî hundr dibî, bi dehan nexweşiyên derûnî dest nîşan dikî. Herçend ku kanalên opozîsyûn civakê dikin bi hovîtiyekê ku ti dewseke çak bûnê tê de nine û ti pêşniyar û altirinatîf û rêçareyekê pêşkêş nakin. Kesên xwedî ramana olî jî, wê bi azadiya keçan ve girê didin û wan bi serberedeyî tohmetbar dikin.
Pirsa herî girîn ku gelek dubare dibû: Çi kesek di vê derheqê de berpirsyar e. Min bixwe di posta xwe ya li barê vê bûyerê de desthilat bohmetbar kir, ku ev zêdeyî 30 salan e mejûlî berjewendiyên abûrî û madî yên xwe ne, ti kareke micid li ser bilind kirina asta hişyariya civakê encam nedan e. Di vê navberê de xelkek zêde bi tohmetbarkirina mela û mêrên ayînî kabuleke din li Kurdistanê çavnhêr dikin.
Li ser hev ez ji hemûyan re dibêjim: Di wan bûyeran de malbat, sîstema perwerdehiyê û sîstema îdarî her sê tohmetbarên sereke ne. Xemsariya malbat û seqet bûna sîstema perwerdehiyê di qonaxa bingehîn de digihîje bilindtirîn qonaxê, herwisa sîstema îdarî ku dezgeha hizbî û yên hikûmetî ku wan bi taybetmendiyan temisîl dikin, li derheq hişyarkirina civakê de û çakkirina sîstema perwerdehiyê, ti yek ji wan erkên rasteqîne yên xwe cî bi cî nekirine.
Ez behsa wê nakim ew cîhê ku keç li Hûyanê lê hatiye taqîbkirin û lêdan çiqas guncav e ku keçek wir bê dîtin an na? Pirs li derheq tişteke tirisnak de ye ku, ev jî, ev exlaqê herifî ya bikom a ku di wî cihî de ye, ku yek xort nayê dîtin cuda hizr bike, her weke ku di wêneyê de hat dîtin bikom keçik şopandine û bikom jî axavtinên xerab jê re gotine û bikom sivikatî pê tê kirin, eger ev yeka di vî welatî de bibe yasaya jiyanê, dibe xwazyê bû Kabolê bixwazin ku niha Taliban wir birêve dibe..
Ev gotara li hejmara 437`an ya Rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.