Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jin, Jiyan, Azadî

17:07 - 8 Kanûna Paşîn 2023

N: Nîştiman Urmiye

W: Hesen Mukerem

Di wan rojan de, silogana “Jin, Jiyan, Azadî” bûye kilîla şoreşa namumkin di Rojhilata Navîn a aloz de, di heqîqetê de jin “Ev koleya berê ya dîrokê” ye ku, bûye dujeh bo kevintirîn mêrsalariyê di Rojhilata Navîn de. Û bi peykera Şîetiya paşverû û siyasî ya ku jinê weke amûreke xizmetê ji armancên serdestî û hejimonyaya kapîtalîzmê de dibîne hejandiye, bi gotinek din di van rojan de geşbûna gelek planên lîstika kincan gihîştiye asta herî nizm û tepeserkirin û tundûtîjî jî dê di rûbirûbûna vê şoreşa jinê de pir bibandor nebe, ji ber ku herî zêde jin rastî zordestî û îstîsmarê hatiye.

Ku xwediyê zêdetirîn morala berxwedanî û hizra teslîm nebûn û ber bi pêşe çûnê ye, her ev teybetmendiyên han dîmenek taybet daye bi vê şoreşê û ev ji şoreşên din yên herêmê û heta di asta cîhanê de jî cuda kiriye. Her wekî ku şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê pencereyeke ber bi azadbûn ji kategoriyên kirîzên aborî û pêkhatiya paşverû ya civakê û bindestiya çînayetî, û bi heman awayî jî vekirina pencereyekê ye bo afirandina tirsê ji kûrahiya sîstema axûndî de.

Loma, serkevtina hişmendiya “Jin, Jiyan, Azadî” tê wateya xêzkirina xeta pûçbûnê li ser hişmendiya civaka mêrsalariyê, civaka çînayetî û newekhevî, serkevtina hişmendiyê dibe sebeba şikestxwarina îdola pergala axûndan, bi bê vê ku armancê bipêke tevahiya armancên wê di halê jinavçûnê ne, bi wateyek din di cerbandina xwandina çar dehkên serkutkarî de, niha ev bixwe dibe vê cerbandinê derbas bike, cerbandinek ku dê di her rewşê de rêjeya wê ya neyînî kêm bike û Ji ber cinayetên wan ên li dijî serhildana gel, ji bilî dorandinek giran tu çareyek nemaye.

Rola jinê di vê şoreşê de pir rengîn e û faşîzma zayendî a pêkhatî ji avakerên Îslam û mêrsalariya Şî`e, li dewra Îranê hatiye dorpêçkirin di halê berfirehbûn û teqînê ye, bi gotinek din rêya hişmendiya jinê li derdora Îranê de ber bi navendê, zêdetirîn rol lîstiye, wiha zincîrên vê şoreşê şiyana sekinandin û ji hev belavbûnê nine. Cewhera xwe naskirina jinê bo hemû qatên civakê berfreh bûye û hemû qat di halê vegeşîna jiyanek dubare ne.

Îmkan heye ku, encama vê şoreşê hinek dereng dest bikeve û demdirêj be, lê, tişta ku şiyana texmînkirinê ye, zincîrên wê ne ku ji qut nabin û şikestê jî naxwen, bi gotinek din hemû qatên civakê di bin bandora koalîteya şoreşa “Jîna”yê de cih girtine û pêkhatin û tevnvîsên qatên navbirî di paşerojeke ne pir dûr a civaka saxlem û dûr ji nesaxiyên bingehîn de, dê ji bo nifşên paşerojê weke mîratekê be.

Û ev yek ji taybetmendiyên bingehîn yên vê şoreşê ne ku, laş û rihê nesax yê vê rejîmê hejandiye, hema hema di tevahiya kategoriyên bingehîn, ji aborî heta  kategoriyên hûr di halê hilweşînê de ne û îmkanek zêde heye ku di paşerojeke ne pir dûr de li hember rewşa heyî de biçok bê, û xwar be, serî bitewîne û ber bi stûna îdamê ve here, ev gotin ji vejîna bê westiyan a jin û dayîkan di vê xakê de hatine û dibin nemir.

Ev gotara li hejmara 437`an ya Rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.