Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa Jina, ronesansek e li dijî çespandina hêz û serweriyê

17:24 - 8 Kanûna Paşîn 2023

N: Selam Îsmaîlpûr

Di van rojan de Îran û Kurdistan bi tevgereke nû ya şoreşgerî ducanî ye, ku berovajî mînakên din ên şoreşên berê yên cîhana sêyem, mirov dikare weke şoreşa herî pêşverû û mirovî bi nav bike.  Ew şoreşek e ku bi şikandina gelek klîşeyên îdeolojîk û tabû û sînorkirinên hevpar, bû şoreşa yekemîn ku jin, neteweyên bindest û girseyên dagirkar rola dînamîzma wê ya pêşeng lîstin û bi dirûşma navendî "Jin, Jiyn, Azadî" lîstin. Bingeha her sêyan jî bindestî û cudakariya bingehîn a zayendî, netewî û çînayetî ye.

Komara Îslamî wek jêdera hemû tepeseriyên curbicur û bingeha hemû bandeke mafya di bin tirsa rejîmeke siyasî de, heya niha hemû ezmûnên tepeserkirin û tawankariyên xwe yên li Çînê bi kar aniye. Rejîmê xwast vê serhildanê bitepisîne, lê di têkbirina gel û şervanan de bi ser neket.  Agirê ku bi rijandina xwîna Jîna Emînî keça bêguneh a Kurd bi canê rejîmê ket, agirê wê bi lez û bez ji Kurdistanê ber bi deverên din ên Îranê ve belav bû û hevbendiyeke şoreşgerî di navbera tevgerên civakî yên pêşverû û neteweyên cuda de çê kir. Li Îranê û di asta cîhanî de, hevxemiyek ji bo piştevanîkirina şoreşa gelên Îranê derket.

Lê ev yekdengî û yekrêziya ku li ser kolanan pêk hat, ji destpêkê ve ji aliyê du tevgerên taybet ve hat nefretkirin. Ya yekem rejîma Komara Îslamî bû û ya duyem jî hinek kes û komên siyasî yên li benda paşatiyê bûn ku xwe weke take parêzvanên netewî û alternatîf binav dikirin.

Tişta ku em di vê gotarê de lê digerin, ew hewlên armanckirî ne ku ji destpêka serhildanê ve ji aliyê nûnerên gotara totalîter a navendê ve ji bo pûçkirina dirûşman û valakirina serhildanê ji wate û têkoşînên radîkal hatine kirin.  Lez û berferehiya serhildana ku ji aliyê neteweyên bindest û bi taybetî netewa şoreşgêr a Kurd ve hat destpêkirin û bi rê ve birin, û cudakariya zayendî, ango jinan, bi awayekî xwezayî tirs û çavnebariya hevrikên siyasî yên kevneperestî li navendê derxist holê û her çiqas li ser rûyê erdê digotin ew piştevanên serhildan ne, lê bi rastî di bangewaziyên serhildanê de xwe paşve kişandin û li bendê bûn eger serhildan bi ser keve, di asta navdewletî de bêjin wan bi ser xistiye û eger jîm bi ser nekeve, di hundurê xwe de hest bi dilxweşî û serfiraziyê bikin.

Ne bê sedem bû ku li gel dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" pêşî dirûşma "Jin, Jiyan, Pehlewî" û dû re jî slogana bêbandorker "Zilam, Welat, Avedanî" hatin çêkirin ku tirsa wan ji metirsiyên li ser histûnên kevneperestî yên desthilatdariyê, baviksalarî, yekparçeyiya axê û geşepêdana aborî, û şikandina tabûyên rewşenbîrî û "mafê çareninîsê" û azadiya rasteqîn û rakirina cihêkariyê li dijî hemû nasname û komên zayendî yên bindest nîşan dide. Ew tirs li hember diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû. Şoreşa ku ne tenê li dijî rejîma niha ye, lê belê li dijî bingehên rewşenbîrî û warên kevneperestî yên desthilatdariyê û berjewendiya wan ji rantê ye.

Wan lîstika ala kevn a xwe derxistin holê ku dibêje "Îran yek netewe ye û cihêrengî û cudahiyan înkar dike". Wan xwe li pişt dirûşma "yekparçeyiya axê" diveşartin û hevgirtinê li endamekî malbata dîktatorê berê yê hilweşiyayî ve girê didin. Kurê dîktatorê berê, gelek caran hezkirina xwe ya ji bo Supaya Pasdarên terorîst û artêşê û alavên din ên kuştin û tepeserkirinê ya li dijî miletên bindest nîşan daye û bi hemû hêza xwe hewl daye ku yekitiya şoreşgerî ya gelan lawaz bike û neçalakî û reşbîniyê çê bike. Û bi taybetî jî ji bo dûrxistina navendparêzan ji îdealên pêşverû yên şoreşa Jîna, tevgeriyan. Wan di vê navberê de gelek ziyana li bizava demokrasîxwaz a gelê Îranê dan û berjewendiya wê ketiye nav bêrîkên rejîma Komara Îslamî.

Kurê dîktatorê berê ku dibîne ku pareke sloganên şoreşgerî yên li kolanan “Bimre zalim, çi padîşah, çi serok” e. Ji aliyekê ve ew li derve hewl didin bêjin ew çalakvanên pêşverû ne lê dîsa jî Şoreşa Jinê ji rêbazê derxînin û xwestekên ji bo mafên neteweyên bindest û jinan sansor dikin û li wan mikur nayên.

Ji aliyê din ve jî bi bilindkirina dirûşmên baviksalarî û behskirina karesata li ser yekparçeyiya axê, dixwazin bêjin ne Komara Îslamî, lê Îran wek welat û sîstemeke exlaqî di metirsiyê de ye. Bi vî awayî rê li ber wê yekê digirin ku qata gewr a civaka Îranê ya ku li navenda Îranê ye tevlî serhildana gel bibe.

Di vî warî de, bi helkefta 21ê Azarê, salroja tepeserkirina neteweyên Tirk û Kurd û rûxandina hikûmetên otonom ji aliyê artêşa bavê wî ve, kurê dîktatorê berê, ew kiryara gemar weke rizgariya Azerbaycanê û roja netewî binav kir. Bi vî rengî, wî xwe bi awayekî berçav ji rastiyên kolanan û dûrbûna xwe ji dengê gel xistiye holê û piştgiriya xwe ji zextên rejîmê li Kurdistan û Belûçistanê nîşan dide.

Ramanên weha di nav hêzên din ên navendparêz de kiryar hene, lê belê ev kiryar û xewnên wan nabe me ji hewlên me ji bo dijatiya rejîmê dûr bixînin. Dîskursa wan Kurdistan û herêmên netewên din ên bindest wek mîrateya serketinên padîşahên kevnar û mîrata bav û kalên wan dibîne û xwediyên rastîn ên van erdan, kirêdar û bind.

Ev gotara li hejmara 437`an ya Rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.