N: Agirî Botan
Di ola Zerdeştiyê de her û her şîretên bona parastin û paqişîkirina xwezayê ya li cîhanê tê kirin.Her weha diyalekta xwezayê di her warî de bi hûrbinî tê ravekirin.
Bawermendên vê olê her roj sê caran ji bo afirandina cîhan û hemû qenciyên xwezayê destên xwe ber bi rojê ve bilind dikin bi şêweya perestî lawayên şêkirandina qenciyan ji afirêderê nemir,baş,pak û mezin Ahûra Mezda re dikin.Jê pê ve tê de her û her afirandin û taybetiyên wê, wekhevbûna her hebûn û zindiyan-ku xweza di hundurê xwe de cur bi cur hebûn û zindiyan dihewîne-tê behs kirin.Ji bo berdewamiya vê jiyanê ya di vê jîngeha hevpar de gelek caran hişyariyên xwezaparastinê li mirovan tê kirin.Di van jêgiran de ji bo berdewamiya jiyana zindiyan giringîya parastinê ya xwezayê ku warê zindiyan e eşkere tê dîyar kirin.
"..Li gorî baweriyê jiyîn ne tenê ji bo ajal û mirovan e.Di heman demê de her hebûnên xwezayê wekî zindiyan nebin û nelivin jî di nav vê jiyînê de perçeyên wê ne,hebûna wan bi hev re girêdayî ye.Ji ber wê her keliyê bandoreka mezin û domdar li ser hev dikin."
Bi sedema vê bandorê temamî hebûnên xwezayê zindî têne qebûl kirin;wek ronahî,riwek û giya,giyanewer,cure ajal,însan...Ev hemû zindî berhemên Xwedayê mezin ji Ahûra Mezda ne.Divê wek sûretên Ahûra Mezda bêne dîtin û ji wan re rêz bê girtin.Mixabin roja îroyîn hişmendiya xwezaparastinê hêj li seranserê cîhanê berbelaw nebûye.Hêj her dewlet her însan li ser vê mijarê ya û li ser xwezayê jiyaneka hevpar li hev ne kirine.Hêj kêşeyên ji encama xerabkirina xwezayê çareser nekirine û hêj rê li ber xerabkirina wê nehatiye girtin.Hêj nikarin ji bo parastina wê biryareka hevpar bidin û niqaş tê kirin.Lê belê kêm û kêm çar hezar sal berê an nêzî çar salan ev bîr, hişmendî di nav kurdan û aryayiyan de belav bûye û bûye bingeha jiyana rojan e.Hemû zindî wekhev,wekî hev hatine dîtin.Bona berdewamiya wê û dayinîn wê di cîhanê de tenê û tenê jiyaneka hevpar hatiye pejirandin û jiyîn.Divê ji îro şûn de jî bawerî li ser vê hişmendiyê bê ava kirin û xweza bê parastin tim û tim paqij bê hiştin.
Ji bilî van şîret û hişyariyan di Avestayê de çar hêmanên jiyanê yên bingehîn jî derbas dibin.Ew hêman;gewher av,agir,ax,hewa ne.Bi gelek salan şûn de Demokrîtosê yûnanî jî girîngiyan wan derxistiye li pêş cîhanê.Ew sifetên Xwedayê mezin ji aliyê yêzdanên çavdêr ve têne parastin.Anahîta yek ji wan yezdanan e û yezdê avê ye.Ew jî wekî yên din aferideya Ahûra Mezda ye.Peywira wê; hemû avên pak ji ewran dibarin bi şêweya rûbar,derya û zeryayan li ser erdê jiyanê bi hêz û domdar û paqij dikin, derûniya jin û mêran pak û temiz dike biparêze.Bi rêya pesindana Anahîtayê ve jî rêz bi awayekî ji Ahûra Mezda tê kirin.Ne tenê Anahîta nêzî 30 yezd hene ku cur bi cur xwedî bi hêz in û jiyana cîhanê rêk û pêk dikin.Dawîya dawî di çanda kurdan de giramiya baweriya Xwedaperstiyê û olê zêde ye.Ji jiyana rojane bigrin heta derûniya mirovan bandoreka mezin li ser mirovan dike.Lewma dagirkeran bi rêya olê kurdan xapandine nêzî xwe kirine ,asimîle kirinHeta niha jî pirranî di gundan de bi vê bawerî,hiş û bîrê ve tevdigerin bi rêzgirtina xwezayê ve jiyana xwe didomînin.Ji xwezayê bi têra xwe sûdê digrin.
Ev gotara li hejmara 437`an ya Rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.