N. Nûredîn Sofîzade
Di dewletên pêşkevtî de ku hemî civaka welat bi yêk çavî tê mêzekirin û her kes bi hemî cudahiyên olî, çandî, zimanî, etnîkî, cinsiyetî, tixmî, qatî, reng û yên din xwediyê mafê wekhev in û yasaya bingehîna welat bi awayekê tê darêtin û nivîsîn ku her aliyek xwe û mafê xwe têda bibîne, ji bona çêkirina welatekî bihêz û yêk dest, mesela milet – dewlet û serweyî her tiştekê tê danîn.
Lê hekî bi berewajî be, desthilat û yasaya welatekê cudahiyên netewî, olî, çandî, qatî, etnîkî, cinsiyetî, bi yêk çavî nebînin û xwediyê mafê wekhev nebin, û di yasayê de, yan ji aliyê desthelatê ve, her mafek bo yêk ji cudahiyan bê danîn û cudahiyên din weke bin dest û derece 2 bên tîtin û desthilat bixwaze hemî cudahiyan di nav bijarda xwe de îca çi netewî be yan olî yan etnîkî yan tixmî û qatî û cinsî, bihelîne asmîle bike, hingê ev cudahiyên din ji bona man û mewcudiyeta xwe û bona evê ku bigehne mafê xwe xebatê dikin û berxwe didinê, wê demê ger desthilatê guh neda daxwazên wan û cehd kir ku ji rêka tepeserî û girtin û kuştinê ve dengê wan mat bike, hingê ye ku ev desthilat weke dîktator û xwe sepên tê pênase kirin.
Em dibînin ku dema li Ewropa û bi taybetî piştî şoreşa Feransê mesela çêkirina dewlet-netewe hate ber bas, bê berçavgirtina cudahiyên curbicur yên civatgehê, hemî bi yêk çavî û xwediyê mafê wekhev li çarçêva welatekê de hatine dîtin û yasa hinde pêşkevtiyane hatine darêtin ku hemî civak xwe û mafê xwe tê de didît, bê evê ku netewek, olek, zimanek, çandek, li pêxema mezin kirin û dana desthilatê bi yêk ji cudahiyên welat, aliyên din yên cuda asmîle nekin.
Lewma em dibînin ku di hinek dewlet û welatên modern de bi berçav girtina cudahiyan li çarçêva welat de û gorî yasaya bingehîna welat îtraf bi mafê hemî cudahiyan hatiye kirin û bo evê ku çi aliyek xwe bê maf û mexdûr nezane, her di nava qewara wî welatî de desthilata birêveberî û îdareya her cudahiyekê xwediyê wan hatiye spartin, îca çi li şiklê beşdar kirina wan li desthilata giştiya welat da, çi bi awayekî otonomî yan konfedral yan federal.
Lê, di welatên paşkevtî de û bi taybetî li vê navça me de anku Rojhilata Navîn, her tiştek bi berewajî tê dîtin, ji bona çêkirina dewlet-netewan, ji mekanîzma asmîlasyonê mifah vergirtine, li heçî welatekê de ku yêk ji ol, netewe, etnîk, nijad, û … hwd, geheştibe desthilatê, bi hemî hêza xwe cehd kiriye ku heçî cudahiyekê di nava xwe de bihelîne û ji bona yêk dest kirina welat, bi bê berçav girtina mafê cudahiyên xeyrî xwe wek netewe, ol û çand û zimanên din qedexe bike.
Desthilat û dewletên ku Kurdistan li ser wan de hatiye parvekirin, wek Îran, Turkiye, Sûriye û Îraq bona çêkirina dewlet, netewe di 100 salên derbas bûyî de, hinek hêlên sor bo xwe danîne weke, Yêk Xak, Yêk Milet, Yêk ziman, Yêk Ala, ev jî tenê ji bona helandin û qedexe kirin û nehêlana hemî cudahiyên di nava wan welatan de bûye, ziman, çand, mafê netewî, dîrok û … hwd, gelê Kurd ji aliyê wan dewletan ve hatiye qedexe kirin.
Ger em taybetî basê Îranê bikin, em dibînin ku di 100 salên vê dawiyê de, û piştî nemana desthilata Qacariyan û hatina ser kar a Riza Xanê Pehlevî, yan Mîrpenc, hekî çi xwast bizayê çêkirina dewlet-netewe, lê kar û kiryarên wî bo gihîştina bi vê armancê hemî bi berewajiyê welatên Ewropayî bû.
Wî hemî cudahiyên di nava Îranê de qedexe kirin weke Netewe, ziman, çand, li yasaya bingehîn de zimanê fermî kire Farsî, Yêk miletî bi ser hemî xelkê Îranê de sepand û her kes û aliyekê jî nerazîbûn dabe xuya kirin , bi tepeserî û girtin û kuştinê bersiv da, ewa jî di demekê de ye ku Îran pêk hatiye ji netewên Kurd, Ereb, Belûç, Turkemen, Turkên Azerî, Fars û hinek etnîkên din yên weke Gîlek, Mazinî, Bextiyarî, Qeşqawî, Lor, û yên din.
Piştî şoreşa gelên Îranê û sernixûniya rejîma Paşayetî û hatina ser kar a rejîma Îslamî, ji bilî evê ku hemî hêlên sor yên rejîma Paşayetî yên weke Yêk Milet û Yêk ziman û Yêk xak parastin, vê carê li yasaya bingehîn de yêk ol jî cih kirin.
Desthilatên dictator, yêk du yêkê yên Navenda Îranê, bona bê maf kirin û nedîtina netewên din û qorix kirina hemî desthilatê li destê xwe de ku aliyên Maddî û ewlehî û serbazî bi xwe ve digire, berdewam basê wan hêlên sor dikin.
Îro rojê netewên cuda yên Îranê ku çi xaleke hevpar di gel netewa bala dest anku Fars da çinînin, mafê xwene ku ji bona çêkirina dewlet û netewa xwe hemî ji hev veqetin, û di rastî de Îran aliyê kêm bibe 6 welat.
Lê, niha û bi berçav girtina rewşa hemî aliyan, Federalîzm bijarda herî munasib e, hekî ev kesên dilê wan bo yêk parçeyî ya Îranê lê dide, Federalîzmek ku demokratîk be, hemî netewên Îranê her bxwe Îdara wê cografiyayê bikin ku tê da dijîn, zimanê wan li navça wan de fermî be, çand û dîroka wan bê parastin, yanî herbxwe çarenivîsa xwe bigirin dest xwe.
Niha ku şoreşa seranserî ya xelkê Îranê bi dijî rejîma dîktatora Îslamî destpê kiriye, hewce ye bo çêkirina Îraneke cuda ji Îrana dîktator lêdayî, aliyên opozîsyon li ser altirnatîva piştî Komara Îslamî, li ser Federalîzma Cografiyayî û netewî yêk deng bin, aliyên Fars jî dibe dev ji vê nijadperestiya sed saleye xwe berdin û hekî hez nakin Îrana wan jihev belav nebe, hemî hêlên xwe yên sor danên qirax û bên ser ra û dengê piraniya xelkê Îranê ku netewên xeyrî Fars in.
Gorî Carnama Saziya Netewên Yekbûyî li ser mafê netewan, hatiye ku li heçî civatgehekê de ku ev xalên hevpar hebin weke Zimanê hevpar, Xaka hevpar, Çanda hevpar û Dîroka hevpar, eve dikare xwe weke neteweyeke serbixwe pênase bike û li ser wê xakê ku dijî, dikare dewleta serbixwe ya xwe hebe, her gorî wî mafî em wekî netewa Kurd ku xwediyê wan taybetmendiyan in, divê me ev mafa hebe ku mafê çarenivîsiya xwe bigirne dest xwe ku Serbixweyî, Konfederalîzm û Federalîzm û Otonomiye, Îro ku Kurd bi kêmtirîn mafê xwe ku Federalîzme raziye, divê desthilatên wan welatên ku Kurd têda ne, memnûn bibin.