Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek li jêr navê “girîngiyên mafên mirovî ji niha ve heta gihîştin bi demokrasiyê” li Norwêjê hat lidarxistin

12:26 - 20 Şibat 2023

Roja Şemî 29ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, semînarek li jêr navê “girîngiyên mafên mirovî ji niha ve heta gihîştin bi demokrasiyê” ji aliyê Rêkxirava Mafê Mirovî ya Îranê û bi rêveberiya “Radio Ferda”yê, li du beşên “girîng yên mafên mirovî ji niha ve heta gihîştin bi demokrasiyê” û “girîngiya mafê mirovî li qonaxa derbasbûn” li zanîngeha bajarê “Oslo” li welatê Norwêjê, bi rê ve ço.

Di Destpêkê de berpirsê Rêkxirava Mafê Mirovî yê Îranê “Mehmûd Emîrî” basek giştî li ser xwenîşandanên vê dawiyê ya şoreşa “Jîna”yê pêşkêş kir.

Piştre mamosteyê zanîngehê Dr. “Haşim Ehmedzade” basek li ser “mafê mirov û bikaranîna çemkên siyasî û civakî” pêpşkêş kir û kurtiyek ji dîroka 100 salên derbasbîyî li Îranê û li peyketina gelên Îranê bo azadiyê kir ku heta niha jî bidestve nehatiye.

Dr. “Haşim Ehmedzade” di gotara xwe de gotiye: “Mixabin heta niha, desthilatdarên Îranê “Tevawiyeta Erzî” anku yekparçebûna Îranê wek mêkutek bo ser netewên Îranê bikar anîne û bi vê hinceta ku Îran dabeş be, ji dana mafên destpêkî bo neteweyên li Îranê wek Kurd, Belûç Tirk û … hwd, xwe diparêzin.

Piştre birêveber û berpirsa “Kêyhan ê Lenden”ê “Nazenîn Ensarî” li derheq beşdariya hemû qatên civakê li qonaxa derbasbûnê” pêşkêş kir.

Piştre mamosteyê alîkar yê zanîngehê “Emmar Melekî” bi nîşandana amar û rêjeyan, bas ji daxwaziyên xelkê Îranê bo derbasbûn ji Komara Îslamî kir û di dawiya gotinên xwe de îşare bi hebûna çendîn rengî û pêkhateyên cuda yên civaka Îranê kir û qebûlkirina vê rastiyê bi girîng zanî.

Di beşek din ji vê semînarê de parêzer û xwediyê xelata Nobêl a Aşitiyê “Şîrîn Îbadî”, girte vîdiyoyek kurt bo semînarê şandibû ku di vê girte vîdiyiyê de bas ji girîngîdan bi mafên mirovî û hevkariya Opozîsiyona rejîma Îslamî bo gihîştin bi sîstemeke sikolar û demokratîk kir.

Beşa duyem a semînarê taybet bi “girîngiyên mafên mirovî li qonaxa derbasbûnê” bû.

Mafnas û Dadstanê ber yê Rêkxirava Neteweyên Yekgirtî Dr. “Peyam Exewan”, basek li jêr navê “Îdaleta derbasbûn”ê pêşkêş kir û tevî pêdagirî li ser îdalet û dadperweriyê, daxwaza lêpirsîn û pêragihîştin bi cinayetên berpirsên rejîma Îslamiya Îranê kir.

Piştre rojnamevan “Ferengîs Beyat”, basek li derheq “pêwendiya derbasbûna siyasî digel îdaletê” pêşkêş kir û îşare bi derbasbûna xelkê ji hemû alî û taqimeke rejîmê kir.

Herwisa berpirsa “Rêkxirava Mafê Mirovî ya Belûçistan”ê “Munîre Şîranî”, tevî pêşkêşkirina raporek li derheq cinayetên rejîma Îslamiya Îranê li jêr navê “Mafên kêmîneyên netewî” pêşkêş kir û hêviya serketin a şoreşa “Jîna”yê li Îranê û naskirina hemû mafên netewî yên netewe û pêkhateyên Îranê kir.

Di dawiyê de endamê birêveberiya Rêkxirava Demokratîk a Yarsanan “Husên Xelîfe”, bas ji vê yekê kir ku Yarsan kêmîneya Olî ya Kurd e ku bi dirêjahiya dîrokê ji aliyê desthilatdaran ve hatine tepeserkirin û hêvî kir ku di paşeroja Îraneke azad û demokrat de rêz ji kêmîneyên Olî û neteweyên li Îranê bê girtin.

Cihê gotinê ye ku, Heyeta Birêveberiya Hizba Demokrat û hejmarek zêde ji endamên vê Hizbê di vê semînarê de beşdarî kirin û bi pirsiyar û têbîniyên xwe, semînar dewlemend kirin.