Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikimdariya ne ji xelkê, bo xelkê nine

13:19 - 21 Şibat 2023

N: Hesen Mukerem

Di destpêkê de bi vê mînaka dîrokî û siyasî bînime ber bas, Robert Mugabe serkomarê berê yê Zînbavê û Nelson Mandela li Afrîqaya Başûr, her du ji wan bo heyama salan li dijî koloniyalîzim û nijadperestiyê xebat kirin, lê dema gihîştin bi desthilatê her yek ji wan bi awayekê reftar kirin, Nelson Mandela tevî îsrara xelkê tenê dewreyek serkomarî kir, lê Robert Mugabe bi givaşên navxweyî û navdewletî piştî 37 salan dev ji desthilatê berda, û niha dîrok bi başî bas ji Mogabe nake lê, Mandela weke mînaka rastî, mirovdostî, însaf, lêborîn û heqîqetê bibîr tîne û dîtingeha demdirêja Mandela bi desthilatê bû sebeb ku dewra serkomariya xwe kurt bike ku çawan dibe welat an neteweyek di cîhanê de xweş nav bibe.

Berpirsên welatên weke Norwêj, Danîmark Viyetnam û Japon û Koreya Başûr hertim di fikira ewlehî, xweşderbasî û pêşkevtina welatên xwe bûne û welatên wan bo şer û aloziyan ti carî nabin sernûçeyên medyayan û herwisa digel nebûna çavkaniyên binerd yên weke neft û gaz û zêr û … hwd, bo aramiya welat, ewlehiya welatiyan û pêşkevtina hertimî ya welat, sernûçeyên medyayan in, ji ber ku birêveberên wan welatan dizanin ku bo vejîn û pêşkevtinê nabe zêde denge deng bikî û destêverdanê di karûbarên welatên din de bikî an serweta dewletê bo girûpên terorîstî an alozkirina herêman mezaxte bikî.

Lê, Rûsiya ku dewlemendtirîn welat e di cîhanê de bo hebûna çavkaniyên gaze yekemîne û pêncemîn e jî bo hebûna neftê, û Îran jî duyemîn welat e bo hebûna gazê û sêyemîn welat e bo hebûna neftê di cîhanê de, lê ji ber destêverdan di karûbarên welatên cîran de û xerc kirina serweta welat bo çê kirin û piştevanîkirin ji girûpên terorîstî û afirandina aloziyan di Rojhilata Navîn û cîhanê de û herwisa heçî şer û aloziyek ku di cîhanê de hebe jî, hertim ev bi hegera tedaxula xwe dibin sernûçeyên medyayan.

Bo mînak di heyama hefteyên borî de Navgana Pêncemîn a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê bi hevkariya hêzên Taybet ên Fransayê li deryaya Umanê dest danîn ser gemiyeke hilgirê bi hezaran çek û nîv milyon cebilxaneyên Komara Îslamiya Îranê ku ji bo milîsên Hûsî hatibûn şandin û Hêzên ewlehiyê yên Yemenê jî dest danîne ser barê gemiyekê ku 100 motorên balafirên bê pîlot bûn ku her hemû li Îranê hatibûn şandin.

Ji ber piştevaniya wan welatan ji girûpên terorîstî û alozkirina ewlehiya Herêmê, kirîna çek û teqemeniyên Rojhilata Navîn di heyama 5 salên derbasbûyî de, di cîhanê de ji sedî 87 zêde kiriye.

Welatê ku bi qazanca welatiyên xwe tevnegere wiha ye, Komara Îslamî di heyama çil û çend sal temenê xwe de bi berdewamî xelkê xwe ji hemû mafî û hemû xizmetguzariyan bê par kiriye û bi tundtirîn şêweyî ev serkutkirine, li hember de vê rejîmê li ser navê hinartina şoreşa Îslamî bo welatên din “Sidûr inqilab” ev 44 sal e bi armanca berfirehtir kirina îdolojiya xwe, destêverdanê li welatan de dike, li piraniya welatên herêma Rojhilata Navîn de girûpên girêdayî bi xwe çêkirine ku bi çek û cebirxane û diravê xelkê Îranê tên teyar kirin.

Li welatê Sûriyê de bi derfet zanîna şer û aloziyên wî welatî de, rejîma Îranê çendîn girûpên weke Fatimiyûn û Zeynebiyûn çêkirin, bo armancên taybet yên xwe, bi hemû îmkanateke serbazî û ewlehî û malî piştewaniya rejîma Beşar Esed kir daku sernixûn nebe, bihezaran kes ji hêza xwe ya taya Quds a Sipaha Pasdaran a terorîst xistin nava Sûriyê û heya niha jî berdewam e.

Destêverdana rejîma Îranê li Sûriyê de heya niha ji bilî têçûya dehan milyard Dolaran li warê madî ve bo Îranê, bi hezaran kes ji hêzên rejîma Îranê û girûpên girêdayî bi wê hatine kuştin.

Rejîma Îranê piştî êrîşa Amerîka û hevpeymanên xwe bo ser Îraqê di sala 2003`an de, û sernixûniya rejîma Bees, bi hemû awayekê û berdewam destêverdan di Îraqê de kiriye, çendîn girûpên milîşiyayî çêkirin, hemû armancên xwe yên heyama şerê 8 sale ku xevn pêve didîtin anîn cî, bi curekê rejîma Îranê karî hejmoniya xwe bi ser hemû aliyên siyasî yên Şî`e de bisepîne, û ne rastevxwe di Îraqê de şerê Amerîka bike heta neçar dibe ku meydanê bi tevahî jêra betal bike ku hezaran serbazên Amerîkayê bi awayên nerasterast ji aliyê rejîma Îranê ve hatin kuştin. Şerê DAÎŞê baştirîn hincet bû bo rejîma Îranê ku êrîş bike ser navçên Sunneyan û bi tevahî kavil bike û aliyê kêm bo 50 salî pare bihêle.

Bi navê piştewanî ji bereya Muqawimetê bi dijî Israîl, ev 44 sal e piraniya serweta xelkê Îranê bi girûpên Hemas û Hizbullah û Cîhada Îslamî û xelkê Felestînê û Lubnanê tê bexşîn.

Li Yemenê de bi armanca dijayetî kirina digel Erebistanê, rejîma Îranê piştewaniya madî û serbazî ji Husiyan dike û hemî çek û cebirxana şer bo wan dabîn dike.

Rejîma Îranê li her cihekî cîhanê de derfet û rê dîtibe, destêverdan kiriye, bingeh û xîmî vê rejîmê li ser şer û teror û kuştin û teqandin û xirabkariyê hatiye danîn.

Hemî ev kar û kiryarên vê rejîmê jî di heyama wan 44 salan de tenê rojreşî, malwêranî, birsitî, bêkarî, bihatî, û dehan diyarok û bela bo xelkê Îranê re bûye.

Di demekê de ku deshilatdarên vê rejîmê bi wî awayî serwet û samana welat li rêya teror û alozî çêkirin e, berfirehtir kirina îdolojiya rejîma xwe de xerc dikin, bê guman ev desthilata han ji xelkê nine û bo xelkê nine û belkî bi berewajî mezintirîn dujminê xelkê Îranê ye, lewma ye ku em dibînin xelkê Îranê yek deng û yekgirtî dest dane destê hev, ji bona sernixûniya vê rejîma dijî gelî ku bikarin li paşerojê de, desthilateke xelkî û demokratîk bînin ser kar, ku tenê li xema berjewendî û xweşî û pêşkevtina xelkê welat de be, bêguman ev roj nêzîk e ku xelkê Îranê ji dest wê rejîma dîktator xelas bibin û ev jî weke xelkê welatên pêşkevtî bigihîjine asayîş û xweşî û jiyanekî kêrhatiya xwe.            

Di dawiyê de, eger hizra dagîrker desthilat û parastina Yemen û Şamê ye, dilê min cem xerîbekê ye ku navê vê nîştiman e, ev genimê ku dagîrker li tûrkê min dibexşe, ev para wî nanî ye ku li ser sifika yên wekî min e, destê bexişîna dagîrker para min nine, heta ku digihîje min mixabin lêxistin e.

Her cihê ku mafê mirovekî bê binpêkirin dagîrker xembar dibe, lê dema ku ez basa maf dikim, dibe gurmên li min dix e.