N: Mustafa Ozçelîk
Herdu erdhejên mezin ên ku roja 6ê Şibatê rûdan, felaketên mezin ên canî, însanî, civakî, derûnî, aborî jî bi xwe ra anîn.
Çawa ku pandemîya Covîd-19ê ji temama mirovahîyê ra bû mîladeke nû; bi ya min ev erdheja jî bi gelek alîyên xwe ve, divê ji me ra bibe mîladeke nû. Wek mirovekî , wek kurdekî, bi taybetî jî wek kedkarekî doza azadîya Kurdistanê ; divê em fikir, kiryar, helwest, sîyaset, berjewendî û peywendîyên xwe yên di hemû beşên jîyanê, ava kirina bajaran û pêwîstîyên tevgera neteweyî da ji nû ve, bi çavekî din binirxînin; di moxileke zanistî, însanî, wîcdanî, adilane, neteweyî, niştimanî ra derbas bikin. Û bêyî ku xwe bixapînin, divê em rastîya xwe bibînin. Divê em bi hişmendîyeke nû ji vî wêneyê me yê di vê erdhejê da derket holê dersên pêwîst derxînin û rûpelekî nû vekin.
Belê li gori agahdariyên ku Dewleta Tirkîyeyê ragihandine, heta nuha yên ku jîyana xwe ji dest dane, ji 40 hezarî, yên birîndar jî ji 100 hezarî zêdetir in. Lê di rastîyê da yên ku dê jîyana xwe ji dest bidin dê ji 100 hezarî, yên birîndar jî dê ji 150 hezarî zêdetir bin.
Zerara herî mezin gîhaye bajar û navçeyên Hetay , Semsûr(Adiyaman), Mereş , Meletîye, Dîlokê(Entab) . Lê li Amed, Ruha, Kilîs, Edene, Osmanîyeyê jî zerareke mezin heye, li van hemû bajaran, bi giştî, bi hezaran mirî, bi deh hezaran birîndar hene. Ji xwe zerara madî , ji texmînên ku têne kirin, gelekî zêdetir û mezintir e.
Li Efrîn , Cinderes û Helebê jî erhej bûye sebebê felaketeke mezin . Û mixabin alîkarîyeke berbiçav negihîştîye van deran. Heta nuha yên ku jîyana xwe jidestdane ji 6 hezarî, yên birîndar jî ji 10 hezarî zêdetir in. Bi hezaran avayî xerabûne, zerareke mezin a madî çêbûye.Gel di rewşeke perîşan da ye.
Ji 6ê Şibatê ve heta îro, helbet ku em nabêjin Dewleta Tirkîyeyê tu tişt nekirîye, lê pir aşkere ye ku , bi qasî ku pêwîst bû û di wexta xwe da, wazîfeyên xwe neanîye cîh. Di 3 rojên ewil da, di hawarhatinê û di alîkarîya mexdûran da dewlet lawaz bû, bê koordînasyon bû. Ev jî bûye sebep ku mirî, birîndar û zerarên erdhejê gelekî zêdetir bin.Ya herî xerab jî ewe ku , Dewleta Tirkîyeyê hîna jî şaşitî, xeletî, kêmayî , îhmal û bêserûberîya xwe qebûl nake.
Karesateke din jî ew e ku, Dewleta Tirkîyeyê bi taybetî di 3 rojên ewil da, rê neda ku ji derveyî wê gelek kes û dezgeh û alî yekser bi dest û îmkanên xwe alîkarîyan bigihînin mexdûrên erdhejê. Nuha jî li gelek deran ev astengî berdewam in. Ev helwesta Dewleta Tirkîyeyê jî bûye sebep ku mirî, birîndar û zerar û mexdûrîyetên erdhejê gelekî zêdetir bin.
Aşkere ye ku berf û baran û sermaya heyî ya dijwar jî, hejmara kesên jîyana xwe ji dest dane û yên birîndar zêdetir kirine, mexdûrîyeta erdhejê gelekî berfirehtir û kûrtir kirîye.
Li gel hemû astengîyên yasayî û fiîlî yên ku Dewleta Tirkîyeyê heta nuha derxistîye û derdixe jî, gelê me bi hestyarîyeke mezin alîkarîya mexdûran dike; li Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê û li dîyasporayê, gelek partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, kesayet, beledîye û şîrket ji bo alîkarîya birîndar û mexdûran, xebat û kampanyayên baş pêk anîne, pêk tînin.
Cîhê dilxweşîyê û serbilindîyêye ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Weqfa Xêrxwazîya Barzanî û gelê me yê Başûrê Kurdistanê xebateke berfireh ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê dimeşînin. Weqfa Xêrxwazîya Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, helbet ku van xebatên alîkarîyê wek wazîfeyeke însanî, neteweyî û welatperwerane dibînin.
Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçirvan Barzanî li Dîlokê(Entab) seredana cîhên ku erdhej lê çêbûye kir. Ev jî, helwest, hişmendî û piştgirîyeke însanî, milî, hêja û watedar e.
Li Rojhilatê Kurdistanê gelê me li himberî Rejîma Îslamî ya Îranê di nav xebat û têkoşîneke berfireh da ye. Partîyên Kurdistanî yên Rojhilatê Kurdistanê jî, ji ber vê felaketa erdhejê xemgînîyên xwe dîyar kirin û piştgirîya xwe bi gelê me yê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ra ragihandin.
Divê ji ber vê helwesta wan a însanî, neteweyî û welatperwerane, em spasîya xuşk û birayên xwe yên li perçeyên din ên Kurdistanê bikin.
PAK, TDK-TEVGER, PSK, HAK-PAR, PDK-BAKUR, KKP, HDP, DIAKURD, REWENDA KURDISTANÎ, KURD-KAV, WEQFA RÊYA AZADÎ, DEZGEHÊN SIVÎL, YÊN KARSAZAN, YÊN MESLEKÎ, SENDÎKA Û BAROYÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ, FEDERASYONA DGD, KOMELEYÊN KURDÊN ANATOLÎYA NAVÎN, KOMELEYÊN ELEWÎYAN û bi sedan dezgeh, beledîye û bi hezaran kesayetan xebat û kampanyayên alîkarîyê meşandin, dimeşînin.
Ji bo mexdûrên erdhejê kî çi alîkarîyê bikin, pîroz e, xêr e, biqîmet e, hêja ye. Helbet ku ev ji bo hinekan wek wazîfeyeke însanî, neteweyî, niştimanî ye, ji bo hinekan jî berpirsyarîyeke însanî, wîjdanî ye. Lê, dive em spasîya wan hemûyan bikin.
Gelek dewletên cîhanê jî alîkarîyên cûr be cûr digihînin deverên ku erdhej lê çêbûne.Lli kîjan welatî, kîjan bajarî dibe bila bibe, kî ji bo mexdûrên erdhejê çi alîkarîyê bike, divê em li milet û dîn û mezhebê wî/wê nenêrin, divê em rêzê lê bigirin, karê wan hêsantir bikin, ji wan ra bibin alîkar, spasîya wan bikin.
Em her kesek, her dezgehek, her partîyek jî, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li Tirkîyeyê û Sûrîyeyê ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê çi ji destên me bê divê em pêk bînin. Divê em xebat û kampanyayên berfireh yên ji bo alîkarîyê organîze bikin.
Herweha heyeteke hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê li bajar û navçeyên ku erdhej lê çêbibûn, çar rojan lêkolîn, çavdêrî, seredan û hevdîtin pêk anîn û di derbarê van seredanan da çavdêrî û pêşniyarîyên xwe wek raporekê pêşkêşî raya giştî kirin.Ev rapora jî belgenmeyeke bi qîmet e.
Divê avahî li gorî rastîya erdhejê, prensîbên endazyarîya jeolojî û bînasazîyê bêne ava kirin
Erdhej rûdaneke xwezayî ye, meriv nikare rê li ber bigire. Lê em dikarin bêjin ku sebebên zerarên erdhejê ne xwezayî ne; berhemên bêwîjdanî, berjewendîperestî, bêûsûlî, gendelî, xeletî , şaşitî û bêprensîbîyên dezgehên fermî , şîrket û mirovan e.
Piranîya erdê Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê wek jeolojîk herêmên ku xeterîya erdhejê lê gelekî zêde ne. Ji ber vê rastîyê jî li Kurdistane, li Tirkîyeyê û li cîhên ku xeterîya erdhejê lê zêdetirin, ji bo ku di erdhejê da zerara canî nebe, yan jî zerar pir kêm bin; divê bajar û avahî li nêzîkî xetên fayê û li ser erdên ku ax û bingehên wê sistin neyên ava kirin; divê li deverên nêzîkî xeta fayê û li ser erdên ku axa wê siste jî, li deverên xeterîya erdhejê kêmtirin jî, projeyên(dîzayn) avahîyan li gorî rastîya erdhejê û li gorî prensîb û hewcedarîyên endazyarîya jeolojî û bînasazîyê bêne amade kirin; divê sîstemeke kontrolê ya baş hebe û divê ev sîstema kontrolê ji gendelîyê dûr be, însanî be, adilane be, zanistî be; divê malzemeyên esasî yên wek beton (konkrît) û şîşê(hesin), li gorî prensîbên endazyarîyê û li gorî tesbîtên projeyê bêne çêkirin û bikaranîn; divê hemû karên ava kirinê bi hostatî û destkarîyeke baş ya li gorî projeyê bêne bicîh anîn.
Heger em li gorî van rê û rêbazana tevbigerin, tu şik tê da tuneye ku, dê zerara canî ya erdhejê hema hema tunebe, yan jî dê pir kêm be, belkî birîndarîyên ne xeter hebin û dê zerara madî jî pir kêmtir be.Û ev karên ku em behs dikin jî ew kar in ku em dikarin bi hêsanî bicîh bînin.
Belê, mesele pir zelal e: Wekî gelek pispor jî dibêjin, erdhej mirovî nakuje; avahîyên ku li gorî rastîya erdhejê û li gorî prensîb û hewcedarîyên endazyarîyê û bi hişmendîyeke însanî nehatine ava kirin mirovî dikujin. Bi vê maneyê, felaketên ku piştî erdhejê têne serê me, di eslê xwe da qetlîameke ku bi destên berjewendîperest û gendelan rûdide.
Li gorî zanîn û asta endazyarîyê ya ku mirovahî gihîştîye û li gorî îmkan û zanîn û asta ku teknolojî gihîştîyê, mirov dikare avahîyên weha ava bike, ku xwe li ber erdhejên bi şîdeta 9ê û jê zêdetir jî bigirin.
Heger di erdhejekê da zerarên canî û malî çêbûbin, berpirsyarê yekem yê herî mezin, bi dezgeh û wezartên xwe yên peywendîdar, bi beledîyeyên xwe ve dewleta wî welatî ye.
Berpirsyarê duyem, wan dezgehên endazyarî yên fermî û sivîl yên kontrolêr in û şîrketên şêwirmendîyê yên ku li ser navê dewletê kontrol û şêwirmendîyê dikin e.
Berpirsyarê sêyem ew mirov, miteahîd, şîrket û endazyar in ku, ji ber berjewendîyên xwe yên şexsî, grûbî yên madî, wan prensîb, pîvan, nirx, wîjdan, kevneşopî, ehlaq û hiqûqa gelemperî ya endazyarîyê û ya mirovahîyê têkbirine, binpê kirine.
Berpirsyarê çarem, li gel van hemû tecrubeyên xerab yên erdhejan jî, ew gelê me yê ku ji van felaketan dersê dernaxîne û dîsa jî bêyî belge û raporên zanistî û endazyarî, diçin xanî û avahîyan dikirin e.
Belê, erdheja 6ê Şibatê dê bibe sebebê êş û birînên gelekî mezin. Lê ji bo alandina birînên xwe, divê em li benda însafa bêînsafan nemînin.
Ez bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû dezgeh, partî û kesayetên Kurd û Kurdistanî yên li her çar alîyên cîhanê dikim da ku, em di xebata gîhandina alîkarîyên ji bo mexdûrên erdhejê da berdewam bin, em wan bitenê nehêlin; roj roja hevgirtinê ye, roja lihev xwedî derketinê ye!
Helbet ku barê felaketên bi vî rengî, dikare bi îmkanên dewletan û bi alîkarîyên navdewletî bêne hilgirtin. Ji ber vê rastîyê jî, em em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku rê li ber alîkarîyên dezgehên sivîl û yên dewletan negirin û berîya her tiştî berpirsyarîyên xwe yên dewletî bicîh bînin. Heta ku çareserîyên mayînde bêne bicîh anîn, di demeke herî kurt da divê pêwîstîyên mexdûran yên acîl, yên wek alîkarîyên aborî, çadir, konteyner û cîhên ku lê bimînin, cil û bergên zivistanê, sobeyên cûr bi cûr, êzing, komir, erzaq, av, derman, pêwîstîyên zarok û jinan, nivîn û betanîyeyan temîn bikin. Em bangî Netewên Yekbûyî, Konseya Ewrûpayê dikin, da ku alîkarîyên pêwîst û berfireh bikin û zextên cidî li ser Dewleta Tirkîyeyê deynin da ku di vê derbarê da xemsarîyên zêdetir neke.18.02.2023
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê