Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdheja xoyê birînek dinê

20:24 - 5 Şibat 2023

N: Jêhat

Herwek hemî aliyek agehdarin, roja 8ê Rêbendanê erdhejekî bihêz bajarê Xoyê da û mixabin gorî amaran 3 kesan jiyana xwe winda kir, sedan kes birîndar bûn, xisar geheşte pitir ji 4 hezar dest derbana li nava bajarê Xoyê û gundên derdorê.

Ev erdheja di demekê de bi ser xelkê vê nawçê de hat, ku xelkê vir nihajî li ber êş û xesara erdheja çend salan berî niha dinalînin.

Rûyê veşartiye vê bûyerê ji bilî bûyerekî sirûştî, çiye û malvêranî û perîşaniyekî zêdetir bi ser xelkê de tîne?

Renge li her derê vê cîhanê de bûyerên sirûştî çêbibin, lê dewlet û deshilatdarên ku xwe ji xelkê bizanin û xema xelkê de bin, ji bilî evê ku pêşbînî û amade karî bo wan bûyeran kirine û xwe li hember xelkê de berpirsyar dizanin, gelek bilez havara xelkê lê qewmî de diçin, her tiştê hewce bo wan dabîn dikin, xesara wan tejî dikin.

Lê di Îrana rojreş de û li jêr sîbera rejîma dîktator û dujminê xelkê, ne tenê hewara xelkê de naçe û hewcehiyan dabîn nake û xesarê bo xelkê tejî nake, belkî zêdetir xwê bi ser birînên xekê lêqewmî dadike, û nahêle xelkê welat û xema hevdene, alîkariyê bigehînine wan , welatên cîran hekî bixwazin alîkariyê bikin, rejîm nahêle.

Di wan çen salande ev 2 care erdhej li bajarê Xoyê dide, heya niha çi bo xelkê nehatiye kirin.

Di werzê sir û seqemê de, xelk bê Îmkan û bê xêvet, her wisa azarê dikêşin, rejîm di cihê gihandina alîkariyê bo xelkê, li çendîn bajarên dinê hêzên tepeserkare xwe rijandine bajarê Xoyê û derdor, rejîm pêşya heçî alîkariyekî xelkê digre û dest bi ser wan hewcehiyan de digre ku xelkê kom kirine û gihandine vêderê, berpirsên rejîmê tenê ji bona fîgorê diçin livê çend wêneyekî yadigarî dikêşin.

Rejîmek ku berjewendiya xwe û mana xwe li perîşanî û malvêraniya xelkê de dibîne, bêguma qewmîna wan bûyerên sirûştî jî bo xwe bi derfet dizane daku zêdetir xelkê mijûlî derd û pirskirêk û xem û êşan bike, heta ku li ber barê girane derdê xwe, nekarin bikevne fikra xebata ji bona geheştina bi azadî û mafê xwe û sernixûniya vê rejîma dîktator.

Bêguma hindî êşa birînên xelkê zêdetir be, hind zûtir û zêdetir rejîm berbi sernixûniyê ve diçe.