Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîranîna panaromaya Şoreşa Jînayê

00:00 - 20 Adar 2023

N. Nûredîn Sofîzade

Di demekê de em diçin nava sala nû û saleke tijî ji êş û azar û di heman demê de pir serwerî û xebat û berxwedana bi dijî dîktatoriyê li Îranê de em pişt serê xwe ve dihêlin, tê çavnhêrîkirin ku sala nû bibe sala bi gurtir bûna xebat û berxwedanê bi armanca sernixûniya rejîma dîktator û bidestve hatina azadî û krameta ku ji xelkê hatiye zevt kirin.

Ger em avrekê bidin bi panaromaya bûyerên sala 1401an, tijî ji xebat û berxwedan bû bi dijî rejîma dîktator, tijî bû ji xwenîşandan û nerizayetî, tijî bû ji bilindbûna dengê azadîxwazî û mafxwaziyê, tijî bû ji tomarkirina gernasî, fîdakarî û can li ser destiya keç û kurên pêşeng.

Bi taybetî di nîvya duyem a sala 1401an de piştî wê ku keça Kurd a xelka bajarê Seqizê ya bi navê Jîna Emînî, li bajarê Tehranê ji aliyê hêzên cinayetkar yên rejîmê ve kevte ber lêdanê û gelek belengazane canê xwe ji dest da. Şehîdbûna Jîna yê bû çexmaqê şoreşekê ku ji Rojhilatê Kurdistanê ve hate lêdan û gelek nekêşa ku pelên xwe havête seranserê welatê Îranê.

Şoreş û serhildanek ku bi dirûşima “Jin Jiyan Azadî” destpê kir, piştre dirûşmên radîkal yên sernixûniya rejîma dîktator bû sertopa armanca vê şoreşê.

Yekem car bû ku xwîna keçeke Kurd bibe sedemê şoreşekê ku seranserê welat bigire, yekem car bû ku li hember rejîma dîktatora Îslamî de, yekîtî û yekrêzî di navbera hemî cudahiyên xelkê Îranê û Netewe, Ol, Çand, Îtnîk, Sinf, Navçe, Ziman, Qat, Cinsiyet, Nijad û rengên cuda de, çê bibe û bi yek dengî daxwaza sernixûniya rejîmê bikin. Ev yaka bû ku şoreşa vê carê ji nerizayetiyên derbasbûyî cuda dikir.

Rejîma dîktatora Wilayeta Feqîh, bona man û parastina deshilata xwe li hember vê şoreşa seranserî de, ya ku destê wê hat kir, weke tepeseriya hovane, girtin, kuştin, û xirabkarî, lê îrada berxwedanî û berdewamiya şoreşê hinde bihêz bû ku ev 6 meh in şoreş bi heçî awayekî mumkin diçe pêş û berdewam e.

Di wan 6 mehan de dema rejîmê seh bi vê yekê kir ku bi tepeserî û girtin û kuştinê nikare dengê şoreşê mat bike, kevte darêtina sinaryo û pîlanên qirêj da ku bi xeyala xwe çavkaniyên şoreşê bixitimîne, bo mînak çendîn caran êrîşa Mûşekî û Dironî kire ser binke û bargehên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û partiyên din yên Rojhilatê Kurdistan, li nav kûrahiya axa Herêma Kurdistanê ku dehan kes ji xebatkarên Kurd û jin û zarok bi sedema vê êrîşê şehîd û birîndar bûn, vê yekê netenê nekarî gelê Kurd û xebatkaran ji xebat û şoreş û pêşengiya şerê bi dijî dîktatoriyê sar bike, belkî hinde din li ser domandina xebatê mukum û rijd kir û îrada gelê me ji heçî demên derbasbûyî bihêztire.

Komkujiyeke hovane li nava gelê Belûç li Zahidanê kir ku sedan kes têda şehîd û birîndar kirin, vê cinayeta rejîmê netenê nekarî dengê gelê Belûç mat bike û wan ji şoreşa seranserî veqetîne, belkî em dibînin yekîtî û li meydanê de mana Belûçan bi awayekî berdewam li hemî rojên Înê deshilata riziya dîktatoriyê xistiye lerizînê.

Di wî heyama derbasbûyî de îdama xortên şoreşvan îşkence, girtin, sepandina hukmê giran bi ser wan de, cinayetên gelek hovane bi dijî Jin û Keçên pêşeng, nekarî dengê şoreşê, dengê merg ber dîktator, mat bike.

Çendîn sinaryo û pîlanên din yên rejîmê, weke êrîşa rejîmê her bixwe bo ser Şaçiraxê, herifandina Metroplê, êrîş û agir berdana girtîgeha Êvînê û Lakana Reştê, tenê bi armanca xapandina bîrûraya gişî û dûrxistina çavên civatgehê ji vê şoreşê bû ku bi keyfeşî ve rejîmê nekarî di encam dana wan pîlanêt qirêj yên xwe de, bigehe çi yek ji armancên xwe.

Rejîm û deshilatdarên cinayetkar yên vê û bi taybetî Spaha terorîsa Pastaran, her wekî adetê xwe yên hemî carê cehd kirin ku vê şoreşê girê bidin bi destêverdana welatên biyanî, wekî Îsraîl, Amerîka, Ewropa, Erebistan, Herêma Kurdistan û Azerbaycanê, Lewma hevdem di gel şoreşa navxweya xelkê Îranê bi dijî rejîma dîktator, hêzên rejîmê gefa êrîşa ser Ewropa, Erebistan, Herêma kurdistan û Azerbaycanê dikirin û li ser sinûrên Herêma Kurdistanê û Azerbaycanê manhorên serbazî encam dan, hemî cehda rejîmê ev bû ku bala her kesî bo aliyê şer û aloziya Îranê û yek ji wan welatan rabikêşe, daku bi vê hincetê jî bikare şoreşa nav xwe bi tundî tepeser bike, lê hemî ev pîlanên rejîmê jî betal û pûç derkevtin.

Hevdem di gel şoreşa navxweya welat, xelkê Îran û Kurdistanê û hemî netewên din ên li diyasporayê li welatên cuda cuda yên cîhanê, ji bona piştevanî ji şoreşa nav we û herwisa rakêşana bala bîrûraya giştiya cîhanê bo aliyê vê şoreşê ve, berdewam girseyên xwenîşandanan bi rê ve birin û her ev yaka jî bû sedema piştgîriya gelek welatên cîhanê ji vê şoreşê, ku gelek biryar û helwestên girîng û bi bandor bi dijî rejîma Îslamiya Îranê hatin dan.

Vê dawiyê jî rejîmê bi armanca hem çavtirsandina xelkê, û hem tol vekirina ji keç û jinan û bi taybetî ji keçên xwendekar, êrîşa biyolojîk kire ser sedan zanko û qutabxaneyan û hezaran keçên pêşeng ên şoreşê jehrawî kirin, bêguman ev kiryara hov û terorîstî ya rejîmê netenê nikare kesê çavtirsandî bike, belkî bi berewamînjî dibe sedema kerb û kîna xelkê û bi taybetî keçên şoreşvan û îrada wan ya bi dijî dîktatoriyê bihêztir dike.

Di dawiyê de ya ku hewce ye tekezî li ser bê kirin ji bona berdewamiya xebatê û bi armanca sernixûniya rejîma hov û dîktator, ewe ku bêguman îrada şoreş û berxwedanê ji heçî demê bihêztire, tenê hewce ye ev yekîtî û yekrêzî û yekdengiya di nava xelkê Îranê de bê parastin ku çi pîlaneke rejîmê heya niha nekariye têk bişkêne, hevdem yekîtî û hevbendiyeke bihêz dinavbera girûp û aliyên opozîsyonê bê çêkirin ku hemî xelkê Îranê benda çêkirina altirnatîvekê dikin, û şoreş û berxwedan berdewam be, bêguman rejîm li ser kendalê sernixûniyê ye û bi vê hest û îradê ve em bila biçin nava sala nû û vê salê bikin sala geheştina bi azadî û demokrasî û mafên her aliyekê.