N: Rostem Cihangîrî
Li 15ê meha Nîsanê anku meha 5ê gûherîn dê çê bibin, an, na?!
Tirk û hilbijartinên wê carê
Welatê Tirkiyê nêzî dû mehên din, hilbijartinên giştî û yên serkomariyê û hilbjartinên parli mantoyê dê bên lidarxistin, li vê hilbijartinê de 35 partî beşdarî dikin, niha ew partiyên han li ser çend îtfaqan parve bûne, hinek jî serbixwe dê herin nava kêberkêya hilbijatinê.
Wê carê hilbijartin gelek hesas û kirtîk e.
Aya paş hilbijatinê sîstema serokayetiyê dê bimîne an dê bê guherîn, 550î parlementer dê bên hilbijartin.?!
Bo guherîna vê sîstemê gorî yasaya giştiya welat, dibe ku dengê du li ser sê li parlemenê bidest bîne, îca hingî dê bikarin wê sîstemê biguherin.
Yek jî serkomar dê bê hilbijartin.
Piştî sala 2003`an, Partiya Dad û Pêşkevtinê yanî(AKP) bi serokatiya Recebteyb Erdoxan hate ser kar.
Li wî serdemî de bi van propagendeyeke pir bihêz, mezin û bi bername û pirojeyên nû.
Bidana qewil û belênên mezin û anîna bin pirsyarê û îslah kirina dîstema komarî ya laiyk. Êxistana pirsa Kurd û qewilê çareseriya pirsa Kurd li çarçêvêya welatê Tirrkiyê, her usa çareser kirina laçik û desmala serê jinan ku wî zemanî bi remî qedexe bûn jin desmalekê serê xwe girê bidin.
Çêkirina rewşa jiyana xelkê li warê êkonomî û debara jiyana welatiyan? Bi kurtî bi siloganên cîbicî kirin û pan û berin kirina Demokrasîyeke zêdetir. Ya dawî, çûn bo nava yekîtiya Awropayê, qebûlkirina hemû bername û qanûnên însanî û hiqûqî û yasay.
Lê, paşî zêdetirî 20 salan li hikimdariyê, niha li wî welatî nêzî bi hemû ew qewlên day nehatin cî bi cî kirin.
Mesela Kurd tenê bi dana Tv yeke Kurdî bi navê TRT Kurdî hat xilas kirin, ragihandin ku me mesela Kurd çareser kir, êdî tiştek binavê pirsa Kurd nemaye, ya hey, mesala terorê ye.
Azadî û demokrasî, sal bi sal hatin kêm kirin.
Li dijî çareserkirina pirsa Kurd e li hemû beşên Kurdistanê ,bixasmanî li Rojavayê Kurdistanê, ku bi êrîşên xwe bo ji nav birina Rojavayê, ewa dest ê wî hat kir, çendîn gund û bajarên Kurdistanê dagîr kir, gelê Kurd li Rojavayê welat tûşî çermeserî û kuştin û derbederiyê bû. Li Başûrê welat piştî referandoma Kurdistanê bertekeke gelek mezin li xwe nîşan da û digel dewleta Îranê hevpeymanî yek li dijî hikumeta Herêma Kurdistanê pêk anîn?! Eger welatên Amerîka û Awropa nehatiban û bertek nîşan nedaban.? Wan qewl dabûn bi Îraqê ku hikûmeta Kurd xilas bikin.
Dezgeha dadê zêdetir kete bin bandora hikûmetê, ragehandin sal bi salê hat bertesk kirin, gihîşte wî cihî êdî nêzîk bi tevahiy dibe wê bêjin ewa ku dewlet û hikûmet dixwazin.
Êkonomî ya wî welatî htibara wî ber bi lawazîyeke tirs hêner ve bi tûndî pêngavan dihavêje.
Rewşa jiyana gel xirabtir bûye. Gendelî û rişwet bi van hevalên ku tên roj bi rojê zêdetir bûye. Jiyana xelkê wî welatî tûşî zehmetiyên mezin bûye.
Ti biryar û qanûnên Awropayê bixasmanî ên Dezgeha Dadê qebûl nekir, her hemû red kir, Dezgeha Dad a Awropayê biryar da, Selahedîn Demirtaş azad bikin, lê hikûmeta Tirkiyê red kir, niha êdî pêwendiyên wî welatî tev Awropa û bigire heta Amerîkayê pir lawaz bûne. Ji aliyek din ve pêwendiyên wî digel welatê Îsraîl û hinek welatên Erebî jî lawaz bûye.
Demokrasî nek her zêde nekir, ya hey jî lawaz kir, ev jî piştî cî bi cî kirin an guhertina sîstema parlemanî bi Sîstema serokayetiyê.
Wana gelek bûyerên din roj bi rojê Hizba AKPê nifûza xwe kêm kême ji dest daye. Bixasmanî nifûza wî li nava Kurdên bakurê welat gelek ji dest daye, ew jî bûye sedema wê hindê ku AKPe xwe bo aliyê Partiya Neteweperest vate?(MHP)a bi serûkatiya Dewlet Baxçelî û çend partiyên din yên neteweperest bûne hevpeyman.
Her ev yeka jî bû ku cûdabûn li nava partiya wî de çê bibin, ku heta niha du partî lê cuda bûne û tevlî Eniya neyar a serkomar yanî Erdoxan bûn e?! Erdoxan navê wan bi xîyanetê tohmetbar kir.
Bi kurtî niha êdî bas li wê tê kirin ku serdemê Erdoxan wê biserçûye, dibe here.
Niha çendîn enî an hevgirtin li meydana sîyasiya hilbijartinê ya welatê Tirkiyê de pêk hatine, lê yên herî mezin û bi bandor eniya Cimhûr e ku li AKP û MHPe û çend partî û aliyên neteweperest in.?!
Eniya duyem Eniya Milete ku li şeş partiyan pêk hatiye. Partiya CHP ku partiya Atatûrk anku Mistefe Kemal bavê ruhî yê welatê Tirkan e bi serokatiya Kemal Kiliçdaroxlo ye, ÎYÎ Partî bi serokatiya xanima Meral Akşener ku çend sal berî niha li partiya netewperest a MHPê cudabû, partiya xwe bi navê Partiya Baş pêk anî. Partiya Si`adet ku partiyeke Siyasî û Îslamiya serokê eniya wî bi navê prefsor Necmesîn Ebakan e, ku Erdoxan û hevalên xwe li wê partiyê cûda bûn, Partiya Dûvaroj an Dahatî, bi serokatiya Ehmed Dawûdoxlo ye. Navbirî çendîn salan Wezîrê Derve yê Tirkiyê û serokwezîr bûye, li hikumeta Erdoxan de, bilî vê ku li îdare kirina welat û hikûmetê de zor hirz û raman û nêrînên wana li hev cûda bûn, bi mecbûrkirin yan zexit lê kirin, îstifayê bide, niha ew û partiya xwe zor dijî Erdoxan û partiya wî ne.
Ali Babacan, yek ji damezênerên AKPê û paşan bû bi wezîrê malî û abûrya hikûmeta Erdoxan, wî jî partiyek binavê Dewa Partî pêk anî ku tevlî eniya Milet bû.
Eniya Kurd.
HDP bi partî û rêxistênên ser bi wî, bixwe eniywk Kurd e, lê mixabin ku hîn nekariye mala Kurdan bike yek. Çendîn pertî û rêkxistênên din yên wek: Partiya sosyalîst a Kurdistan PSK, Partiya Azadî a Kurdistanê PAK, Partiya Maf û Azadiyan HKP, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur, Eniya Demokrat a Kurdistanê, tev çend rêkxirawên din, bi hevre kar dikin lê gelek jî yek dengî li nava hinek van de nine, lê li ser hev bixwe partiyên kevin çihê xwe li nava gel de hene, hemû bi HDPê re bibin hevdeng, aliyê kîjan eniya hey weke, (Eniya Komarî) û (Eniya Milet) va tê çavnhêr kirin dê ser bikeve. Niha Kurd bûye kilîla serketin yan ketina yek ji van eniyêm me nav lê birî, lê herwek me got nav mala partiyên Kurd gelek baş nine?! Hêvî dikim baş bin, HDPe dibe bibe çetira hevgirtina Kurdan, di kare wê rolê bilîze. Eger nek hemî Kurd û hem jî HDPe wê zirarek mezin bikin.
HÛDAPAR: Partiyeke îslamiye, niha wê qirar daye ku bo serkomariyê dê pişta serkomarê niha yanî Recebteyb Erdoxan bigire, yanî dê piştewaniyê li Erdoxan bike, ew biryara pêngaveke bi qazancê Erdoxan e.
Aya Kemal Qilîçdaroxlo dê bikare dengê hemû wan partiyên ji bilî HÛDAPARê box we bibe, an na. Kurdan zor xastên rewa hene. Li destên hikûmetên yek li dûhev de gelek çermeserî dîtine, dibe bêjim hikûmeta niha jî gelek çermeserî û zext û zor aniye serê Kurdan, li Başûr,li Bakur,li Rojavayê.
Kurdên bakur daxwaz û hêviyê dikin ku hikûmeta niha bê guherîn, lê ya rast be ti bawerî yan bêjim hêviyek bi Eniya Milet jî nine, çonkî li manîfesta xwe ya bo hilbijartinan de, ti tiştek bo çareseriya mesela Kurd neanîn? Yan ranegihandin. Herçend li nava Eniya Milet de partî û hinek jî Cimûriyet HALK partî(CHP) hinek raman bo çaresera pirsa Kurd gotin, lê nekarîn bikin nava pirojeya Eniya Milet de, seba xatira wê hindêye ku gelê Kurd û partiyên Kurdan ketine nava hizr û fikiran de, biyar dan hinek zehmete.
Eniya Kurd nekarî partiya Îslamî yanî HÛDAPARê bo aliyê xwe bikişînin, lê seba xatira dîda îslamî Erdoxan rihet karî bo aliyê xwe bibe, partiya îslamî bi wê biryarê li beryeya wan de ye û çi bixwaze yan nexwaze li milê Netewî û Kurdayetiyê hinek dûr dikeve.
Kemal Qilîçdaroxlo û Eniya Milet eger bixawzin hikumdariya wê carê li hilbijartinê de bidest bixin, dibe çareseriyekê yan çirakeskekê bo Kurdan hil bike, dibe hinek li ramanên yek milet û yêk ziman bêne der, li îdara welat de Kurdan tê de weke nûnerê Kurdan cih bike, aya Kemal Qilîçdaroxlo dê bikare wê şihametê bikar bîne û navê xwe heta heye li dîrokê de bide sebit kirin , mafên Kurdan hinek bi resmî bê nasîn?! Yan na?! Dibe ew jî bizanin, ku Kemal Qilîçdaroxlo li dû aliyan we li jêr zext û fîşarê deye? Yek li nava partiya xwe, çimkû partiya wî xwe bi mîratgirê hizr û ramanên Atatûrk partiya wî dizanin, bi dirêjahiya dîroka Heştê salan, wê ramanê û wê hizrê belayên mezin anîne serê Kurdan.? Niha hinek zehmete, lê namumkîn nine, dizanim CHPê li jêr serokatiya Kemal Qilîçdaroxlo de gelek guherîn çê kiriye, li nava bername û
programa wê partiyê de, ku caran ba ew bive bû, lê wî kir, lê hîn gelek maye.
Du Li nava Eniya Milet de jî ew li jêr zext û fîşarê deye,bixasmanî li ser mefên Kurdan?! Aya Kemal dê bikare bibe rêberek ku rîskan bike, bibe firyat res, rêberek karîzmatîk, bikeve nava dilê hemû gelê Tirk û Kurd de.
Kurd dibe wê derfetê bi girîng bizane û li ser mifahên partî û kesî ranewestin?! Belku dibe bidin berhev, bername û manîfestek mişterek çêbikin û rabigihînin, kîjan mil dikare çende mafê Kurd biresmî binase, çende dê bikare cî bi cî bike.
wekî meriv çav li eniya Tirkan dike, çep û rast îslamî û neteweperet gelek li ser meselên malî û netewî yên xwe bi dilekî fireh bi hevre rûdinên û meselên îdolojîk û îxtilafên siyasî didin aliyekê û îtilafan pêk tînên? Li ser mifahên milî û berjewendiyên Tirkan dibin yekdeng, gelo Kurdo hûn çima wê nakin, aliyê kêm nabêjim li dujminê xwe fêr be, lê li neyar û reqîbê xwe tiştan werbigirin.
Bibin yek deng yek hizir, dê bikarin pêngav bi pêngav mafên xwe bistînên?! Nexo hûn pêngav bi pêngav dê paşve herin û bişkên.