Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lihevkkirina di navbera Erebistan û Îranê de formalîte ye

10:43 - 22 Adar 2023

N: Hesen Mukerem

Di heyama çend rojên derbasbûyî de rejîma Îran û dewleta Erebistanê bi navbendçîtiya Çînê lihev kirin da ku ji nû ve balyozxaneyên xwe di welatên hevdu de vebikin, piştî hin bûyerên ku li herêmê û cîhanê de li asta aborî û siyasî yên welatan de, ev lihevkirina formalîte pêk hat.

Çima dibêjim formalîte, ji ber ku ev şerê di navbera Îran û Erebistanê de ne şerê nîşan dana hêz an bidestveanîna xakê ye, belkû tenê şerê îdolojîkî ye.

Di sala 2016`an de destûpêwendiyên Spaha Pasdaran êrîş birin ser balyoxaneya Erebistanê li Tehranê û agir berdanê û hêzên ewlehî yên Îranê jî ti astengiyek ji bo wan çê nekir.

Muhsên Kazmînî Fermanderê Spaha Mihemed Resûlila Tehranê, ku sala 2016 an berpirsê ewlekariya Tehranê bû, gotibû ez bawer im ku, agir berdana balyozxaneya Erebistanê li Tehranê,  karê hêzên bawermend yên Hizbulahê ye, di nava sîstema rejîma Îranê de bi her hincetekê û her dema bixwazin êrîşê bikin ser balyozxana welatekê, tê gotin ev êrîş ji aliyê Hizbulahiyan, yan fîdayan, an peyrewên hêla Xumeynî ve hatiye encam dan, ev ji di demekê de ye ku hemî ev êrîşên han bi erêya rejîmê bixwe tên kirin.

Êrîş bo ser balyozxanên welatan berdewam li Îranê de hebûye, Êrîş bo ser Balyozxana Amerîka ku bû sedemê qutbûna peywendiya dîplomatîke di navbera herduk welatan di heyamê pitir ji 40 saliye.

Erîş bo ser balyozxana Birîtaniya, Êrîş bo ser Balyozxana Azerbaycanê, Êrîş bo ser balyozxana Erebistanê.

Rejîma Îranê bo vê ku bikare hem pêgeha xwe di nav welatên herêmê de zêde bike û hem jî desthilata xwe berfireh bike, di heyama desthilatdariya xwe de hewl daye, li welatên weke Hindûstan, Îraq, Lubnan, Azerbaycan, Efxanistan, Yemen, Behryên, Sûriye, Pakistan û hin welatên Afirqayê de, girûp an hizbên girêdayî bi xwe çê kirine û bi hemû aliyî ve piştewaniya wan dike, û çek û teqemeniyan bigire heta bigihîje bi warê aborî ve alîkariya wan dike.

Ji ber ku Erebistan jî welateke sunî meseb e û herwisa navenda oliî û ziyareta hemî mislmanên cîhanê ye, ji ber vê yekê jî Îran ti carî nikare digel Erebitanê rêk bikeve û rikeberiya îdolojîk û şerê Sune û Şî’e bûnê di gel de dike.

Ji aliyek din ve jî, eger ew lihevkirina pir girîng ba niha welatên bihêz yên weke Amerîka û Yekîtiya Ewropa jî ku baş Îranê nas dikin, îzina pêkhatina vê lihevkirinê nedidan û bêdeng nedibûn, her çawan ku di sala 2019`an de welatên Ewropaî sîstema INTEXê ji bo parastina sermayeya kompaniyayên xwe yên bazirganî yên li Îranê li hember tehrîmên Amerîka de avakir, lê, Nasir Ken`ianî Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê îtraf bi vê yekê kir û got, welatên Ewropayî li derheq soz û qewlên ku bona çalakkirina sîstema INTEXê dabûn ti pêngaveke hewce nehavêtine, wan welatan di tevahiya dema xebata INSTEX de ti çavkaniyên darayî û hêlên hitbarê yên demdirêj nexistine vê kanalê de.

Li derheq hevkirina di navbera Îran û Erebistanê de, "Şahzade Feysel Bin Ferhan, Wezîrê Karê Derve yê Erebistanê, di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya Şerq El_Weset de got: Lihevkirina Erebistan û Îranê bi wateya gihîştin bi rêçareyekê bona çareserkirina tev arîşeyên bijartî yên di navbera her du aliyan de nine.

Ev gotina wî tê vê wateyê ku ev lihevkirina han hitbareke wisa tune ye.

Di vê navberê de Çîn jî bi vê naybençîtiya xwe hem dixwaze hejmoniya xwe li ser Rojhilata Navîn de nîşan bide û hemî jî dixwaze bêje Amerîkayê ku, her tenê tu bi hêz û xwediyê pêgehekî qahîm li nawçê de ninî ez jî he me.

Dibe Erebistan jî ku ev çendîn sal in ji Amerîkayê daxwaza po`ana damezirandina Wizeya etomî ya aştiyane dike û Amerîkayê jî heta niha wek hevpeymanekê ti pêngavek nehavêtiye, dixwaze bêje ku eger alîkarî nekî hene ku alîkarî bidin, û meseleyek din jî heye ku dibe Erebistan ji ber qehrî bûn li Amerîkayê navbendçtiya Çînê qebûl kiribe, ev  jî ji ber vê ku, Donald Tramp serkomarê berê yê Amerîka, Erebistan weke çêleka şîr danê ji Amerîkayê re binav kiribû.

Ya Îranê jî, ji ber ku di vê heyamê de, Amerîka û welatên Ewropayê berdewam navend û berpirsên sereke yên Îranê tehrîm dikin û berdewam girûp û milîşên girêdayî bi Îranê yên li Yemen, Sûriye, Behrêyn û Îraqê dikin armanc û li ser avên Kendavê dest bi ser gemiyên hilgirê çek û teqemenyên ku Îran bo Husyan dişanîne, girtin û Îran ji bo evê ku pêşî ji wan ziraran bigire û hinek jî demê bidest bixe da ku kêmkê givaşan li ser xwe kêm bike, amadebû vê lihevkirinê pêk bîne.

 Di dawiyê de ev lihevkirina ti rehendek siyasî, lojîk, abûrî û ewlehiyê ji xwe nagire û tenê pêşîgirtin ji egera rû dana şerê cibiheyî di navbera Erebistan û Îranê de ye, dema ku wiha ye ev lihevkirina ewqas dewamî tuna be û girîng jî nine.