8`ê Xakelêweya 2723`an Dibêjin xak meyl bere
N: Kerîm Perwîzî
Goya mirov girêday hev in û ev girêdayîbûna bi ti veqetandinekê çê nabe, ku yek ji wan çûna bin xakê ye, êdî ya din meyla wê bo qut dibe û ev girêdayîya wê\î bo nambîne.
Renge ev yeka rast be, renge mirin qutbûna zencîreyî ya mirovan bo hev du be. Lê, hinek caran meyl tune ye belkû xak jî girêdayî mirovekê dibe.
Kurte vîdyoyek li ser xaka kesekê hatibe girtin ku li ser xakê de alayek û axabaniyek daliqandiye.
Bixwe li hundrî xwe de, ev dîmena renge tişteke pir aram be. Renge di wateya sembolên wê de kûr nebî, tiştek wisa jêra nebêjî û gelek bi normalî li kêlegê derbas bibî:
Di panahiyekê de, hatiye destkarîkirin û hinek xaka vê bilind bûye. Li derdora cihê bilindbûna xakê de hinek qevr hatine rêz kirin. Du parçe destmal havêtine serê vê. Yek ji wan destmalan sê rengên, sor, spî û kesk e û di nîveka rengê spî de jî zeriyek heye ku bi rojê dişibe!
Destmala din reş û spî û xişte ye!
Ger wiha temeşeyî vê dîmenê bikin, tiştek pir sanahî tê xuyakirin; Ger ev destmala sê reng bi rojê ve navê dabinên bi Ala û ya din jî bêjin Axabanî ye, bi ser bihustek xakekê danîne, qasekê vê dîmenê giran dike. Alaya sê reng, rengê sor ya şehîdan û spî aştî û kesk avedanî û roj jî heqîqeta Kurdn e, pîroziyekê dide bi vê dîmenê. Axabanî jîsembola pêşmerge û canfîday û can li ser destên Kurdistanê ye. Lê, dema ku dizanî di bin vê xakê de termê Salar Îbrahîmî yek ji fermanderên navûdeng ên Hizba Demokrat hatiye defin kirin. Êdî rewş bi tevahî diguhere … Şehîd naveke din e û semboleke din daye bi dîmenê û xak jî guheriye!
Êdî wirda xak meyla vê tune ye, belkû xaka vê bixwe girêdayî şehîdan bûye! Ev xaka sanahiye, ku li hundrî dilê xwe de şehîdek hilgirtiye, heta navê wê jî diguhere û dibe bi nîştiman!
Bihust bi bihusta xaka Kurdistanê tevbigerî, her çawan ku helbestvanê paye bilind Ebdula Peşêw dibêje: Kêmekê serê xwe bitewîne tanca gulîlkan ya xwe li serê xwe bike, çimkû li hundrî bihust bi bihusta vê xakê de canfîdayek hatiye tomar kirin, dibe li her aliyekê de şehîdek li dilê xwe de hilgirt be.
Şehîd nekû navê xakê diguhere û neku xakê jî girêdayî xwe dike, belkû êdî şiyana meyl birinê nahêle, û pêgeha mirov jî bi tevahî diguher e.
Mirovek ku heta bîstek pêştir yekyek bû di nav milyonên din ên mirovan de ku herçiqas xebat û têkoşîn û canfîdayî jî kiribe, dibe ku şaş be û cihê rexne kirinê be, lê di yek deqeyekê de û bi gorîkirina canê xwe di vê rewşê de derdikeve û êdî neku şaştiyan nake û cihê rexnekirinê nine, belkû dibe bi mirovê paye bilind, ev yeka xak û mirov û heta dîrokê jî diguhere.
Roja Şehîdên Kurdistanê, roja 10`ê Xakelêweyê, ev roj e ku serqafileya karwana şehîdan, Pêşewayê nemir li nav de bidar vekirine. Heme Rizayê Pehlewî, kerb û kîneke zêde li Pêşewayê Kurdan hebû, neku ji ber kerb û kîna takekesî û mijareke şexsî, belku di vê barê de kerb lê bû çûnkî desthilata beredayî ya wî bi henek hesab bo dikir û li ser xaka Kurdistanê Alaya Komarê hilda bû!
Paşa Pehlewî, xwe wekî Paşayê welatê Îranê dihesband û xwediyê neteweyekê! Wî wisa dizanî ku Yek Netewe, Yek Sirûk, Yek Ala û Yek Paşa heye. Lê, Pêşewayê Kurdan û rêberê Hizba Demokratê wate Qazîmihemedê nemir, bi îlankirina Komara Kurdistanê jêra got ku Îran Yek Netewe nine, Alaya Kurdistanê jî hilda da ku bêje tenê Yek Ala nine û Sirûda Ey Reqîb gihand bi guhê dost û dujminan, da ku bêje Yek Sirûd nine û wekî serokê Kurdan Komarî ragihandin, da ku ji Heme Riza Şah re bêje ku Kurdan ev wekî Paşa hesab nakin. Her ji ber vê yekê ye ku Paşayê bereday yê Pehlewî piştî hiloşîna Komara Kurdistanê, kerb û kîna koloniyalîstî li ser Kurdistan û Serkomarê vê de rijand û li serspêdeyeke demsala Buharê de, xast Kurdistanê tûşî belengaziyê bike û Pêşwa û hevalên wî bidar vekirin.
Karwana şehîdên Kurdistanê dûr û dirêj e, heta gihîştin bi karwana xebat bo sermenzela serbestiya nîştiman û azadiya neteweya Kurd, dibe dirêjtir jî bibe. Lê, ti yek ji wan sorxelatên Kurdistanê, bi sebeba kerb û kîn û mi`amleyeke şexsî û takekesî canê wan ji wan nehatiye standin û pirsa wan pirseke takekesî nine, belkû pirsa maf û azadiya gelekê ye.
Lewma rêberê nemir, Dr. Qasimlo dibêje: Baştirîn xelat bo şehîdan berdewamkirina rêya wan e. Bi cihê ku bas ji tolhildanê bikin, bas ji berdewamkirina rêya wan dike, çimkû tol pirsê dike bi pirseke şexsî ku piştî kuştina yek ji wan an dehan kes ji hêza dujmin, êdî pirsa tolhildanê dawî pê tê û xwîn li hember xwînê de. Lê, karwana şehîdên Kurdistanê pirseke takekesî û şexsî nebûye û nine, lewma pirsa tolhildanê nine belkû pirsa berdewamkirina rêya wan e. Wate çûnkî ev pirs pirsa neteweyekê ye, tola wan xwînan demekê tê hildan ku pirsa netewe dawî pê hatibe û Kurd azad û Kurdistan rizgar bibe.
Bi dirêjahiya xebata Kurd bo gihîştin bi maf û azadiyên xwe, bi dehan bigire bi sedan hezar qurbanî daye û li pêxema azadiyê de karwaneke dûr û dirêj li rihên ezîzên xwe pêşkêş kiriye.
Şehîdbûna her takeke Kurd, rûpeleke zêrîn û mezin di dîroka serweriya neteweya vê ku amade ye bi îradeya bilind a xwe li pêxema wekhevî û jiyana hevterîb digel neteweyên din de biha û nirxa vê bide.
Lê, vê yekê dizanin ku neteweya Kurd mergdost nine û şehîd ku cem vê neteweyê qedir bilind û pir binirx e û weke bejna mirovekê temaşe dike, neku ji ber vê ku mirin xweş be belkû ji ber vê yekê ye ku rêz li mezinahiya wan kesan tê girtin ku, li pêxema bexteweriya hin kesên din de amade ne canê xwe fîda bikin.
Her di vê aliyê de, ku ev neteweya, silogana “Jin, Jiyan, Azadî” serî radike çûnkî li pêxema jiyana baştir de xebatê dimeşîne û herçawan Dr. Qasimlo dibêje: Heta jin rizgar nebe civak jî nagihîje bi bexteweriyê û canfîdakirin jî her li pêxema jiyana baştir û kêrhatiyê mirovê hişmend yên vî serdemî ye.
Xaka li Kurdistanê de, li hember şehîdan meyla ber nine û bixwe bûye bi evîndarê şehîdan û li hundrê dilê xwe de wan radigire da ku vê roja rizgarî û azadiyê, baskên xwe li ser Kurdistanê de bide û vî demî hemû ev cihên ku bi nirx û buhayên ku termê şehîdên wan wir hatine veşartin, dibin bi cihên girîng û semboldar bo gotina dersên jiyanbexişîn û avakirina paşerojê.
Salroja şehîdan bilind û rêya wan tijî rêwîng be.