Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Straneke kevin!

11:32 - 8 Adar 2023

N: Kerîm Perwîzî

W: Hesen Mukerem

Desthilata serhişk ya paşayetî nû hilweşiya bû û ew heyama çend rojan bû bi ser derbas bibû. Hîn rewşa nav gund û bajaran li rewşa kolanên piştî bager û bahozê dişbiyan ku erd tere û tiştên ku bahozê digel xwe birbûn li derdorê belav kevtibûn.

Çend rojek bû ku wezîfedarên ewlehî û jandarmirî li ser serê xelkê neman bûn, lê hîn dijber û beledî û jandarmirî û binkeyên leşkerî li chên xwe de bûn.

Li bajarê Tehran û bajarên mezin, binkeyên leşkerî û hêzên jandarimirî kevtibûn destê xelkê de û li ser navê şoreşê, çek kevtibûn destê wan, lê li Kurdistan hîn binkeyên leşkerî û binkeyên întizamî li cihê xwe de bûn.

Rejîma berê di nav bajaran de jî nemabû û Sawak û desthilata sepandî nemabû, lê kesên girêdayî bi Sawakê di wê navberê de xuya dibûn ku hîn jî wirda wêrda dihatin dîtin.

Reweşke ne zelal bû ku paşeroj çi pê ye? Şoreş li dijî paşayetî serkevtibû, lê hîn paşeroj xuya nebû ka dê çawa be.

Nêzî sê hefteyan piştî hilweşîna pasayetiyê, di vê rewşa han de ku hem xelk hêviya azadiyê hebûn û hem cem wan paşeroj şêlû û nexuya bû, di nav gund û bajarên Kurdistanê de denge dengek belav bibû ku, mîtîngeke mezin li Mihabadê dê bê lidarxistin!

Xelkê ji hevdu pirs dikirin ku mîtîng bo çi tiştekê ye û çi kesek dê biaxive? Dibe bas ji çi tiştekê bê kirin? Bersiv ev bû ku Dr. Qsimlo, rêberê Hizba Demokrat dê biaxive. Xelk kevtin tevgerê û ji bo wan bû bi pirsyar gelo Dr. Qasimlo dibe çi bêje? Her ji ber vê yekê li tev bajarên Kurdistanê û heta li hinek bajarên Îranê, cemawer ber bi cihê ragihandina Komara Kurdistanê ve meşiyan, bo beşdarîkirin di mîtînga Dr. Qasimlo de.

Roja 11`ê Reşemey(2`ê Adar)ê bi dehan hezar kesî li hemû Kurdistanê û li bajarê Mihabadê kom bibûn û çavnhêr bûn ku Dr. Qasimlo were. Dilkutika wan hebû ku gelo Dr. Qasimlo çi peyamek pê ye û paşeroja jiyana wan dibe çawa be?

Roja 11`ê Reşemey(2`ê Adar)ê di civîna bi dehan hezar mirovî ya li Mihabadê de, Dr. Qasimlo li ser navê rêberatiya Hizba Demokrat peyama berdewamî dan bi xebatê ragihand û têkoşîna eşkere ya Hizbê ji gelê Kurd, gelê Îranê û serdemdarên şoreşa dijî paşayetiyê re ragihand.

Peyama Dr. Qasimlo di roja ragihandina xebata eşkereya Hizba Demokrat de piştî 32 salan xebata nehênî peyameke dîrokî bû ku manîfesta xebat û têkoşîn û vejiyana Kurdistan û Kurd ku piştî çendîn dehikan e, hîn nek naveroka peyamê belkû peyv û forma peyamê nû ye û derûna tî bûna xebatkaran têr av dike.

Baskirin û gengeşekirina li ser peyama rêberekî lêhatî û zana wekî Dr. Qasimlo di şiyana me de nine, lê wekî vebîranîn û baskirinê, çav li hinek wan xalên wê peyamê dikin ku dubare bînin bi bîra me ku rêniwîniyên niha û paşerojê bin.

Yek ji girîngirtîn kiryar û reftarên Dr. Qaismlo digel xelkê rik û zelal bû û di hemû xelekan de, çi li serkevtin û çi li şikest û çi li dema asayî de, rû li xelkê xwe dikir û bi zelalî û bi eşkere digel wan diaxivt.

Siyaset û têkoşîn cem Dr. Qasimlo bi nehînîkirin û veşartina heqîqetan ji xelkê ku wisa xuya ye ku ew xelka ji vê bingeha kûr a siyasetê tiştekê nizanin, nebû! Çi li destpêka ragihandina xebata eşkere de û çi li beşên din yên weke veqetiyana kongreya çar û piştire li her derfetek û rewşekê de ku xebat û şoreş hebû, Dr. Qasimlo dihat cem xelkê yaku li gorê de bû, bi zelalî û eşkere ji xelkê re digot. Her di vê rojê de jî, li 11`ê Reşemeya sala 1357`an a Rojî de, di vê mîtîngê de, Dr. Qasimlo, bas ji heqîqetên ser erdê kir û xelkê digot ger şoreş serkevtiye, ew bi çi wateyekê ye ku li Kurdistanê binkeyên jandarmirî mane, çi wateyekê digihîne!

Xaleke girîng a peyama 11`ê Reşemeyê, tevî gotina heqîqet û zelaliyên Dr. Qasimlo digel xelkê de, hêviyên bê sûd ji xelkê re nedan û ji aliyeke din ve jî reş nekirina tev tişt û bê hêvî nekirina xelkê bû. Bi vê wateyê ku hem ji xelkê re heqîqet bas dikir da ku xelk weke emanetdar û kesên cihê baweriya rêberê şoreşger, heqîqetan bizanin û hem hêviyên vala nedan û tev cîhan jî wisa tarî û şêlû ne dikir ku xelk ji tev tiştan bê hêvî bin.

Rastbêj bûn û hêviyên vala nedan û herwisa bê hêvî nekirin û zal nekirina reşbîniyê, ji wan taybetmendiyên rêberekî karîzima û piragmatîk yên wekî Dr. Qasimlo bûn ku wisa ji navbirî kir ku xelk bo hertmî digel rêberê xwe bin û niha piştî derbasbûna zêdetir li 32 salan li ser şehîdbûna Dr. Qasimlo de, xelkê li Şoreşa Jînayê de hawar dikirin ku Qasimlo rêya de berdewam e.

Di peyama 11`ê Reşemeyê de, Dr. Qasimlo li derheq mafê Kurd de diaxive û dibêje, em wekî Kurd digel birayên xwe yên Faris, Tirk, Belûç, Tirkemen, Ereb, Ermenî, Asorî û … hwd, bihevre me şoreş birêve biriye û di serkevtinê de jî dibe em mafê xwe bidest bixin. Rêk sê hefteyan piştî nemana rejîma paşayetiyê, Dr. Qasimlo bas ji metirsiyekê dike, bas ji gefekê li ser mafê Kurdan dike ku renge mirovên amade di vê mîtîngê de, ecêbe be ku ji nû ve rejîma paşayetiyê hilweşiya ye û êdî çi metirsiyek heye? Lê, Dr. Qasimlo hem metirsiyê fêm dike û hem digel xelkê bas dike û hem rêçare heye.

Ew metirsiya ku Dr. Qasdimlo bas jê dike:

“Tawanbarkirina gelê Kurd bi cudahîxwaziyê, stiraneke kevin e! Her dema ku gelê Kurd daxwaza mafên xwe kiriye, ew Tawana xistine stûyê wê.

“Di demekê de ku em vê tawanê bi pîlana dujmanên şoreşê dizanin û bi tewahî vê red dikin û radigihînin ku li seranserê Kurdistanê de ti hêzek daxwaza cuda bûnê nake, Kurd daxwaza mafê netewey yê xwe di çarçêveya Îranê de dike. Ger dujminên şoreşa Îranê û gelê Kurd, wisa dizanin ku tawanbarkirina gelê Kurd bi cudahîxwaziyê, wisa ji Kurdan dikin ku rewşa berevanîkirinê bigirin ber xwe û daxwaza mafên xwe neke û ev yek şaştiye!

Dr. Qasimlo bas ji straneke kevin dike! Ku li serdema Paşayetiya Pehlewî de hatiye dirust kirin û destkirda dezgeha dije mirovî ya Sawakê ye û tohmeta cudahîxwaziyê li Kurd didin! Ev tohmeta her wekî Dr. Qasimlo dibêje, bo vê ku sîstema dîktatoriya xwe berdewam bikin û li ser navê dijayetîkirina cudahîxwaziyê, dixwazin serkutkirinê li Kurdistanê bidomînin û Kurd ji mafên wê bê par bikin û li ser navê şerê Kurdistanê azadiyên xelkê di parçên din yên Îranê de jî bin pê bikin.

Rejîmek ku nexwaze mafê xelkê bide, li pey peydakirina hincetê ye ku, mafê vê bin pê bike û pişt guh bixe. Rejîma ser hişk û çewtekar û mirovên faşîst û dije mafên gel, bi zelalî bas ji vê nakin ku em mafê we yê han nadin, belku tohmetekê li ser de didin sepandin ku esas û mafê vê ji rê derbixin û diyalogê bikin bi diyalogeke piçûk û di dawiyê de jî dest bidin bi çekê bo serkutkirinê! Ew pîlana kevin her wekî Dr. Qasimlo dibêje, straneke kevin e, sedan û hezaran carî dubare dibe da ku wisa ji Kurd bikin da ku neteweyên din ku bas ji rewatiya xwe nekin û ger tiştek hûr jî bas bikin, gelek bi şermîn bas bikin. Her ji ber vê yekê ye ku Dr. Qasimlo dibêje: Neteweya Kurd mafê wê bixwe ye ku bi zelalî jêra bê gotin ku êdî zilma netewatiyê li ser namîne. Dibêje ku bi zelalî radigihînin ku em bo dabînkirina mafên destnîşan kirî yê çarenivîsa neteweya xwe xebatê dikin.

Her di vê peyamê de û piştî vê ku bas ji mafên netewatiyê yê Kurd û rêçareya vê ku wî demî bi xwedmuxtarî dizane bas dike, ji rejîma nû re dibêje ku nabe artêş û jandarmirî weke berê bo serkutkirinê bikar bîne û îdareyên Kurdistanê bi destê xelkê Kurdistanê bin û gelek rêyên din bas dike û bitaybet bas ji xaleke girîng dike ku dibêje heman rêçareya rejîma berê negirin berahîka xwe! Ew jî wiha ye ku xelk li hember hevdu bên tûj kirin!

Dibêje ku: Nabe rê bidin dujmin di navbera me de nifûz bike û aloziyan çê bike! Nabe ti tex û qadeke nîştimanê û ti eşîrek li dijî eşîreke din û ti hêzeke siyasî li dijî hêza siyasî ya din bê tûjkirin!

Her ewane parek in ji wan taktîkan ku dujmin hertim li dijî Kurd û Kurdistanê bi kar aniye û her ji ber vê yekê ye jî wî demî Dr. Qasimlo bi eşkere bas dike û dibêje ku ew rêyên kevin nedin berahîka xwe!

Peyama 11ê Reşemeyê, her çawan ku Dr. Qasimlo bas kiriye, manîfesta xebat û mafên neteweyî yê Kurd û Hizba Demokrat e û niha jî piştî derbasbûna 44 salan her nû maye. Çimkî hem Dr. Qasimlo rêberekî karîzimatîk û kêrhatî bû ku bi hûrî û bi dirustî bas ji êş û dermanên wê dikir û hem jî niha dujminên Kurd heman rêçareyên berê didin berahîka xwe û hişmendiya me li derheq pîlanên wan û herwisa rêkbûn û sorbûna me li ser mafên neteweya xwe hewce ye.