N: Hesen Mukerem
Her netew an welatek ku bixwaze hevgirtî, bihêz û pêşkevtî be, dibe perwerdehiyeke drust û serast hebe û hertim divê piştigirê hev bin û hewceye ku destanrêsî, ezmûn û efsaneyên gelê xwe bizanin.
Bo mînak, çima Japon welateke pêşkevtiye, li sala 680an berî Zayînê O No Yasumaro yekem împratorê Japonê pirtûka bi navê Kujîkî nivîsî û di pirtûkê de behsa sedan destanrêsî, efsaneyên Japonyian , êş û azarên gelê Japonê kiriye, û herwisa behsa xwedawendan kiriye û ev pirtûk radestî împratorê cêhgirê xwe kiriye û kiriye yasaya ku dibe her hemû xelkê Jopanê pêka vê pirtûkê perwerdehiyê bibînin û peyrewî jê bikin, û niha jî Ola Şînotîzim ya Japonê peyrewiyê jê dikin û di pirtûkê de hatiye her kes pêka wan rêniwîniyan nexebite, xwedawend dê wî ceza bikin, ji ber ku di vê pirtûkê de çîrokên efsaneyî yên xwedawendan ya li dirustkirina Japonê û yekxistina hemû giravan li çarçêveya desthilatdariyê de hatiye tomarkirin û xwedawendan di vê pirtûkê de gengeşeyên xwe kirine ku xelkê Japonê fêrî gengeşyê bibin û her ji ber vê ye ku xelkê Japonê pişta hev ber nadin û hemû hewl û xebata xwe bi hev re bo pêşkevtina welat xistine ser hev.
Yan efsaneya Gilgamêş jî pir balkêşe, dema ku Înkîdo di nav destên Gilgamêş de dimire, Gilgamêş rû li xelkê dike û dibêje: Gelî pîrên Orokê guhdarê min bin, ji min bibihîzin! Ez li ser dostê xwe Înkîdo digirîm, bi dilşewtiya jinên şînkêş digirîm, Înkîdo balteyê kêlega min bû û kevanê destê min bû, kêra ber pişta min bû, mertala li pêşiya min bû, cilên cejna min bû û şahiya min a tenê bû, heta ku dijmenekî qirêj ew ji min dizî.
Niha eger em dîroka neteweya xwe bişopînin, destanrêsî û efsaneyên leheng û mêrxasên gelê xwe yên weke, Simkoyê Şikak, Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî dibînin û çawa û bi çi zanist û ezmûnekê karîne di serdemên xwe de li hember dujminên gelê Kurd de berxwedanê bikin û şîret û ezmûnên xwe bo me bi cih hêlane û em bi berçavgiritina gotin û şîretên wan dikarin ber bi gupika serkevtinê ve bimeşin.
Bavê nasyonalîzima Kurd, Simkoyê Şikak dibêje: Ey Kurdino ez bilî yekîtî û yekgirtinê çareyek din bo rizgarbûna neteweya me ji destê dujmanan de nabînin, jibilî destê hev du girtinê, çareyek din bo Kurdên bêçare tunye, destê biraytî û rastiyê bidin hevdu heta ku bihemû hêza xwe bi dijî destdirêjiyên dagîrkeran bisekinin, ji ber ku rêya azadî û serbestiyê her ewa ye.
Ji bo mînak, rêberê şehîd Pêşewa Qazî Mihemed yekem serkomarê Kurdistanê di beşek ji wesyetiya xwe de dibêje: Ji vê zêdetir dijminatiya hevdu nekin, yek bigirin û piştevanê hev bin, bê sûd xwe nefiroşin bi dujminan û zarokên xwe hînî zanistê bikin, çimkû wiha ew pêşkevtin e, û her neteweyeke hînî zanistê bibe li pêşkevtin û şaristaniyetê pare namîn e. Bi hînbûna zanistê û yekgirtin û rêkxistinê mezintirîn çeke ku li dujmin dixî û îxanet ji hevdu nekin.
Şehîd Dr: Ebdulrehman Qasimlo jî dibêje: Em dibe li kêmiyê de dest pê bikin heta ku digihîjin bi armancan
Yan şehîd Dr. Se`îd Şerefkendî dibêje: Keç û xortên Kurd bila baş bizanin ku jiyana di êxsîrî û bindestiyê de biser şorî û şermezarî, çiqas bêqedir û qîmet e û li hember hilmijêna hewayê paqij û bê toz de, serbilindî û azadî çiqas xweş û dilrevîn e.
Bona rizgarbûn ji bindestî û zordestiyê, ew şîretên rêber û mamosteyên şoreşê dibe bo me Kurdan di jiyana şoreşgerî de bibin bi ders û rênîşander.
Bi wan gotinan dixwazim bêjm ku neteweya me yanî Kurd jî mêrxas û lehengên xwe hene, ger em pêka rêniwînî an şîretên wan tevbigerin, an zarokên xwe perwerde bikin dibe ku hem zarok hem nifşa piştî me ji me serkevtîtir bin û bibin xwediyê Kurdistana azad û hertim pişta hev bin û yekgirtî bin, ne jî hinde îxanetkar di nav gelê Kurd de hebin.