Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çareseriya kirîzan, derbasbûn ji rejîmê û faşîzma olî ya Îranê ye

10:31 - 16 Nîsan 2023

N. Hûmen Simko

 Encama desthilatdariya zêdetir ji çil salan a rejîma Îslamiya Îranê, weke sîstemeke îdeolojîk, tepeserker û dijî mafên mirovan, şer, tepeserkirina dijberan, cudatîdanînên “zayendî, netewî, etnîkî û olî”, zîndan, îşkence, bidarvekirin, dûrxistin û derxistin, kuştina kesan li jêr navê dijber, terorên “navxwey û dervey welat”, piştevanîkirin ji terorê li seranserê cîhanê û li asta navneteweyî de, gendelî, jinavbirin û derbên berfireh bi jîngehê û …hwd e. 

Di heyama wan 4 dehkan de welatê me gelek derfetên dîrokî ji dest dane û bi sedema siyaseta dijminkarane ya rejîmê li hember welatên rojavayî û welatên cîran û deverê sedan milyard Dolar xisar bi aboriya welat kevtiye.

 Gendeliya sîstematîk a rejîmê, di tevahiya aboriya welat de bi aşkera tê dîtin, heta astekê ku welat êdî ji aliyê saziyên girêdayî bi vê sîstema gendeliya dewletî ve tê kontrolkirin û rêvebirin.

Ev çeteyên mafiyayî yên ku desthilatdariya siyasî û aborî bi dest dixin, siyaseta rejîmê bi rêve dibin. Di talankirina darayîya welat de, deshilatdarên rejîmê û di serî de jî “Elî Xamineyî” li yek alî de ne.

Qasa zirar û xisarbûna darayî û dahata xelkê Îranê ji aliyê rejîmê ve ji hemû demê zêdetir bûye.

Hêza siyasî û aborî di rejîma Îslamî de li destê Xamineyî, Spaha Pasdaran û dezgehên ewlehiyê de, li destê hejmarek kêm ji kesên girêdayî bi rêberê rejîmê û hevkarên wan de ye. Bi binpêkirina azadiyên civakî û siyasî, serkutkirina hemû rêxistin û partiyên dijber, bi şano û amadekariyên hilbijartinê, desthilatdariya siyasî bi dest xistine. 

Ev kombûna aborî ya berbelav û gendeliya berbelav welatê me ji mifahvergirtin ji hêzên xwedî bandor, paşeroj-çêker û pîşesazî bê par kiriye.

 Lê şêweyên curbecur ên beşên civakê û hêzên azadîxwaz ên li hemberî desthilatdarên paşvero qet ranewestiyan.  Tevgera azadîxwaziya gel, rêxistinên siyasî, sendîka û hêzên azadîxwaz di wan 4 dehikan de li hemberî vê zilmê paşve gav nehavêtin.  Tevî dana nirxên giran jî, qirkirinên li sala 1367’an a Rojî jî nekarî agirê vê têkoşîna rewa û xwediyê maf ravestîne.  Ev têkoşîn heta guhertina bingehîn û avakirina sîstemekî demokratîk li cihê sîstema Komara Îslamî, dê berdewam bin.

Tevgera jinan, bi cihgîrbûn li tevgera civakî de, ji destpêka hatina ser kare vê rejîmê ve ji bo rûbirûbûn û jinavbirina cudahiya zayendî destpêkiriye û hertim li hember vê rejîmê û kevnarperweriyê de ravestiyaye.  Me dît ku li dawiyê de ev tevger di şoreşa Jîna yê de bû remza serhildanê ji bo hemû tevgerên sivîl. Derkevtina meydanî ya keçan bo ser kolanan û wisa kir ku jin û keç bûne pêşengê şoreşê.  Tevgerek ku xwediyê wê hêzê ye ku nîveya nifûsa civaka welat li dijî tewawiyeta rejîmê kom bike.

Herî dawî cezayên tund ên li dijî çalakvanên vê tevgerê, 55 sal heps ji bo jinên girtî di zindana Qerçekê, Yasemîn Aryayî, Munîra Erebşahî û Mojgan Kişawerz bûye, ev bi hinartina girte vîdeo û wêneyan bo mediayên derveyî welat hatine sûçdar kirin.

Tevgerên din ên civakî, sivîl û sendîkayî, komên etnîkî, tevgera mamosteyan, peresdaran, kesên ku mal û milkên xwe winda kirine, xwendekar, kesên malnişînkirî, tevgera çalakvanên parastina jîngeh û … hwd, rola xwe di guhertinên siyasî li îroya welat de heye.

 Berdewamiya van tevgeran û tevgerên protestoyî, berfirehkirina berbelav û hemûalîbûna wan a bêmînak di war û aliyên cuda de, li gel piştevaniya bi milyonan kes, nîşan dide ku dezgehên ewlekarî yên rejîmê nikarin wan ji nav bibin û siyaseta girtin, serkut û fetisandina dengê xelkê nikarin pêşkevtina wan asteng bikin.

Her cara ku rejîm çalakvanek ji van tevgeran digre û bi cezayên giran, yan jî kuştin û îşkenceya di zindanê de û derveyî girtîgehê bi awayên tawankar dikuje û bi serketinê serxweş dibe, tevgerên din weke beşên din ên civakê dikevin nava qada têkoşînê bi hêztir û daxwazên wan zelaltir dibin.

Îro jî li deverên cuda yên Îranê, agirê şoreşa “jin jîyan azadî” berdewam e.  Tevgerek ku hertim di rêzên yekem ên tekoşîna civakî û siyasî de li dijî rejîma dîktator a Îslamî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de cih girtiye, niha jî berferehiya vê tevgerê tevahiya Îranê li xwe girtiye û Kurd pêşengên vê tevgera rizgarîxwaz de ne. 

Kurdên ku ji destpêka şoreşa gelên Îranê û piştî hatina serkare rejîma paşvero a Îslamî di sala 1979`an ve têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafê neteweyên Îranê domandine û îro jî heta ku ev rejîm neyê herifandin ev têkoşîn naraweste.  Şoreşa JÎNA(jin jîyan azadî) kite riya derbasbûn ji rejîma xwînmij a Îslamiya Îranê.