Hizrîn, 27`ê Xakelêweya 2723`an
N: Kerîm Perwîzî
W: Hesen Mukerem
Li serdema Yûnana berê de, ku serdema vegeşîna hizr û zanistê bû û bingeha gelek zanist û têgihîştin û heta îdarekirina civakê hatin avakirin ku piştî derbasbûna nêzî 2000 salan dubare civak zivirî bo vê bingehê û li ser wan destkevitên vî serdemî, şoreşa zanyarî û zanistê li devrên sedsalên vê dawiyê de rû dane, bigeha lojîk an mentiqê ku Erestûyê navûdeng avakiriye û niha jî her li ser vê bingehê tevdigerin û hikimên lojîk û vehûnerên drust û xwediyê hitbarê ne.
Yek ji wan hikimên lojîk di mentiqa Erestû de ku heye dibêje: Her hikimek ku li ser bingeha pêşniyareke ne drust hatibe danîn encama vê her tişt be raste.
An ger tiştek nedrust û nerast bixwazî encama dixwaz jê werbigrî ev hikimeke lojîkî ye. Bo mînak dikarî wiha bêjî: Ger mast reşe eva çiya hemû li pempo hatine çêkirin! Êdî çûmkî para yekem mast reşe, hevokek nedrust e, para duyem dikare her hikimê nedrust biteraşî!
Di heyama sedsalên borî de, li Îranê de hizrkirineke koloniyalîstî hatiye gorê ku li ser bingeha faşîsta Alman û têgihîştina vê serdema hizrkirina faşîstan hatiye avakirin û hatiye destkarîkirin û bi awayeke pir xwar û xêç faşîsmeke veşartî di nav hevokê de çirûskdar e, lê di naverokê de tijî çewtekarî hatiye çandin.
Ev hizrkirina ferzeke şaş çê kiriye ku: Di nav cografiya Îranê de yek neteweya Îranî dijî û hem
Îran û hem neteweya Îranê bi dirêjahiya dîrokê yek dest û yekparçe bûye!
Îca di vê pêş ferza nerdrust de encamgiriyên ecêb webigirin û di rastiyê de di vê hikimê de bo encama dilxwaz mifah jê verdigirin ku hewceye pêş ferzên nedrust bin da ku bikarî li gor dilê xwe heqîqetan biguherî!
Ev hikima ku bi zimanê lojîkî “Bi întfay moqedem sehîh est” dibe bas ji întfaya destpêkê bikin! Yanî bi zimaneke xwexwetî drevbûn li pêşî daniye ûdestpêka vê derbixin. Demaku bas ji vê yekê dikin ku Îran yek parçe bûye û neteweyên Îranê jî yekparçe û dîrokî ne, bizanin kudera hevoka wan nerast e!
Li derheq axavtinên siyasî û gotûbêj li ser arîşeyên civaka Îranê digel aliyên siyasî diyar yên seranserî û di rastiyê de parek destnîşankirî ji fars, bi lez strana kevin bo te distirin û dibêjin tevahiya xaka Îranê dikeve metirsiyê de û hûn dixwazin Îranê parçe paçe bikin!
Demaku bersiva wan didî ku me ti îş bi parçekirina Îranê tuneye wekî neteweykê em dixwazin xelk îhsas bi biryar dan li ser çarenivîsa xwe bikin û ev yeka paşa û desthilatdarên Tehranê bûn ku bi dirêjahiya dîrokê Îran wêran û parvekirine û her rejîmekê parek jidest daye, bersiva wan eva ye ku bas ji mafê neteweyan dikin di demekê de ku, li Îranê tenê yek neteweye û ev neteweya yekparçe û dîrokî ye!
Li warê hizrî û civaknasiyê de ev şirovekirina an ev hevoka nedrust e, çimkî netewe bixwe bi wateya siyasî ya vê ku xwediyê desthilata siyasiye bide naskirin, ya serdema piştî şoreşa Firansayê ye û li ser hev 200 sal e çemka netewe bixwe bi wateya siyasî ya vê hatiye nav mijarên siyasî de û berê netewe bi wateya girûpa civakî bûye û heta netewe li Rojhilata Navîn de bo xelkê gundekê jî bikar dianîn!
Aliyê esas ya nerast vê hevokê an wêjeyê “neteweya yekparçe û dîrokî” ev yeka ye ku xelkê di nav cografiya Îranê dê ti demî û li ti pareke dîrokê de yekparçe nebûye! Li serdema Komara Îslamî de, hinek neteweyan di Îranê de, li poanên hikûmetî û desthilatê de beşdar bûn û hejmareke din ji neteweyan zilma du qadî ji wan hat kirin!
Li serdema Pehlewî de tenê neteweya Fars xwediyê poan û desthilatê bûye û hemû neteweyên din weke dujmin beraxwe danê û hatine komkujkirin! Li serdema Qacar de parek Fars û parek ji Tirk xwediyê desthilatê bûn û para herî zêde ya civakê zilm ji wan hat kirin û komkujiyên serdema Sefeviyan navûdedng in hemû serdemên dîrokî yên di nav vê cografiyayê de bişûpînî hertim neteweyekê li dijî neteweyên din zilmkarî birê ve biriye!
Lewma, ti carî di nav vê cografiyayê de yekpareya neteweyî nebûye! Heta ger bi jînosayît û komkujkirin û qirkirin û sirgûnkirina bo mînak Kurdan bo Xorasan, Taliş an Loran bo Tehran û Îsfehanê û … hwd.
Li serdema Pehlewî an Sefevî û Qacar an li her serdemeke din de xwastine neteweyan jinav bibin. Da ku neteweyek yekdest çê bikin, lê nekarîn tevahiya neteweyan jinav bibin û serhildana neteweyan siyasetên wan pûç kirine, lewma neteweya yekparçeyî ne bi wan drust bûye û ne jî drust dibe û heta ev yek bi Hîlter jî cî bi cî nebû heta ku ev yek bi wan farsên hûr faşîst yên di nav Îranê de cî bi cî bibe!
Tişek binavê neteweya yekparçe û dîrokî hebûna vê tune ye, lê desthilatxwazên di nav girûpên siyasî li Îranê çi desthilartdar û çi opozisyon demaku vê çemk û wêjeya nerdrust bikar tînin, di rastiyê de ji bo vê yekê ye ku, di ferziyeke şaş de encama dilxwazaneya xwe werbigrin.
Ev encama ku dilê wan dixwaze pêk tê ji vê ku bêjin, çimkî neteweya Îranê yekparçe ye, yên bas ji çend neteweyî dikin dixwazin vê neteweyê parve bikin û neteweyeke yekdest û yekparçe dibe desthilateke yekparçe hebe û her tişt liTehranê biryar li ser bê dan, hûn tenê şukirxwaz bin ku ji we re rê dan ku wekî eşîre û qevmên Îranê hinek stran û govendên navçeyî birêve bibin! Ev yeka jî bo sîrk û nimayêşa reng bi reng bûna kultûra Îranê li berçavên geştyaran me hewcehî pê ye!!
Serdema biryarên nerewa û nerdust derbas bûye û Şoreşa Jînayê di rê de ye da ku bingeha drev û çewtekariyan dakite û jiyaneke din di vê herêmê de ava bike.