N: Jêhat
Cihê pê û bandora ber şewq û ronahiya peyam û ders û şîretên Rêberê me yê mezin Dr. Qasimlo li ser rêvîngên rêbaza wî heya niha jî gelek bi başî xuya û berçav in.
Di jiyana siyasî û rêberiya wî rêberê nemir de, hinek vêstgeh û qonaxên girîng hene ku risteyek ji peyama wî bûye ronahîder bo rêya rêvîngên wî da ku li ser hêla serrasta xebatê dernekevin, bo mînak yên herî berçav ewin.
Peyama wî ya 11ê Reşemê li Mihabadê, ragihandina xebata aşkera ya PDKÎ.
Peyama wî ya pêşwaziya aştiyaneya 26ê Xezelwera 1358`an hemî Kurdek û xebatkarek têgihand ku ger rê û derfet hebe bo çareseriya aştiyane ya daxwaziyên netewî, hewcehî bi şer û kuştinê nake.
Peyama li dema dawîpêhatina şerê di navbera Îran û Îraqê de ku li demekê de her kes rastî bê hêvîtiyê bibû û pêşya xwe lêl û tarî didît û hêviyek nemabûn bona domandina xebatê, Rêberê mezin di peyamekê de ragihand ku dawîpêhatina şerê Îran û Îraqê wê derfetê dide me ku em îsbat bikin ku em hêzekî serbixwen e û berî şerê wan me xebat kiriye û piştî şerê wan jî ger em negihîştibin bi armancên xwe, şerê me dê berdewam be, divê her kes bizane ku şerê me çi peywendî bi şerê wan 2 welatan nîne.
Peyama hevxebatiya di gel hêz û aliyên azadîxwaz û netewên bêmaf ên din yên Îranê, Dr. Qasimlo her kes têgihand ku xebat ji bona sernixûniya rejîma Xumeynî hewcehî bi yekîtî û çêkirina bereyekî bihêz ji heçî hêzên demokrat û azadîxwaz û netewên bê maf heye, her çiqas mixabin Kurd û PDKÎ tenê di meydana li hember rejîmê de mabûn.
Peyama li ser qeder û birêveberiya Îranê ku her kes bikare bigehe maf û azadiyên xwe û Îran ya hemî Îraniyan be, dibêje: Me herdu sîstemên dictator ên Paşayetî û Îslamî ceribandine, û hindî destê me bê emê dijayetiya wan 2 dîktatoriyan bikin, û baştirîn sîstem bo birêveberiya Îranê, tenê sîstemeke demokratîk , sekolar e ku di şiklê federatî de bikare mafê hemî netewan dabîn bike.
Yek ji peyam û waneyên mamostayê demokrasî û rêberê me yê mezin , dawî peyam û axivtina wî di roja 29ê Xakelêweya sala 1368`an li nava komek pêşmerge û xebatkarên Hizbê li binkeya Bêşê bû, ku mixabin ev bû dawî peyam.
Dr. Qasimlo ku xwe berhev dike serdana derveyî welat bike û bo vê ku bikare dengê mafxwaziya gelê xwe bigihîne guhê cîhaniyan û bi taybetî weke karetekê bihêziya xebata pêşmerge û gelê Kurd li hember siyast û pîlanên rejîmê de bilind biket, di dawî civîna xwe de wiha dibêje û vê peyamê pey xwe bo evîndarên rêbaza xwe bi cih dihêle: Di siyasetê de reş û sipî çinine, an hemî tiştek, an çi ne! Heçî kesê ku wiha siyasetê bike sernakeve.
Bila em îtiraf bikin ku di dîroka netewa me de, siyaseta Kurdan eva bûye, an hemî tiştek, an hîç tiştek, encam bûye çi? Bûye hîç.
Di siyasetê de gelek caran mirov 2 pêngavan diçe pêş û tiştekê bi dest ve tîne, piştre dîsan xebatê dike bo destxistina tişteke din, eva siyaseta nav jê danane “Hunera Mumkin” siyaset hunera mumkine, ne yaku mirov bi xeyala xwe tiştekê danê, yaku bi rastî û bi kiryar cî bi cî dibe ev siyaset e.
Ya din hemî şê`ir û xeyalat e, diyare şê`ir û xeyalat qedexe nine, lêbelê bi şê`ir û xeyalatan siyaset nayê kirin.
Ger çi ev peyam mixabin dawî peyam bû, lê ev peyam û waneya bo heta hetayê di guhê rêvîngên rêbaza Qasimlo de diçinge û şevqê dixe ser rêya wan.