Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirs ji jinê di Şoreşa Jînayê de

18:54 - 21 Nîsan 2023

N: Îsmaîl Şerefî

W: Hesen Mukerem

Digel berfirehbûna nerizayetiyên cemawerî yên gelên Îranê li dijî dîktatoriyê ku piştî vê ji bo rejîmê derkevt ku bi serkutkirin û çewsandinê nikare îradeya şoreşgiraneya şeqamên welat bi çok de bîne, berpirsên rejîmê bi spartina odeyên hizrî yên xwe hewl dan ku bi awayekê bikevin bi xweşîrînkirin û rêyên fêlbaziyên kevin ên berê bigrin berahîka xwe.

Ev yeka bû ku piştî civîna du roj a her sê dezgehên dewletê yên weke, Dezgeha Dadwerî, Mecilsê bi spartina rêberê nizamên bo vê hewl dan ku bi xeyala xwe li ser vê yekê pêdagîr bûn ku bi binavkirina Şoreşa Jînayê weke alozkerî û têkderiyê hewl dan deriyê rehm û dilovaniyê li ser xelk û aliyên beşdar di vê Şoreşê de vebikin.

Di vê pêwendiyê de, serokê mecilsa rejîmê Qalîbaf di axavtinên xwe de, di mecilsa rejîmê de gotiye, ku di bernameya me de heye ku deriyê diyalogê li ser rûyê rewt û hereketên siyasî yên hundrî welat vebikin û hinek reformên bingehîn jî hebin. Ji aliyeke din ve, berpirsên dewleta Re`îsî ragihandine ku, polîsê ewlehiya exlaq (Geşda Îrşad) karê vê tê sekinandin, û bi cihê vê organeke nerim dadinên û Muhsen Êjêyî Serokê Dadweriyê jî bi spas ji dil rehmiya Ayetula Xamineyî, mizgîniya azadkirina beşek li “fitneçiyên hatinî xapandin” da bi xelkê.

Berpirsên rejîma Komara Îsamiya Îranê, bi xwe xafilandin ji binyat û daxwaziyên rohn û eşkere yên şoreşê wisa dihesasb dikirin ku, bi hinek hûr paşekêşiyan û nedîtina hinek tiştan dikarin wisa bidin xuyakirin ku dengê xelkê bihîstin e û berewajiyê hinek belgeyên şaş xelkê serhilday bo malên wan radipêçin û şeqam vala dibin. Lê, her gelek zû derkevt ku ne Komara Îslamiya Îranê bi vê hêsaniyê stûyê xwe bo daxwazkariyên xelkê ku nemana rejîmê û gihîştin bi civakeke azad û nizameke democrat e diçemîne û ne jî xelk ji vê yekê kêmtir ku di heyama wan çend mehan de daxwaz dikin razî dibin û dev ji mana xwe li ser şeqaman ber didin.

Lewra, fazeke din a serkutkirina sîstematîka rejîmê rewteke din li êrîş bo ser xelkê serhilday destpê kiriye, û di meha Reşemehê de pîlana reş a êrîşa jehrîkirina dibistanan destpê kir û di sala nû ya rojî de, bo careke din reftarên serkutkarane yên hêzên ewlehiyê li dijî jinan û keçan li seyrangeh û cihên giştî de bi şêwazeke din xwe derxist.

Eniya vê êrîş û serkutkariyên rejîmê zêdetir li her tex û qadeke civakê, keç û jinên welat in. Yaku rejîm di heyama du mehên borî de bi êrîşên kîmyayî bo ser dibistanên keçan û givaş xistin bi mebesta hicaba bi zorê li ser şeqaman û seyragehan de kiriye, tolhdana rohn û eşkere ya li dijî jin û keçên welat de, ku di şoreş a Jînayê de rola herî pêşengayetî û rêberiya wan hebû û heye.

Rejîmê ku jêra diyar bû ku nikare bi dana hinek poanên xapînok yên bê naverok, xelkê bixapîne û serhildanê ji rê derbixe û asta daxwaziyên xelkê nizim û sivik nîşan bide, pêka binyata hertimî ya xwe tundûtîjtir dest daye bi serkutkirin û tolhidanê kiriye. Bi armanc kirina keç û jinên welat, jehrîkirina dibistanan, û pêdagîriya tund pêşnimêjên mizgevtan li derheq kincên jinan, rast têgihîştina wan ji binyata Şoreşa Jînayê ye û hêza zêde ya jinan di guherînkariyeke kûr a civakî de ku di vî welatî de destpê kiriye û armancên vê derbasbûna bi tevahî ji bi zimaneke êdolojîkeke olî û pêngav avêtin ber bi cîhaneke azad û demokrat.

Şoreşa Jînayê ku bilî aliyê siyasî yên vê hilgirê guherînkariyeke kûr û bingehîn û civakî ye, ji aliyê bingehîn ve û pêka rêrevîkirin ji berpirsayetiya bi guherînkariya bi şêwaza jiyanê û cîhanbîniya taka civaka îroyî ya welat bo çawaniya tevlîbûna bi cîhana azad û mifahwergirtin ji teknolojî û internet û dîtingehan bo mesrefa wan guherînkariyan û danaberhev a encama reftaran wisa xuya ye ku bi lezgîniya şoreşa sala 1357an Rojî ber bi pêşve neçe. Lê, ti guman di vê yekê de nine ku bilî ber bi pêşve çûnê û derbasbûn li Komara Îslamiya Îranê ti rêyeke din tuneye.

Lewra, birêveberên Komara Îslamî bitaybet aliyên herî tund yên vê rejîmê niha di rêza herî pêş a rûbirûbûn digel vê şoreşê de ne. Melayên tundrew li ser tirîbûnên mizgevt û Huseynyan rojane daxwaza çavdêriy tund û reftarên xelkê û bitaybet reftarên jin û keçan in û serdarên şerûd yên Spaha Pasdaran jî bi gefxwarinan, şor û tîran, nîşana gelên nerazî yên welat didin.

Bi armanckirina mijara kincên jin û keçan ku mîna hinek raman bas dikin dibe kêmkirina asta daxwaziyên xelkê ji nemana dîktatoriyê hicab li pişt be, hem bo rejîma Komara Îslamiya Îranê û hem liçav reftarên xelkê ti ji mijarê naguherîn e. Hemû aliyek baş dizanin ku pirsa sereke ya gelên serhilday yên Îranê yên weke berpirsên rejîmê bi bê rêzî wan binav dikin, tazîbûn nine. Xelk nemana Komara Îslamiya Îranê û gihîştin bi civakeke azad û welatek demokratîk dixwaze. Di vê qonaxa Şoreşa Jînayê de xebat li dijî hicaba bi zorê cem xelkê nerazî yên welat de, netenê bi wateya kêmkirina asta daxwaziyên bingehîn û jibîrbirina wan nine, belkû rast lêxistin li binyata kevneperesta îdolojîk a Komara Îslamiya Îranê ye û karbidestê rejîm bixwe jî vê yekê bi başî fêm dikin. Lewra, bi hemû awayî kevtine canê keç û jinên welat û wisa hesab dikin ku bi êrîşkirina kîmyayî bo ser dibistan û peçatin û sînûrdarkirina şêwaza jiyana wan, dikarin derbê bi pêşengiya Şoreşa Jînayê bixin û jinav bibin.