Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelo sedsala 21`an dişbe bi sedsala 20`î?

18:16 - 5 Nîsan 2023

N: Hesen Mukerem

Sedsala 20`î pir bû li tundûtîjî, xwînrêjî, malwêranî û şer, sedsalek ku bi dehan şoreş û kudita û tevgerên rizgarîxwazî û digel du şerên cîhanî. 

Gelek kesan wisa dizanîn ku bidawîhatina sedsala 20`î, dê ew hemû wêrankarî, xwînrêjî û şerên çekên pêşkevtî dê dawî pê bê û pêngav havêtina nav hezareke din e, hezareyek tijî hêvî, hezareyek tijî serkevtinên mezin yên mirovhezî û dadperweriyê, ji ber ku karnameya sedsala 20`î tijî li fermander, general, serkirde, heta ew efserên ku di komkujiyan de pêş Firevinan, Nêronan, Rubisipêran heta Îstalîn jî kevtibûn bû.

Di serdema sedsala 20`î de nêzî 50 milyon mirov hatin kuştin, lê sedsala 21`an  tevî hebûna rewşenbîr, zana û hebûna zanista biroj, hebûna saziyên berevankar yên mafê mirovan û basên li ser însaniyet û girîngî dan bi mafê mirovahiyê, em dibînin şer û pevçûn, wêrankarî û cerbandinên çekên pêşkevtî, etomî û belavbûna nexweşiyên pandamîk weke Covid 19 ku bû sedema can jê standina bi milyonan mirovan li cîhanê de.

Îşkence û bidarvekirina azadîxwazan û mirovên bê sûç bi şêwaza herî hovane di kupika xwe de ye, mirovan wisa dizanîn ti sedsalek mîna sedsala 20`î nebûye û nabe lê, sedsala 21`an tevî pêşkevtinên zanist û teknelojiya û hebûna zanyariyan, bûye meydana cerbandina çekên pêşkevtî, û her der şer e.

Welatên mezinhêz û serkirde û dîktatoran, sedsala 21`an ya tijî hêvî û çirûskên jiyana aram û pêşkevtî ya mirovan kirin goriyê zêdexwaziyên xwe.

Her di destpêka sedsala 21`an de li 15`ê Şibata sala 2003`an Amerîkayê digel 36 welatên Ewropayê bi hemû hêza xwe û balafirên pêşkevtî bi hinceta azadiya xelkê Îraqê di bin dîktatoriya Sedam de, êrîşî ser wî welatî kirin û di heyama 19 rojan de desthilata Be`is hiloşandin, lê Îraq bilî Herêma Kurdistanê piştî derbasbûna 20  salan bi ser vê êrîşî de heta niha jî arama nebûye.

 Di sedsala 21`an de di sala 2010`an de Bihara Erebî dest pê kir. Bihara Erebî an şoreş, serhildan û xwenîşandanên li çend welatên nawça Rojhilata Nawîn û bakurê Afrîkayê di sala 2010`an heta 2012`an destpê kir. Ev xwenîşandan ji ber ku li welatên erebî dihatin şopandin, weke Bihara Ereban hat binavkirin

Heta îro jî, li welatên ku piranî Ereb lê dijîn li Bakurê Afrîkayê û Başûrê rojavayê Asyayê zincîrek serhildan, meş û protestoyên bêmînak berdewam in.

 Buhara Erebî li welatên weke Tûnis, Misir, Sûdan, Ordun, Kuweyt, Mexrib, Cezayîr, Lubnan, Morîtanya, Lîbya, Yemen, Behrêyn û Sûriyayê serîhildan û xwenîşandanên mezin û piçûk derketin.

Di Buhara Erebî de, Sûriye bû qurbaniya zêdexwaziyên mezin hêzan, DAÎŞ wir serhilda û mezin hêzan yanî Amerîka, welatên Ewropayê, Rûsya û heta Îran jî tevlî wî şerî bûn û şer kişandin herêmên Kurdan û ev şer û alozî bi dawîbûna DAÎŞê heta niha jî her li Sûriyê berdewam in.

Îran bi milîş an girûpên girêdayî xwe her roj li cihekê tevdigire û Komara Îslamiya Îranê li Sûriyê ev milîşên xwe di nav eşîrên wek Ebo Kemal û cihên sivîl de cihgîr kirine û Îsraîl jî ji ber metirsiya welatiyên xwe li 2017`an şûnda dem bi dem cih û baregehên girûpên ser bi Îranê bombebaran dike.

Wiha Sûriye li 2010`an şûnda bû bi meydana rikeberiya şerê welatên mezin hêz û ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê jî ku ev 12 sal e berdewam e, 8.4 milyon welatiyên Sûrî ji ber tundûtîjiyên şeran û nebûna paşrojek rohn û nebûna aramî û negihîştin bi hêviyên jiyanê, cih û warê xwe terkandine û di welatên Ewropayî de bûne penaber.

Buhara Erebî an tundûtîjiyên sedsala 21`an her li Sûriyê de kom nebûye, şerê di navbera Îran û Erebistana Siûdî de, ku bi navê şerê bedel di navbera her du welatan de tê zanîn û şerê sar yê Rojhilata Navîn e, şerekî bedel yê di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Şahenşaya Erebistana Siûdî de ye.

Şerê navxweyî yê Yemenê şerek e ku li sala 2015`an ve di navbera du aliyên ku her yek ji wan xwe weke hikûmeta Yemenê dihesibînin û bi piştgîriya hevalbendên xwe bi hev re li sala 2015`an ve dimeşînin. Şerê di navbera hêzên hikûmeta Ebd Rabbu Mensûr Hadî û tevgera başûr ku navenda wê li Adenê ye, di navbera hêzên Ensarullah û hêzên serokê berê Elî Ebdullah Salih de bû pêk hat û di vê navberê de Komara Îslamiya Îranê jî bi hemû awayî piştgîrî da bi Husyan, bona karteke givaşê li hember Erebistanê de.

Ev şer û nearamî tenê pisîra welatên Erebî negirtiye, rikeberiyên mezin hêzên cîhanê pêl havêtin nav Ukraynê jî, niha mezin hêzan Ukrayna kirine meydana şerê xwe û Ukrayna bi piştgîrgîriya welatên Ewropî û Amerîkayê li hember Rûsya de ev herêm tev tevlîhev kiriye û bajar û gund wêran kirine û Komara Îslamî jî pêka gotina Xamineyî, bi şerê Ukrayên, nezima nû ya cîhanê guherînkarî bi ser de tê, dibe wan jî rol hebe, piştigîrî dide Rûsyayê û agirê wî şerî çend hember gurtir kiriye.

Niha sedsala 21`an bi wan hemû pêşkevtinên warên teknolojiya û zanista di hemû warî de, ku gelek mirovan hizr û xeyal dikirin dê bi destpêkirina serdalsan 21`an hêvî û jiyana aram û cîhanek pir li xweşî û mirov dostî hebin, lê ev hemû şer, buyer û binpêkariyên mafên mirov ji aliyê mezin hêzên cîhanê ve, nîşan dan ku ti cudahiyek di navbera sedsala 20`î û sedsala 21`an tune ye û tundûtîjî, şer û pevçûn, malwêranî û birsîtî û kuştin di kupika xwe de ye.