N: Rostam Cehangîrî
Îsal em carek din ber bi 10ê Xakelêweyê ve diçin, ku di vê rojê de dujminên Kurd û Kurdistanê,
Qazîmihemed yekem Serkomarê Kurdistanê li Mihabadê tevî du heval, hev çeper, hev bîr û bawerên xwe, ku her li binemala wî bûn, Mihemedhisên Sêfî Qazî û Ebulqasim Sedrê Qazî bi Pêşawa re hatin sêdaredan û şehîd kirin.
Qazîmihemed li 1ê Ayara sala 1900an li malbateke, navdar li bajarê Mihabadê jidayîk bû, xwandin û fêrbûn her li Mihabadê dest pê kir, çûnkî li malbateke xwendevar û siyasî de mezin bû, her zû têkildarê karê siyasî bû, bi zanîn û têgihîştina wî ,li nava xelkê Mihabad û bi giştî Kurdistanê cihê rêz û hurmetê bû.
Ew li ber destê bavê xwe fêrî karûbarên qezayî bibû, piştî mirina bavê wî, wî karûbarên qezayî li Mihabadê girt stûyê xwe, gelek bi başî li wî erkî de serkevtin bidest anî, û baweriya xelkê Mihabad û derdora Mihabadê bidest anî, êdî Qazîmihemed bibû kesayetiyekî siyasî û civakyekî binavûdeng. Cihê baweriya gelê kurd, û hemû karûbarên siyasî bixasmanî civakî her li ser destê Qazîmihemed çareserî bo peyda dibûn.
Serdemê şerê duyem ê cihanî bi wekişîna artêşa rejîma Paşayetiya binemala Pehlewî li Milahabad û derdora wê, rola Qazîmihemed zêdetir hat eyan kirin, ew êdî bibû raberê gelê Kurd.
Li wî serdemî de Komela (J.K) ji aliyê çendîn kesayetiyên siyasî û civakî û rewşenbîr ve pêk hatibû û xebata siyasî û netewey dimeşand.
Wê rêxstinê rol û erkê Qazîmihemed di nava gel de didîtin, seba wê hindê bû ku ewan Qazîmihemed bo nava Komela Jêkaf gazî kirin, Qazî bê sê û duyê bike, gazînameya wan qebûl kir û bû endamê wê rêxistinê.
Li gel hatina artêşa sor a Rûsiyayê bo Îranê, tev kesayetiyên navçê dîdar pêk dianîn, her zû neqş û rola Qazî bû van eyan bû, li ser pirsgirêkên nava gel pirs li wî dikirin, daxwaza çareserî an pêşnîyaran li Qazî dikirin.
Bi wan guherînên şerê cîhanî yê duyem, Qazîmihemed li Komeleya (J.K) daxwaz kir ku rewş û mercên siyasî yên navçê wisa dixwaze ku em rêxistinên xwe li gorî serdemê guherînkariyan tê de pêk bînin, û berfireh bikin, bername bo dabirêjin, ew yeka bû ku roja 16ê Tebaxa sala 1945`an (beramber bi 25ê Gelawêj a sala 1324`an) li nava baxê Mikaîl li bajêrê Mihabadê de yekem kongira damezirana Hizba Demokrat a Kurdistanê girê da, navê Komela (J.K) bû bi Hizba Demokrat a Kurdistanê, bernameyeke siyasî û civakiya serdemî bo Hizba teze hatî damezirandin danî, pêka vê bernamê siyaseta Hizbê li ser sê bingehan hat danîn.
1- Demokrasî
2- Bidest xistana mafê netewey a gelê Kurd,
3- Edaleta civakî,
Dixwazim bêjim ku, ew xast û bername heta niha jî her xastên stiratîjîk û esasî yên wê hizbê ne, ew hemû li hizr û fikar û lêzanîna Qazîmihemed serçave dihat.
Her seba wê lêzanîn û şarezaya wî bû ku bi têkrayê dengên beşdarên li yekemîn kongira Hizbê bi serokê giştî yê wê Hizbê hat diyarî kirin.
Şarezaya Qazî û rêberiya Hizbê bihevre karîn li wî zirûfê de li nava betalîya ku li bajarê Mihabadê û derdorên wî de hatbû pêş, gelek bibaşî îstfade lê vergirin û li nava gemên siyasî yên wî zemanî de navê Kurd û Kurdistanê zindî kirin û anîne rojeva siyasiya navçê û siyaseta navdewletî.
Tevî ku Qazî û hevalên wî di bin zext û zoriya artêşa sor û Azeriyan de bûn. Wan dixastin ku Kurd beşek bin li dewleta Azerbaycanê, lê ew xasta gelek bi tûndî ji aliyê Qazîmihemed ve hat red kirin û ragihand ku, Kurd miletekî cuda ji hemû miletên din e, xwediyê ferheng û kultûr û ziman û axa xwe ye, dibe ku çarenivîsa xwe bigire dest xwe, lewma hate Mihabadê tevî mişûr kirin tev kesayetiyên Kurd, gihîştin wê baweriyê ku dewleta Kurdistanê bi şêwaza komarî damezirîn in.
Biryar dan roja 2ê Rêbendana 1946ê Komara Kurdistanê ragihand, li civîneke berfireh de ku li bajarê Mihabadê, Qazîmihemed bû Serkomarê Kurdistanê.
Komara Kurdistanê li jêr serokatiya wî de, di demeke pir kurt de, anku di 11 mehan de, karîn gelek destkevtên siyasî û netewey û civakî û ferhengî û eskerî bidest bînin.
Wek, zimanê Kurdî, zimanê resmî yê Kurdistanê, rijnama Kurdî çap û belav kirin, govar û belavokên zarokan belav kirin, şanoya Kurdî birêve birin, mekteba Kurdî hat damezirandin, qutabî bo yekem car li dîroka Kurdistanê de, bi zimanê dayîka xwe xwandin û nivîsîn. Ala Kurdistanê û Sirûda Netewey ya Ey Reqîb pesend kirin, navê çekdarên Kurd, danî bi navê Pêşmerge, spaha milî ya yekgirtî ya Kurdistanê hat damezrandin.
Ya herî muhimtir ew bû ku, civaka Kurd ya wî serdemî pişka herî zêde li gund û bi şêwaza Eşîrey dijiyan û pişka herî zêde ya civaka Kurd nexwandevar bûn, jinan ti derfeta kar û maf nebûn, li ser destê Qazîmihemed û Hizba wî Yekîtiya Jinan û Yekîtiya Lawan hatin damezirandin, Qazîmihemed bo wê ku ew Yekîtiya Jinan bixasmanî serkevtinê bidest bixe, daxwaz li hevjîna xwe, Mîna xanim kir ku, jin û keçên binemala xwe bişînin nava Yekîtiya Jinan, hevjîna xwe handa ku bibe endama Jinan û berpirsayetya jinan bigire stûyê xwe, ew biryara bû sedema wê yekê ku ti kes astengiyan bo jinên xwe çê nekin, bişînine nava Yekîtiya Jinan. Ew yeka bixwe li wî zirûfê de înqlab û şoreşek gelek mezin a civakî bû li nav civaka Kurdî de.
Qazîmihemed li meydana siyasî û dîplomasiya wî demî de jî, rêber û dîplomatekî karîzmatîk bû. Tucarî li wî barî de kêm nedhînand, berevanî û bergirîyeke mezin li miletê xwe û Kurdistanê dikir, serkevtin bidest dianî. Pêwendiya Komara Kurdistanê tevî mezintirîn zilhêza wî serdemî anku Yekîtiya Sovyetê çêkir û wî welatî Komara Kurdistanê biresmî nasî, pêwendiyên wî tevî dewleta Azerbaycanê ku li Tewrêzê pêk hatibû, pêywendiyeke stiratîjîk çêkir, nehêla ku ti şerek di navbera Kurd û Azeriyan de li deverê çê be. Ew di siyaset û hevpeymaniya di navbera wan de hat demezirandin heta niha jî cihê rêzê ye, dostayetiya du gelên Kurd û Azeriyan li ser wê esasî birê ve diçe, her wisa pêwendî bi Hizb û rêkxistinên beşê din yên welatê Îranê çêkir.
Demokrasî tam bi manaya xwe li Komara Kurdistanê hat damezrandin, li Komarê de ti dizî û talan rêgirî û kuştin nebû, kes li ser bîr û hizra cudaya siyasî nehat girtin an lê pirsîn lê nedihat kirin, zîndaniyên siyasî tunebûn, wan gelek kar û xizmetên ku Qazîmihemed li Komara Kurdistanê de cîbicî kirin, bûne destkevtên mezin û dîrokî bo Kurd û Kurdistanê.
Her ew xizmet û karên binirx ên Komara Kurdistanê û Qazîmihemed bûn, ku dewletên dîktatorên navçê û bixasmanî dewleta Padşahiya Îranê ku dîktatorekî bereday û hov bû, nedihat qebûl kirin, seba wê yekê bi kiryareke navdewletî ya ji aliyê Îngilîs û Amerîka û heta Yekîtiya Sovyeta wî serdemî de bi hevkariya dewletên navçê rejîma şahenşahî leşkerên wî ku li hemberî êrîşên artêşên neyar de rojekê xwe ranegirtin, lê bo serkut û jinavbirina Komara Demokratîk a Kurdistanê jinav bibin, diyare Qazîmihemed tevî wê hindê gelek kar û xebat kir ku mesela Kurd bi şêwaza diyalogê çareşer bike, digel wê ku dujmin gelek qewil bi Qazî dabun,lê li merema dujminan agehdar bû, ku dixwazin Kurdan qetlam bikin, tevî mişûrê gel kesayetiyên bajarê Mihabadê hate ser wê qirarê ku nabe şer bê kirin, daku Kurdistan wêran nebe, xortên Kurd nehên qetilam kirin, ew bû artêşa Îranê hate nava Mihabatê, komar hat hiloşandin, paşî çend rojan serkomar û hevalên wî hatin desteser kirin.
Qazîmihemed roja ku bû bi Serkomarê Kurdistanê sonda serkomarî yê xwar, got miletê Kurd li xweşî û nexweşiyan de bi tenê nehêle, ti li destê wî bê kirin, dê bike bo parastin û serweriya van, her seba wê sonde, qirar da ku li bajar bimîne der nekeve, tevî wê ku gelek îmkan hebû wir derbikeve, lê vefadar bi sonda xwe ma, berpirsayetiya wê Komarê hemû xist ser milê xwe, gelê xwe li nav dadgeheke teşrîfatî ku ji aliyê generalên artêşa Îranê ve, ku bo wî pêk anî bûn, berevanî kir û ragihand ya ku hatiye kirin, anku pêk anîna Komara Kurdistanê bi qanûnî û mafê berheq yê Kurd zanî, hatina artêşa Îranê bi neqanûnî zanî, ragihand wir axa Kurdistanê ye, wira Kurdistan e û cihê hemû xortên Kurdistanê ye, dê rojekê her azad bibe, di bigihîje mafên xwe yên netewî û berheq.
Qazîmihemed li rojên dawiya jiyana xwe ya pir li serwerî de, bo gelê xwe vesiyet kir, bixwînin û yekgirtî bin, pişta hev bigirin, baweriyê bi dujmin ne înin, bi yekgirtin û yekdengî kar bo azadî û serbestiya welatê xwe bikin. Got li karê xwe poşman nin im, yaku min kirî rast e û mafê berheq û bi bê wirde û wirda ya Kurdistanê ye.
Dujmin gelek dixast ku Pêşewayê mezin yê Kurd teslîmê xastên xwe bike, lê nekarîn Pêşewa gelek mezintir bi mezinahiya miletê Kurd bû, wî bi wî karê xwe karî bibe serwerê gelê Kurd, bo heta hetayî, dujmin bi serşorê xwe da zanîn.
Ewa bû, ku li 10ê Xakelêweya 1947an de navbirî tevî hevalên wî yên bi navên, Sêfî Qazî û Sedrê Qazî hatin şehîd kirin.
Paş şehîd kirina Qazîmihemed û hevalên wî, ne Hizaba wî û ne jî gelê wî rê û rêbaza wî bernedan, xebat bo ser kevtinê domandin, bi hezaran Qazîmihemed afirandin, paşî 76sal şehîd kirina wî Hizba wî Hizba Demokrat a Kurdistanê her li meydana xebatê berdewam e, niha rêbaz û hizr û baweriya wî buye qelehek mezin, tu hizekê nekariye li xebatê rawestînin, xortên Qazîmihemed wesîyet û şîretên serkomarê xwe kirin neynûka xebata xwe, roj bi rojê gelê Kurd li Kurdistana Rojhilata wî de dîrokê diafirînin, heta serkevtina Kurdistanê ranawestin.
Qazî û şehîdên Kurdistanê bi xebat û şehîd bona xwe serê gelê xwe bilind ragirtin
Silav li riha şehîd Pêşewa Qazîmihemed û hevalên wî
Silav li şehîdên Kurd û Kurdistanê
Bijî Kurd û Kurdistan