Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Faşîszima rû vebûyî,

18:58 - 10 Nîsan 2023

Hizrîn, 20`ê Xakelêweya 2723`an

N: Kerîm Perwîzî

Sala 1326`an bû, êvareyeke tijî li bêdengî û xem, bêhna şevata tawanekê Kurdistanê girt. Li ser ekranên televîzyona rejîma Îslamî hat ragihandin ku 59 kes ji xelkê Mihabadê ku tohmeta hebûna têkliyan digel Partiyên Kurdistanî hatibûn binçavkirin, li girtîgeha Tewrêzê bidar vekirbûn.

Pêncşemî 12`ê Cozerdana sala 1362`an di vê roja byom de ku rejîmeke dirinde tîbûna xwe bi xwînê bi gulebarankirina 59 xortên Mihabadê şikand, her di heman şevê de li ser ekranên televîzyona rejîmê nûçeya vê weşandin da ku tirs û lerzînê di nav xelkê de belav bike û frmandariya vî demî ya bajarê Mihabadê ku, berpirsê Şêwreya Dabînkirinê wate heyeta taybet a ewlehî bo biryarên ewlekariyê yên bajêr jî bû, li ser ekranên televîzyonê derkevt û ragihand ku ger hewce be bona bihêzkirina rejîma xwe dê xelkek zêdetir jî bidarvekin!

Fermandarê tawanbar yê xwînmêj,  Hemîdriza Celalîpûr bû ku, endamekî komîteyên girêdayî hêla Xumeynî bû û bo serkutkirina xelkê Kurd bo Mihabadê hatibû şandin û weke Fermandarê wî bajarî dest nîşan kiribûn da ku ewlehiya xelkê jinav bibe û ewlehiya rejîmê dabîn bike.

Piştire Hemîdriza Celalîpûr di serdemekê de ku rejîma Komara Îslamî hewcehî bi sinaryoyek bi navê reformê(Îslahat) hebû da ku pêwendiyên digel Ewropayê çareser bike, ev bû bi yek ji sîmayên diyar yên rewta reforma rejîmê ku devikek din a baweriyê bû dirjêkirina temenê byom yê rejîmê û di heyama wan salan de jî tenê û tenê xema wan xema dirêjkirina temenê rejîmê bû.

Çend rojan berî niha, di qonaxekê de ku hêzên siyasî yên di nav şoreşa Jînayê de hewl didin ku mijareke hevpar peyda bikin û bihevre hevalbendiyê pêk bînin, heta niha hevalbendî weke hevpêngava Komarîxwazên Îranê an Menişûra Corc Tawin û tiştên di vê barê de hatine gore, Partiya Demokrat û hêzên Kurdî jî ragihandin ku digel hêza ser bi neteweyên bindest û hinek hêzên demokratîk yên fars mejûlî gotûbêjan in bo derkirina daxuyaniyeke hevpar û hevaheng bo paşerojê, nişkêve çen kesên din peyda bûn û daxuyaniyek belavkirin ku wisa xuya ye nîgeraniya xwe li derheq paşeroja Îranê nîşan dane û li ser navê daxuyaniya komek çalakvanên siyasî û medenî û dilsozên nîştiman in!  Bi cihê hewldan bo zelalkirina paşerojê, hêla sor bo hêz û aliyan xêz kirine ku nabe vê hêlê derbas bikin!!

Di nav yên ku navên wan wekû vejokerên daxuyaniyê hatiye eşkerekirin navê Fermanderê tawanbar Hemîdriza Celalîpûr jî hatiye!

Ku di nav rêza navên vê komê de tevdigerî û  pêda diçî, sê rewtên sereke xuya û zalal in:

Rewta yekem, wiha ye di rewta bi nav reform yên rejîmê de ku bi tevahî wateya di nav rejîmê de mehyaye û her cure derbasbûn li rejîma Komara Îslamî bi tawan dizane û heta daxuyanî û şiroveyên wekî Mûsevî û Tacizade  jî qebûl nin in û wan weke radîkal dizanin! Ewane ku kesên weke Îsa Seherxîz û Hemîdriza Celalîpûr û Mihemed Qoçanî û … hwd, di nav rewta binav îslaxwaz dejî yên herî tund li dijî mafên neteweyên din û di heqîqetê de li rehên herî faşîstan de di anv rewta binav îslatelebin jî!

Rewta duyem ya di nav daxuyaniyê de, kesên ser bi Nêhzeta Azadî û Cibiheya Milî, ev in ku li serdemê destpêka hatina ser kar a rejîma Wilayeta Feqîh ji şikla wan kesan bûn ku alîkarê Xumeynî û Axûndên kevneperest bûn da ku desthilata xwe aram bikin û bi ser xelkê de bisepînin!

 Niha jî, ku îhsas bi metirsiya rûxana Komara Îslamî kirine, dubare li bê îhsasiyê de derxistine da ku dubare bona mana rejîmê alîkar bin. Di heqîqetê de li destpêka rejîmê de ku desthilat digirtin, alîkarê cihgîrbûna rejîmê bûn û di dawiya temenê rejîmê de jî dubare heman rol dane bi wan da ku desthilatê biparêzin.

Rewta sêyem jî her ji vê modela kesan in ku wekî Lotfola Meysemî li dijî rejîma Paşayetî çalakiyên wan hebûn, lê li serdema Wilayeta Feqîh de dorandin û bûn stûxwarê desthilata Xumeynî û Xamineyî. Herçend ku binav dengeke nerazî derdikevtin, lê li bingeha parastina esasa şovenîstên rejîmê de digel desthilata cihgirtî hev hizr bûn.

Kesên wekî Hemîdriza Celalîpûr û hevhizrên wî di vê daxuyaniyê de dengê wan hatiye qutkirin ku metirsiyên vê li ser Îranê dûr bixe ku di heqîqetê de nek ji ber dilsoziya bo xelkê an civaka Îranê belkû li ser bingeha hizra faşîstî û hebûna tirsa wan li nemana desthilata dirinde  dengê xwe bilind kirine, ji ber vê ku ew bixwe stûnên bihêzkirina zilmkariyên rejîmê bûn û dest wan bi xwîna xelkê sor e.

Dema mirov li naveroka daxuyaniyê dinêre, tijiye bi raman û axaftinên faşîstan, hemû xal û sedemên wê li ser parastina xapandin û hizra şovenîstê ye, ne xema gel û mafên kesan e.

Ev kesên ku daxuyanî îmza kirine, di şeş mehên şoreş û serhildana Jînayê de, carekê hest bi xemên xelkê nekirine û bêdengî hilbijartin, lê dema hewla hêz û partiyan ji bo pêkanîna hevalbendiyê dibînin ku dixwazin hevalbendiyê pêk bînin, di bê îhsasiyê derdikevin û daxuyaniyê belav dikin!.

Di rastiyê de kuştina bi sedan kesan, îşkencekirina bi deh hezaran kesî û hemû bûyerên ku li şeqamên Îranê qewimîn, herî dûrtirîn aliyan civaka navdewletî anîn ser hêl, wan vajokeran ti tiştek nebihîstin! Lê dema hewlên hêzên siyasî ji bo derbasbûn li rejîma Komara Îslamî dibînin, di bin navê parastina yekparçeyiya xakê de radibin ser pêyan! Heman stranên kevin ji bo tepeserkirina xelkê tînin û rê li ber tohmetbarkirin û hincetên bêdadiyê û hêzên tepeserker ên rejîmê û herwiha faşîstên dervey welat ji bo tepeserkirina fîzîkî û siyasî ya azadîxwazan û piropagendeyê vedikin.

Were em bi kurtî li ser çend xalên sibeyê biaxivin!

Di pêşgotina daxuyaniya wan de wiha tê gotin:

“Ji dema damezrandina dewleta netewe ya nû ya Îranê ve, yanî ji destpêka împaratoriya Sefewî ve, beriya 500 salan, Îran di gelek serdem û rêze guhertinan re derbas bûye

 Û her wa xwediyê yekparçeya neteweyî û nîştimana di bin desthilatdariya Îranê de bûye..

Ya yekem ew e ku ev bi navê bîrmend, çalakvanên siyasî û rewşenbîrên ku hinek ji wan xwe mamosteyên zanîngehê dihesibînin, bi çewtekarî û guhertinên zelal ên dîrokî û lojîkî mejûl in!!

Çemka dewlet netewe bixwe serhildana vê, vedigere bo şoreşa Firansayê û rewşenbîrên berê û serdema vê şoreşê ku li sala 1789`an wate 240 salan berê hatiye gorê, lê binav mamosta û rewşenbîran, di asta herî bê şermiyê de peyv û çemka dewlet netewe dibin bo 500 salan berê û bo desthildarî li cografiya Felata Îranê û ev jî bo serdema Sefewiyan e!!

Demek ku dîrok şahidî dike ku ew ne neteweyî bûn, lê rejîmek tam mezhebî û olî bû, ku dijberên xwe û girtiyên neteweyên din jî dixist pêşiya Qizilbaşan da ku bi zindî goştê wan bixwin!

Tişta duyem eve ku ev binav rewşenbîr û mamosta û çalakvan, reh û bingeha sîstema wan vedigere bo serdema Sefeviyan ku xuyaye her weke êdolojiya Wilateya Feqîh, li serdema Pehlewî û Qacar de tiştek peyda nekirine ku şanaziyê pê bikin û zivirîne ser xurafat û wehmên melayên mecilsê. Her evan e jî reh û tayên Wilayeta Feqîh in, şanaziya wan li serdema Sefeviyan de peyda dikin.

Sêyem xala cihê lênihîrînê, her di vê hevoka vê daxuyaniyê de ev beşa ye ku dibêje di wan 500 salan de, Îranê xevna yekîtî û yekparçeya neteweyî û herêmî bûye! Ev yeka di demekê de ye ku her navê Îranê bixwe pirsyar e û li serdema Sefeviyan de jêre gotine împtratoriya Sefevî û negotine welatê Îranê!

Piştire jî, li serdema Nadir Şa de jêra gotine împtratoriya Efşarî! Li serdema Qacar de jî, jêra gotine memalkên mehrosey Paşayê Qacar! Li cem Ewropayan jî bi berdewamî bi navê Pêrşiya wate welatê Pars hatine naskirin! Tenê li serdema Riza Pehlewî de weke gelek tiştên din navê wê guhertine û kirine bi Îran!

Çarem; Di ti yek ji wan serdeman de ku heta niha jî xwediyê yekîtiya netreweyîê nebûye! Li tevahiya wan serdeman de heta niha neteweyeke serdest bûye, û hemû neteweyên din çewsandiye û bi sedan carî jî êrîşî ser neteweyên bindest kiriye û bi sedan Hezar kes bi dirêjahiya wan 500 salan li neteweyên zilmlêkirî komkuj kirine!

Sefeviyan nek her hemû neteweyên wan talankirin û tawana li dijî mirovahiyeke wiha afirandin ku dîrok bi şerm vê vebîr tîne, her gora Se`idî û Hafiz jî hildan e, çimkû wan wisa dizanî ev sunî meseb bûn!

Li serdema Qacar de Aqa Mihemedxan tenê li Kirmanê 20 Hezar cot çav li serî derxistin! Xuya ye li cem kesên weke Hemîdriza Celalîpûr ev komkujî û jînosaytan nimayşa yekîtiya milî ne û weke serdema fermanderekî xweşiyê lê dibîne!

Li derheq yekparçeya nîştimanî jî, xerîteya serdema destpêka Sefeviyan û xerîteya serdema Nadir Şa û xerîteya serdema Qacar û ya serdema Pehlewî û di dawiyê de jî ya Komara Îslamî bi zelalî vê yekê nîşan dide ku ev cografiya çiqas xwediyê yekparçey û tevahiya erzî bûye û çendîn caran li cem paşayên cuda hatiye dorandin û pêşkêşî biyaniyan kirine!

Axavtin û gotin li ser naveroka bend û xalên daxuyaniyê gelek zêdetir ji xwe digire  ger rûpelên vê hildî, lêkolerên hizra faşîstî di nav kesên wiha de û bigiştî di nav komek zêde ji perwerdekiriyên destê sîstema Pehlewî û Wilateya Feqîh zelaltir dibe ku heta çi astekê amade ne heta zelaltirîn zelalan û bûyeran çewt bikin da ku şan û sîstema zilmkarî û koloniyalîsya xwe biparêzin.

Ya ku li hizra faşîstan çi li Komara Îslamî û çi li tayên weke rêformîstan û Nêhzeta Azadî û … hwd heta ku meşrûtexwazên derveyî welat jê nigeran in, cuda bûna vê parça vê cografiyayê nine. Ew zêdetir nîgeranê betalbûna sehra drevên xwe ne ku yekem encama vê betalbûnê û hişyarbûna beşeke zêdtir a neteweyên din li pey xwe tîne û duyem tişt parvekirina desthilata welat li pey tîne ku ev nedadperwerane ye parvekirina dahat û geşekirinê namîn e û parvebûna desthilata qonaxa tijî poenan ji wan distîne!

Şoreşa Jînayê tevî bilindî û nizmiyên rêya xwe ya rast dipîve, hem rûkên veşartî zêdetir tên naskirin û hem koloniyalîzima hakim jî ber bi herfînê dibe!